Di Labîrenta Pan de di bin siya faşîzma Franco ya li Spanyayê de, em li dinyaya keçikeke dehsalî dibin mêvan. Di bin siya têkoşîna dijî faşîzmê de, em dibin şahidê rûdanên derasayî, parapsîkolojîk û li mît û efsaneyên Pan û labîrenta wî ya binerdê dibin mêvan..
Ez çima behsa vê dikim? Hûn ê niha bibêjin “das li ku tir li ku!” na na, wisa nebêjin, ez ê bêm ser hatina Freud a texma me ya kurdî.
Te dî gelek caran behsa “rihê demê” tê kirin û em gelek caran paşstûyê xwe dixurînin û her ku qenc bi merema vê têgînê zal nabin û wiha dişewişin. Aya mebest ji ‘rihê demê’ çi ye?
Dema herî dijwar a Spanyayê ye, di bin nîrê General Francoyê de faşîzmeke tîr û kujinde li seranserê welêt belav dibe. Îja nivîskarê me ji bo vê rewşê û dijwariya wê bişkîne, xwe dadide labîrentên Pan û keçikek biçûk, bi xeyalên wê yên pak, di labîrentên parapsîkolojîk de me digerîne. Aya mebest ji vê çi ye?
Heke hûn xwendeyek dilsoz ê kurdî bin, mebest Bakurê Welêt, tenê li berhemên van du salên dawîn binêrin.
Rihê van du salan, rihekî dî ye. Piştî “Labîrenta Cinên” a Hesenê Metê, vê carê Mamê Freud ji berperên tarîxê fûryaye û xwe dadaye nav labîrent û gêjgerîngên me kurdan. Yanî çi?
Her ku heçikê zordestiyê li newqa me tê şidandin û faşîzma li welatê me giraniya xwe zêde dike, em jî li Panekî digerin û xwe ber bi texmê Sigmund Freud ve dikêşin. Em jî xwe li cur û celebên psîkolojiyê diqelibînin. Kirasê vê serdema me ya nû, lewnên psîkolojîk e.
Piştî ku min “Germîyan î dostê” Hesenê Metê, di Hefsara wî de dît, êdî min biryar da ku vê gotara xwe binivîsim.
Ez ê biçim berî du salan û heta îro, çendî çend romanên me bi mijara xwe berê xwe dane texma Freud û xwe li psîkanalizê qewimandine.
Ez divê tiştekî li vir ron û eşkere bikim. Di rastiya xwe de, dema van nivîskaran ev berhemên xwe, mijarên wan destnîşan kirin, hayê wan ji hev tune bû. Jixwe loma ‘rihê demê’ dibêjim. Mesele jî ev e. Lê binêrin, “Gerîneka Guernîka”, “Gêjevang”, “Şevek Şîzofren” û “Bêhna Dara Sincê”.. û “Hefsar”.. Û “Wehşê Di Hundirê Min de”.. û û em dikarin van zêde bikin. Ev tev barek derûnî dane ser pişta xwe û di warê tematîk de xwe li mijarekê qelibandine.
Rihê Mam Freud li nav tekstên me de çawa şîn dibe?
Ji vê yekê em dişên encameke wiha derêxin, di rastiya xwe de nivîskarên me, yên vê heyama tal, her çendî wekî dûrî hev xuya bikin jî, di meseleya ramankirinê de, di mesela hiş û xema neteweyî û ya dinyayî de, li dora heman rêgehê dizîvirin. Ew jî bi ya min, bi çend sebeban ve girê daye. Yek, bi heman zimanî dinivîsin, bivê nevê bar û xema wî zimanî tê û xwe li ser pişta peyva wan datîne. Du, li hemberî qewmînên gelê xwe heman hesasiyet bi wan re heye. Xema miletê xwe dikêşin.
Ez tenê li ser xwe bibêjim, gava min “Gêjevang” dinivîsî haya min pê nebû ku heman wext, bi heman zimanî Hesenê Metê, Îrfan Amîda, Dilawer Zeraq, Yildiz Çakar, Helîm Yûsiv jî li cihekî dîtir, xwe berdane dalanên psîkanalîzê û li doranên Mam Freud digerin. Ev tenê dikare bi “rihê demê” bê pênasekirin.
Tengasî wiha ne, te ber bi lêgerînên nû ve dibe. Labîrenta Cinan heta bi Labîrenta Pan, Gêjgerîng û lixwevegerên me, her diçe dê berê me bide dalanên nû yên celeb û teşnên nivîsandinê.
Ez dibêjim, Mamê Freud tu bi xêr hatî taxa me…