logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  3. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

Ev serdegirtina şaredariyê ji ku derket?

Polîs û leşkeran, bi dehan maşînên zirxî, nîvê şevê avêtin ser avahiya xizmetê ya Şaredariya Pirsûsê ya li Elîgorê, ku x

  • Dîrok: 02/12/2014
  • Beş: Nûçe

RIHA
Polîs û leşkeran, bi dehan maşînên zirxî, nîvê şevê avêtin ser avahiya xizmetê ya Şaredariya Pirsûsê ya li Elîgorê, ku xizmetê dide kobaniyan. Di dema serdegirtinê de, bi dehan kesên extiyar û zarok jî di nav de hatin lêpirsîn û nasnameyên wan hatin desteserkirin. Leşker û polîsan her wiha li depoyên alîkariyê yên Kobanê geriyan. Leşkerên Tirk îdîa kirin ku di lêgerînê de 2 çek hatine dîtin. Hevşaredarê Pirsûsê Orhan Şansal got, "Ev yek, dibe ku komployek ji bo astengkirina alîkariyan be."

Danê êvarê, bi armanca şermezarkirina êrîşên li hemberî Kobanê, ciwanan li taxa Elîgor a Pirsûsê çalakî lidar xistin. Ciwanên ku rêya Pirsûs-Elîgorê li çûn û hatinê girtin, ji bo YPG'ê dirûşme qîriyan. Piştî belavbûna ciwanan, leşkerên ser bi Fermandariya Jendermeyan a Pirsûsê û polîsên Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê, bi hinceta 'çalakgeran xwe lê girtine' bi dehan maşînên zirxî saet di 02:00  ê nîvê şevê de dor li avahiya xizmetê ya şaredariyê ya li Elîgorê girtin. Parlamenterên HDP'ê Îbrahîm Ayhan, Faysal Sariyildiz û Îbrahîm Ayhan li gel Hevşaredarê Pirsûsê Orhan Şansal, li pêşiya leşker û polîsê bi bêhiqûqî avêtin ser avahiyê bûn asteng û biryara lêgerînê xwestin. Piştre bi lez û bez ji Dozgeriya Komarê ya Pirsûsê biryara lêgerînê hat derxistin û polîs û leşker ketin hundirê avahiyê.

LÊGERÎN ZÊDEYÎ 4 SAETAN DEWAM KIR

Polîs û leşkerên avêtin ser avahiya berê ya Şaredariya Elîgorê ku piştî hilbijartinên herêmî yên 30 Adarê ji statuya bajarok bû tax, li hemû odeyan geriyan. Polîsan heta saet 06 ê sibehê li avahiyê geriya, ku malbatên Kobanê yê jin, zarok û extiyar di nav de, lê diman.

DERÎ HATIN ŞIKANDIN

Leşker û polîsên ku di lêgerînan de hiqûq nas nekirin, dest danîn ser nasnameyên Kobaniyên ji êrîşên çeteyan reviyan, yek bi yek wêneyê wan kişandin û li ser lingan lêpirsîna wan kirin. Leşker û polîsên Tirk ketin hundirê odeyên zarok lê radizan, bi saetan lêgerîn kirin û deriyê gelek odeyan şikandin. Her wiha kel û melên alîkariyê jî rijandin erdê. Kaseya pere ya Şaredariyê, ji ber nedîtina mifteya wê, leşkeran ew xistin maşîna zirxî û bi xwe re birin.

Her wiha hat îdîakirin ku li odeyeke vala, 2 çek û bombeyên destan hatine dîtin. Piştî lêgerîna 4 saetan nobedarê avahiyê Mûhammed Ulgen hat binçavkirin û ew birin Fermandariya Jendermeyan a Pirsûsê.

Hevşaredarê Pirsûsê Orhan Şansal diyar kir ku leşker û polîsan çalakiya ciwanan ji xwe re kirine bahane û avêtine ser avahiya welatiyên Kobanê lê hatibûn bicihkirin.

Şansal çekên ku leşkeran îdîakirine dîtine, ti eleqeya wan bi şaredariyê re nîne û got, "Weke Şaredariya Pirsûsê em ji bo xwişk û birayên xwe yên ji Kobanê alîkariyê dikin. Dibe ku ev yek komploya hin derdorên naxwazin em vê alîkariyê bikin be. Ji xwe odeya ku tê gotin çek lê hatiye dîtin, miftekirî bû."

Parve Bike

Youtube Me

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 07 06 2026

KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin

news
  • 06 06 2026

Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd

news
  • 04 06 2026

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

news
  • 04 06 2026

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

news
  • 01 06 2026

Li 28 gund û 8 taxan wê çalakî hebin

news
  • 01 06 2026

Îlham Ehmed dimay Efrînî, şî Şêxmeqsûd

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ji danasîna ferhenga kurdî: Ev wê bibe bingeha Ferhenga Kurdî-Kurdî

ad

Tîma jinan a Lyonê bi penaltiyan bi serket

ad

Pirtûk û nivîskarên kurd diçin Wanê

ad

Li Semsûrê erdhej çêbû

ad

Dîkê zû azan bide serê wî tê jêkirin!

ad

Îro em bi kurdî dixwînin û dinivîsin!

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname