Diyarname
Du pirtûkên wergerê, yek klasîkek dinyayê, ya din jî hema bêje êdî klasîka tirkî ye û niha bi kurdî ne. Yek ji wan "Qaqlîbaz" e (berê jî ev hatibû wergerandin) û ya din "Golgesîzler" a Hasan Alî Toptaş e ku bi navê "Bêsîber" hatiye wergerandin.
Klasîkek tirkî 'Bêsîber' bi kurdî ye
Nivîskar Hasan Alî Toptaş di sala 1958'an de li Denîzliyê hatiye dinê. Heta niha wî gelek pirtûk bi zimanê xwe tirkî nivîsandin û gelekên wan xelat girtine. Yek ji wan jî "Golgesîzler" e ku di sala 1995'an de hat xelat kirin. Ji wê rojê ve heta niha ev pirtûk li ber çavan e û êdî bûye klasîkek tirkî. Pirtûka ku berê ji bo îngilîzî jî hatibû wergerandin niha ji bo kurdî hat wergerandin û çapkirin. Pirtûk ji aliyê nivîskar Dilawer Zeraq ve hatiye wergerandin û ji Weşanên Lîsê di beşa "Cervantes" de hatiye weşadin.
"Bêsîber" vegotineke windabûnê; vegotina ji nişke ve windabûnan, vegerên nelibendebûnê, sêhrên bi mirin, neynika siyên me ku dikevin ber dewletê. "Bêsîber" wisa hatiye hezkirin ku hem li gelek zimanan hatiye wergerandin û hem bi zimanê xwe bi ser hev de çapên nû dike. Niha xwendevanên kurd ên biwazin dê bikaribin vê pirtûkê bi kurdî jî bixwînin.
Klasîka dinyayê "Qaqlîbaz"
"Qaqlîbaz" pirtûkek klasik e. Nivîskarê wê Richart Bach di sala 1936'an de li DYA'yê hatiye dinê. Di nav pirtûkên wî de "Qaqlîbaz" pirtûka ku herî zêde tê nasîn û herî zêde hatiye belavkirin. Qaqlîbaz heta niha li gelek zimanan hatibû wergerandin û ji bo kurdî jî hatibû wergerandin. Di salên 90'î de Osman Ozçelîk ew wergerandibû kurdî. Niha bi wergerek nû li nav xwendevanên kurd e. Mehmet Çelîk wergera pirtûkê ji îngilîzî kiriye û bi kurdî derketiye.
Di "Qaqlîbaz"ê de çîroka qaqlîbaz ê bi navê Jonathan Livingston derdikeve pêş. Di dema ku qaqlîbaz ji bo pariyek nan têdikoşin de ji nav wan qaqlîbazek cuda ye, qaqlîbazek azad e, sînoran nas nake... Pirtûka Qaqlîbaz bi fikir û zimanê xwe, bi çîroka ku bi ser qaqlîbazan re gelek tiştî nîşanî xwendevan dide, carinan dersê jî dide war.
Qaqlîbaz niha bi wergera xwe ya nû li pêşberî xwendevanên kurdî ye.
- Bêsîber - Hasan Ali Toptaş / Wergera ji tirkî Dilawer Zeraq / Weşanên Lîs / 2018 / 270 rûpel
- Qaqlîbaz / Richard Bach / Wergera ji îngilîzî Mehmet Çelîk / Weşanên J&J / 2018 / 88 rûpel