Wan
Di pîrozbahiya Newrozê ya 22'yê mehê de li Wanê Zeki Erinç bi guleyê polîsan miribû îro hat definkirin.
Walîtiya Wanê ji ber ku ji bo 22'ye mehê destûr neda pîrozbahiya Newrozê gel xwest Newroza xwe pîroz bike. Li ser vê yekê polîsan êrîşê gel kir. Di êrîşan de gelek kes birîndar bûn û Zeki Erinçê 35 salî jî bi guleyê polîsan birîndar bûbû ew rakiribûn nexweşxaneya Dewletê ya Wanê lê Erinç jiyana xwe ji dest da. Cenazeya Erinç îro li Goristana Şabaniye hate definkirin. Gel diruşmên "Qatil Erdogan" û "Şehîd Namirin" qîriyan.
Di merasima definkirinê de digel mebûsên DTP'ê Ozdal Uçer, Fatma Kurtulanû Pervin Buldan, Cîgirê Hevserokê DTP'ê Kamuran Yuksek, Endamên MP'ya DTP'ê Huseyin Cengiz û Îzzet Belge, 30 hezar kes amade bûn.
Gel piştre riya Wan-Culemêrgê li trafîkê girt û diruşm qîriyar.