Diyarname
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê bi sernavê "Ji bo mafê mirovan hêza mîzahê" pêşbaziyeke da dest pê kirin. Pêşbaziya bi navê "Pêşbaziya Karîkaturan a Navneteweyî" yekem car dê li dar bikeve.
Armanca pêşbaziyê ew e ku balê bikişîne ser mafên mirovan, pejinkariya civakî xurtir bike û bi bikaranîna mîzahê peyamên li ser mafên mirovan belav bike.
ÎHD'ya Stenbolê di daxuyaniya ku belav kiriye de ji bo şertên pêşbaziiyê wisa gotiye, "Kesên amator û profesyonel dikarin beşdar bibin. Deriyê pêşbazî ji bo hemû hunermendên dinyayê vekiriye. Mijara sereke 'Mafên mirovan' e. Berhemên hatibin weşandin dikarin bêne şandin lê divê li cihek din xelat negirtibin. Mijara bingehîn di 2 waran de ye: Yek jê kategoriya giştî ye û ya din jî Kategoriya Taybet a Girtîgehên Tirkiyeyê ye."
ÎHD'ê gotiye ku ji bo hemû beşdaran dê sertîfîkaya dîjîtal bê şandin, lê ji bo beşdarên girtî dê sertîfîkaya çapkirî bê şandin.
Karîkatur divê herî zêde bi meziniya A3 be û 300 dpi û formata jpg de be.
Yên bixwazin dikarin heta 1'ê rezbera 2024'an berhemên xwe bişînin û encam wê roja 30'ê rezbera 2024'an bêne eşkere kirin.
Ji bo têkilî:
E-mail: yarisma@ihdistanbul.org