Diyarname
Rêveberiya Klûba Amed Sporê îro civîneke awarte li dar xist û di civînê de biryara sazkirina kongreyê girt. Di kongreyê de dê serok jî têde dê rêveberî biguhere.
Li gor biryara rêveberî roja 13'yê kewçêra 2018'an sate 15'an dê li Salona Odeya Esnaf û Senatkaran a Amedê li dar bikeve. Ger heman rojê piraniya endaman amade nebin bi heman rojevê roja 21'ê kewçêrê dê kongre li dar bikeve.
Ev ji ku derket?
Amed Spor ku hê salek temam nebû ku kongreya xwe saz kiribû (30.12.2017) û rêveberî xurt kiribû. Çi bû? Ev bû: Amed Spor ev demek e di nav rewşeke giran a aboriyê de ye. Berî lîg dest pê bike ji ber nerazandina pereyan hindik mabû tîma fûtbolê nikaribe beşdarî lîgê bibe. Roja dawî pere hatin razandin û mesele çareser bû lê vê carê heqê lîstivanan nehatibû dayîn. Di vê demê de ew derneketin antremanan, dîsa xebatkarên klûbê dest bi grevê kirin û nexebitîn. Ev yek bandor li lîstika lîstikvanan jî dike. Û hin bang hatin kirin ku kongre bê çêkirin, rêveberî bê nûkirin. Niha rêveberî biryar girt lê dê kî bibe serok, serok biguhere yan na, rêveberî biguhere yan na di rojên pêş de dê diyar bibe.