Diyarname
Herêma Katalan ku niha bi awayekî fermî bi Spanyayê ve girêdayiye zêdetir dengê xwe yê xwestina serxwebûnê bilind dike. Hikumeta Spanyayê li dijî amadehiyên serxwebûna Katalonyayê derdikeve.
Parlemena Spanyayê roja 7'ê avrêlê daxwaza serîlêdana rayedarên Katalanyayê nirxand. Mebûsên Spanyoyê dijî daxwaza serxwebûna Katalonyayê derketin. Serokwezîrê Spanyayê Mariano Rojay got ku daxwaza referandûma serxwebûnê ya Katalonyayê ne li gor Zagona Bingehîn e û wisa dom kir: "Katalonya gere girêdayî Spanyayê be ji ber ku ne Spanya bê Katalonya, ne jî Katalonya bê Spanya û li derveyî Ewropayê dikare bê fikirîn."
Serokê Herêma Xweser a Katalonyayê Artur Mas kurtedemek berê gotibû ku ji bo serxwebûnê dixwazin di 9'ê sermawezê de referandûmê li dar bixin. Lê li gor zagonên Spanyayê Katalonya di herêma xwe de ji bo referandûmeke wisa lidar bixe divê pêşî destûra referandûmê ji parlemena Spanyayê bigire.
Li gor lêkolîna şîrketa Cente d'Estudies d'Opinio sedî 49'ê katalanan dixwazin ji Spanyayê veqetin. Her wiha ji nîvî zêdetirê katalanan xwe katalan dihesibînin, sedî 38'ê katalanan jî xwe hem wekî katalan hem jî wekî spanyol dihesibînin.
Ji aliyê aborî ve herêma Katalan ji herêmên din ên Spanyayê dewlemendtir e.