Diyarname
Serokê Odeya Sanayî û Ticaretê ya Amedê Galip Ensarioglu ji peywira xwe îstîfa kir û ji bo pêÅŸberendamtiya mebûsiyê serî li AK Partî da.
Galip Ensarioglu ji Serokatiya Partiya Demokrat (DP) ya Amedê îstîfa kiribû û bûbû Serokê Odeya Sanayî û Ticaretê ya Amedê.
Ensarioglu niha ji bo bibe mebûs ji peywira xwe îstîfa kir û serî li Ak Partî da.
Ensarioglu par ji DP'ê îstîfa kiribû û ragihandibû çapemeniyê ku ew serbixwe ne.
Ji malbata Ensarîogluyan M. Salim Ensarioglu bi salan li ser xeta Demokrat Partî xebitî bû, mebûsî kiribû. Bi giÅŸtî malbata Ensariogluyan heta niha her dengê xwe dane Partiya Demokrat.
Galip Ensarioglu ku ji vê malbatê tê di dema referandûmê de dijî "boykotê" derketibû û eÅŸkere kiribû ku ew piÅŸtgiriya "Erê" dike.