Diyarname
Helbestvan, nivîskar û weşanger Rênas Jiyan li ser helwestan Mebûsê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr bi ser twittera xwe re helbestek weşand û diyarî Baydemîr kir. Baydemîr li Meclisa Tirkiyeyê qala Kurdistanê kiribû û ji ber vê yekê Meclisê ceza lê birî bû. Piştî vê yekê di tora civakî de piraniya kurdan piştrigiriya Baydemîr kir. Rênas Jiyan jî bi helbestek piştgiriya xwe eşkere kir. Vaye ew parvekirina Rênas Jiyan:
Ji bo Osman Baydemir
Ey Kurdistan
Ey kew
Ka bêje çawa diherime xew?
Kengî ji bo azadiyê xwîn dibe dew?
Bes tu megirî hew
Bijî bedew bedew
Ji te re her der bela ye lew
Were bilûse li ser gurzê Kawayê qelew
Kawa û kew
Wekîdin her tişt derew
**
Nûçeyên li ser meseleya Baydemîr:
- Yildirim: Bi zagonan hûn nikarin dîrok û erdnîgariyê biguherînin
- Ji ber peyva 'Kurdistan' Meclisa Tirkiyeyê ceda da Osman Baydemîr


