Diyarname
Weqfa Mafên Mirovan (TÎHV) îsal 9'emîn Rojên Belgefîlman a Mafên Mirovan dide dest pê kirin. THÎV li Îzmîrê ev 9 sal in vê çalakiyê dide dest pê kirin û belgefîlm bê pere têne nîşandayîn.
Îsal 70'yemîn salvegera qebûlkirina Danezana Mafên Mirovan a Gerdûnî ye. Mijara bingehîn a Rojên Belgefîlmên Mafên Mirovan a îsal li ser vê salvegera danezanê hatiye amadekirin. di vê çarçoveyê de dê parêzvanên mafên mirovan, belgefîlmkar bêne ba hev, li fîlman temaşe bikin û meseleya mafên mirovan nîqaş bikin.
Di nav bernameya îsal de belgefîlmê li ser êzîdiyan, li ser Yaşar Kemal, li ser binpêkirina mafên jinan ên li Afganistanê, li ser karkerên tekstîlê, li ser gelê Rio de Janeiro ku berî Kûpaya Cîhanê ya 2014 û Olîmpiyata 2016'an ji malên xwe hatin dûrxistin, dîsa belgefîlmên li ser kuştinên kujer nediyar ên li Îranê, bi kurt û kurmancî li ser mafên mirovan gelek belgefîlm derdikevin pêşberî temaşevanan. Di nav belgefîlman de çend belgefîlmên derhênerên kurd jî hene.
Hin belgefîlmên ku dê bêne nîşandayîn ev in: "Elîf (Dernêner Elîf Ergezen, Emre Kanlioglu)", "Hevêrk (Derhêner Rûken Tekeş)", "Efsaneya Yaşar Kemal (Derhêner Aydin Orak)", "Araf (Derhêner Didem PEKUN)", "Efsaneya Çîrkîn Kral (Derhêner Huseyîn Tabak)", "Bîr (Derhêner Veysi Altay)", "Ez Sûriyeyî me (Derhêner Hernan Zîn) "Parçalar (Derhêner Rojda Akbayir)"...
Rojên Belgefîlman ku TÎHV ligel Îletîşîm Çalişma Toplulugu li dar dixe, nîşandayîna belgefîlman li Navenda Çanda Fransiz ku li Alsancaka Îzmîrê ye li dar dikeve.
Ji bo kesên eleqedar:
Navenda Çanda Fransiz:
Cumhuriyet Bulvari No: 152 Alsancak / Îzmîr