Şemî- Sivikahî welatê min e. Cihê giraniyê lê tune.
Çi dereweke giran!
Berî niha min ji vê gotina xwe yeqîn dikir. Niha ez ji giraniya derewê yeqîn dikim. Derew hebûneke giran e û giranî EZ bixwe me.
Birêz Grotesk vê derewgotina min tesdîq dike û piştî mohra xwe li bin derewa min dixe, dibile, bo ez li gotinê sor bibim.
Berê sor bûm, niha ji sorê sortir im, birêz Grotesk. Ji ber kesk sorbûna veşarî ye, nikarim di hebûnê de keska derew zeft bikim û bi xwêdana xwe rengê wê bişom.
Naçîzane sorbûna heyî di derewîniya keskê de vêdixim, piffî agirê sorê dikim, êgir sor dikim û bo di nebûna serşokê de ji giraniya xwêdana xwe xelas bibim, xwe dişewitînim – piçik bi piçik dihellim, niqitk bi niqitk ji xwe diniqitim nava xwe.
Ji bo karibim îşev qala rastiya xwe bikim, neçar im derewgotina xwe bi sorbûna dirustiyê deqdîs bikim.
Na, xwêdana min sorbûna dereweke giran e di vê rastiya kesk de.
Av bi laşê min bibe, sor wê bimire.
Rastî bi derewa min bibe, gotin wê bimire.
Qenalîzasyona serşoka min ji do de xetimiye û xwêdana min bi laşê min ve bûye welatekî giran. Giranî welatê min e. Cihê sivikahiyê lê tune.
Westiyayiyekî şanaz im di derewa îşev de. Lewra heke qenalîzasyona serşoka min nexetimî bûya, îhtîmal e ev nivîs îşev nehata nivîsîn.
Bêhna xwêdanê û mîdye ji laşê min tê, bêhna dereweke dirust jî ji nivîsê.
Radihêlim qedehê, qurta dawî ya sorahiya şerabê dirijînim ser giraniya keskê. Kesk vedimire. Nivîs derbasî aramiya piştî pevşabûnê dibe. Giranî û sivikahî nefesa xwe didin hev. Kompîtur radizê û laşê min ê westiyayî li erdnîgara xewê dest bi rêwîtiyê dike.
Zanim wekî her şevê ez ê ji erdnîgara xewê derbasî şaneşîna sibehê bibim û roj wê birije nava qehweya min.
***
Ji bo guhdarîkirinê: