Diyarname
Rayedarekî bilind ê Pentagonê (Wezareta Parastinê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) li ser şerê Rusya û Ûkraynayê agahî dane çapemeniyê. Li gor agahiyên hatine belavkirin heta niha 80 hezar leşkerên rus di şer de mirine yan jî birîndar bûne.
Li gor rayedarê Pentagonê Colin Kahl ligel mirin û birîndarbûna ew qas leşkeran heta niha di navbera 3-4 hezarî de erebeyên hatine rûxandin.
Kîevê jî li ser windayiyên xwe eşkere kiribû ku heta niha herî hindik 10 hezar leşkerên wan mirine û dor 30 hezarî birîndar bûne.