Diyarname
Vê hefteyê tenê çar fîlm ketine vîzyonê lê her çar jî dikarin lê em bi taybetî "Stars at Noon" û "Avatar"ê derdixin pêş.
"Stars at Noon"
"Stars at Noon" fîlmê derhêner Claire Denis e, li Tirkiyeyê bi navê "Ogle Guneşinde Yildizlar" xistine vîzyonê.
Fîlm di dema Şoreşa Nîkaragua ya sala 1984'an de derbas dibe. Jineke amerîkî serhişt di dema peyfirê de evîndarê karsazekî îngilîz dibe. Her du piştî demekê dê bikevi nava labîrenda kompoyan, derefan û dê bikin ku ji welat birevin. Ji bo vê yekê jî divê tenê bi hev bawer bin.
Di fîlm de Margaret Qualley, Joe Alwyn, Danny Ramirez û Benny Safdie dilîzin. Fîlmî îsal li Festîvala Cannesê xelata mezin girtibû. Fîlm di Fîlmekîmî de li Stenbolê jî bûbû mêvan û niha li vîzyonê ye.
AVATAR
Derhêner James Cameron "Avatar"ekî din pêşkêş dike. Avatarê vê carê navê "Avatar: The Way of Water" lê kirine Zoe Saldana, Sam Worthington, Sigourney Weaver, Stephen Lang û Michelle Yeoh têde dilîzin.
Di vî fîlmî de çîroka malbata Sully (Jake, Neytiri û zarokên wan) û tiştên tên serê wan heye. Baweriya wan a bi hev, berxwedana wan a li jiyanê mayîn, şerê ku ji bo vê yekê didin derdikeve pêş.
Ji bilî van fîlmekî anîmasyonî "Marnie’s World" (ku bi navê "Ajan Kedi / Pisîka Ajan) xistine vîzyonê û "The Harbinger" (Bi navê Şeytanin Kizi) heye.
Va ne fîlmên vê hefteyê:
- The Harbinger / Derhêner Will Klipstine
- Stars at Noon / Derhêner Claire Denis
- Marnie’s World / Derhêner Christoph Lauenstein, Wolfgang Lauenstein / Animasyon
- Avatar: The Way of Water / Derhêner James Cameron