Diyarname
Barack Huseyîn Obama piştî ku hat hilbijartin eleqeya ji bo her du pirtûkên wî zêdetir bû.
Serketina serokê nû yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Obama tesîr li pirtûkên wî jî kir.
Obama heta niha du pirtûk nivîsandine bi navê "Dreams from My Father" û "The Audacity of Hope". Her du pirtûk jî niha li ser înternetê rekora firotinê dişkînin.
Di malpera firotina pirtûkan Amazonê de her du pirtûk ketin nav lîsteya 25 pirtûkên ku herî zêde têne firotin.
"Dreams from My Father" di salên 1990'î de hatibû weşandin û li ser bînanînên Obama ne. "The Audacity of Hope" jî di sala 2006'an de hatiye weşandin li ser fikrên Obama yên siyasî ye.
Her wiha hate gotin ku pirtûkên dijberî Obama ku vê havînê hatine weşandin jî bi eleqeyekê re rû bi rû mane.