Derhênerê kurd Behmen Qubadî piştî ku ji Festivana Cannesê vegeriya Îranê hat binçavkirin û hefteyekê di bin çavan de ma.
Hevalekî Qubadî yê li Parîsê daxuyakirin ku piştî li FesTîvala Fîlman a Cannesê fîlmê wî "Kes qala pisîkên Îranê nake" hat nîşandayîn ew vegeriya Îranê û li wir hefteyekê hatiye binçavkirin. Çavkanî dibêje ku 1'ê vê mehê ji Almanyayê derbasî Iraqê û ji wir derbasî Îranê bûye û hatiye binçavkirin. Piştî hefteyeke binçavkirinê bi kefaletê serbest hatiye berdan.
Heman çavkanî dibêje, Qubadî gotiye ku ger hûn du rojan ji min xeberê negirin bizanibin ku ez hatime girtin û me jê xeber negirtiye, piştî hefteyekê hatiye berdan.
Nûçe dibêje ku senaryoya "Kes qala pisîkên Îranê nake" ji aliyê destgirtiya wî Roksana Saberi ve hatiye nivîsandin û ji ber ku di fîlm de rexne li Îranê hatiye kirin ew hatine binçavkirin û bi kefaletê serbest hatiye berdan.
Roksana Saberi demek berê li Îranê bi îdîaya casûsî kiriye hatibû girtin û hatibû serdan.
Ji CNNturkê hatiye girtin
***
Nûçeyên eleqedar:
- Behmen Qubadî li Cannesê du xelat girt
- Qubadî bi fîlmê xwe yê nû diçe Cannesê