Diyarname
Serfemandarê Artêşa Îranê Mihemed Bakirî çû Sûriyeyê û bi Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad re hevdîtin pêk anî.
Îran yek ji mitefîkên sereke yê Sûriyeyê ye. Bakirî ligel heyetek digel ku di nav bernameyê de nîn bû jî bi awayekî surprîz çû Sûriyeyê û ligel Esad rûnişt. Bakirî çû Helebê jî û li eniya şer lêkolin kirin.
Ev şeş meh in mîlîsên Îranê li Sûriyeyê ligel Artêşa Sûriyeyê ne. Hat gotin ku di hevdîtina ligel Esad de li ser têkiliyên her du welatan û têkiliyên leşkerî hevdîtin hatine kirin.
Balkêş e bi azadkirina Reqayê ji aliyê hêzên QSD'ê Serfermandarê Îranê çû Sûriyeyê. Her wiha Bakirî di meha gelawêjê de hatibû Tirikyeyê jî û hevdîtin çêkiribû.