Diyarname
Doza der barê weşanger Azad Zal de didome û dozger dixwaze ew bê cezakirin.
Di çarçoveya lêpirsînên derbarê KCD (Kongreya Civaka Demokratîk) de weşanger Azad Zal (Mehmet Gungormuş) roja 26'ê pûşpera 2020'î de hatibû girtin. Li ser îtîraza parêzeran di 18'ê tîrmeha 2020'î de hat berdan. Dozgerî bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" doz Lê vekiriye. Sedem jî ev in: "Endamtiya KCD'ê, endamtiya Kurdî-Der û Komeleya Nivîskarên Kurd ku her du jî hatine girtin, qebûlkirina şîna xwişka wî, gazî kirina hin kesan ji bo bernameya televîzyonê."
Danişîna 5'emîn a dozê li dar ket û dozger dixwaze 15 salan cezayê hepsê li Azad Zal bibire.
Danişîna dozê ji bo 10'ê reşemiya 2022'yan hat taloqkirin.