Devê ji xwendinê vir de dibê
mezin e lingê ûjdên, hilnayê di bedena biçûk a însên de
Xwendina ji nivîsê wê de dibê
bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de
Di kitêbxaneya devê min de
xwendin sabotaj e li dij spekulasyonên fêrbûyî
Min tu car bawer nekir ji van çîrokên çîrokbêjan. Dîsa jî çîrokbêjan nava min ji xwe re kirine mal, lê mala min hîn welatek nedîtiye bo ji xwe re bike war. Min salên xwe giş kirin rêwî li pey wê fıkra ûjdên pênase dike. Li sikakên kitêbên nivîsî tevan geriyam, min ne peykerê ûjdên dît di dengê vegotinê de, min ne vegotina peykerekî bihîst di sikakeke paragrafekê de.
zemên li her sikakê tenê ez dîtim
rêwîyê rêyeke pîr bûm di çavên zemên de
lingên min li her zîvirokê tenê gavên zemên dîtin
di gavên min de pîrbûneke rêwî bû zeman
ew bê gopal bû
ez gopalê xwe bûm
Min dengê însanan berhev dikir ji derzên kevirên peyarêyan û min emrê xwe dirijand dewsê, bo kevir nebin malbateke belavbûyî – wekî malbata însanan.
Malbata keviran jî belav bibe, êdî kî wê ji min re bêje çîroka çêbûna însanan?
zeman hemşîre bû roja tu çêbû
dêya te teva sancûyên xwe dirijiya kefa destê zemên
berfa sor dibariya, tu diheliya
û zeman dibû parşomenekî vala
Qet pêrgî ûjdên nedibûm li wan sikakan. Hişê min qul bûbû, hêviya min dirijiya û sikak li pey min tijî rijandin dibûn. Gava tipînî ji dilopa dawî hat, êdî hêviya min nema, wekî gotineke qulbûyî ya tîp gişk jê ketî.
Li pişt min
sikakên kitêbên nivîsî diherikin devê nebûnê
Li pêş min
sikakên kitêbên nenivîsî ava dibin li ser zimanê hebûnê
Li gor hêmabêjiya şairên newelidî
kîjan demsalê herfên zer biweşin ji dara şiîrê
ew demsal heft caran bi zerikê dikeve
Li gor dengbêjiya zemanê vemirî jî
însan pelekî weşiyayî ye li çar payîzên salekê


