Diyarname
Tîma fûtbolê ya Amed Sporê di Koma Sor a Lîga 2'yemîn a TFF'ê (Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê) de dilîze. Lê ev bi saman e ji bo temaşevanên deplasmanê yên Amed Sporê qedex heye. Vê hefteyê jî ev qedexe li Stenbolê ye.
Amed Spor ve hefteyê, roja 28'ê mehê saet 14'an de li Stenbolê ligel Arnavutkoy Belediye Sporê dê bilîze. Maç li Stada Bolluca ya Arnavutkoy e. Lê niha biryar hateye girtin ku dê temaşevanên Amed Sporê nikaribin herin li maçê temaşe bikin. Arnavutkoy Sporê bi ser hebabê xwe yê tora civakî re eşkere kir ku dê ji bo temaşevanên Amed Sporê bilêt neyên firotin, tenê temaşevanên Arnavutkoy ên ku bixwazin temaşe bikin divê navê xwe li klûbê bidin nivîsandin. Em li klûbê geriyan, gotin qedexeya ji bo temaşevanên Amed Sporê biryara TFF'ê ye, ne ya me ye.
Ev bi salan e nahêlin temaşevanên Amed Sporê li deplasmanê li maçan temaşe bikin. Bi taybetî jî li Stenbolê ku gelek temaşevanên Amed Sporê hene.