Ku li ku, di kîjan wext û deman de navê wê hatibe hildan nizam! lê ji berî zemanan ve ye, ku her behsa wê tê kirin.
Wekî alaleyekê, wekî diruşmekê, ji ser zimanan haha hatiye bilêvkirin, di teoriyan de alaya wê hatiye berzkirin, libakirin.
Tu serkêşan, rêberan, serokan, pêşengan, pêxemberan, hizirvanan, fîlezofan, teorîzanan bêyî wedkirina wê nekariye lingê xwe biavêje nav erdê hizra tu kesî.
Yên ku li ser erdê xwe rabûn çûn-hatin ku erdên hinên din zevt bikin jî artêşên xwe bi navê wê şidandin… ji ber ew ên hatî, ku erdên wan zevt bikin, ên ku ji ber talan, wêran û destdirêjiyên wanên hatî reviyan jî ji ber nebûna wê koç rakirin, mindalek û şeltek avêtin nav milan, pêxas, ji dewsa pêlavê paçikek li lêngên şidandin, dan cixrî û çolbirên lingno bi qurbanê…
Hemî peyvên ewil ên pirtûkên pîroz; Mishefa Reş, Qur’an, Tewrat, Încîl û Zebûrê bi wê dest pê dikin! Hemû pêxemberan bi angaşta li ser rûyê erdê di nav civakên êla mirovahiyê de ji bo bi wicûtkirina wê dan pêşiya ertêşên xwe yên mirûdî…
Ji Şerê Deh Hezaran bigre heya Şerê Cîhanê yê Yekemîn û Duyemîn; ma Hîtler cîhana germeniyan û Stalîn jî ji bo sowyetiyan li Stalîngradê şerê hev nedikirin?
Îskenderê Mezin jî Selehedînê Eyûbî jî peyva ‘dad’ê dibe ku qet li ser zimanê xwe neavêtibin…
Lê hûn bi çîrokên rovî-yan, bi çîrokên Sargonên Asûrî, neviyên Cengîz Hanê Mogolî yên hemdem jî dizanin…
Û hûn bi vê jî dizanin! Dawiya dawî, ya ku li ser gorna her leşkerê ji şer venegeriyayî pêkhatî, dayikek, hezkiriyekê bi çavên tije rondik, ma negotiye ‘ka li ku yî: ey kur, ey yar, ey dad’!!!
Ma hemî ne ev e…!?
Hemî ne ev e! Ji çîroka ku em pê dizanin, ji du sed saleke ku li ser vê xaka ku pêximberan alaya wê dadê li ba kirin û çol û çolistan dan bin lingên xwe, kurd jî li wê dadê digerin wê dixwazin; ez bêjim azadî hûn bibêjin navê wê dad!
Mêzîn di destê kê de ye, ew bi hêla kê ve giran dikşîne?
Lê hemî ne ev e!
Îro li ser navê ya ku wan pêxemberan dikirin gulpiksora serê her hevoka xwe, di qirna 21’em de li mezata Rojhilata Navîn jinên kurd dikişînin bazarê, rih dirêj lê îman û wijdan hîç! dibêjin Allah û ekber seriyan ji gewdeyê difirînin.
Ji bo çi? Ji bo ku ya Xwedê li ser rûyê erdê bi cih bînin. Çi ya Xwedê, dada Xwedê!? Û li hemberî wan hovan, li hemberî hovitiyên wan, ma yên ku li ber xwe didin, yên ku di çeperên Kerkûk, Mexmûr, Şengal û Kobaniyê de sing didin ber guleyan, ma ew jî ji bo dad-ekê kefen naçirînin!
Dizanim, ya heyî hemî ev e, lê ya bê gotin hemî ne ev e..!
Dad! Dad di heman demê de ma ne aştî, azadî, wekhevî… ma dad, di heman demê de ne wijdan e jî!?
Ji lew, eger ku dad tune be, aştî jî tune, mafnasî jî tune, azadî jî tune, wekhevî û wijdan jî tune... Nexwe, hebûna ji wan her yekê hebûna dadê ye, ma ne!
Lê nebûna dadê!? Nebûna wê şer e, wêranî ye, koçberî ye, talan e, kuştin û mirin e, serjêkirin e! Û li hemberî zilma nebûna dadê, bêguman, berxwedan e, ber xwe didin şêrên Medan..!
Bi çi? Bi dilekî pola û bi keleşnîkovekê! Ku nebû jî bi keviran…
Pêşengno, siyasetmedarno! Bi kevir avêtinê, bi mîtîngan, bi xwe birçî hiştinê, xwe li têlên sînora girtinê, ku çiqas mafdar bî jî têrê nake, dad, azadî, nayê bidestxistin, nikarî bi wê yekê xwe-me biparêzî.
Nabe, ne bi girî, ne bi bergerinî.
Ma ev jî ne çekek e!? Çeka herî bi bandor, çeka serdemê; Bi aqilane meşandina siyaseteke neteweyî û navneteweyî, bi jîrekî û bi zanîn meşandina dîplomasiyeke neteweyî û navneteweyî.
Siyasetmedarê/o, ji loma karê te ne kevir avêtin, karê te siyaset, dîplomasî, li hemû cîhanê diviya tu derî bi derî bigeriyayî, li welêt û li dervayî welêt; tes welat, hikumet, sefaret, sazî û dezgehên sivîl, rewşenbîr û dostan peyda bikirina, qenih bikirina.
Heke, îro ku li cîhanê yek kes jî nayê hawara kurdan, ma nedivê rêveber, pêşeng û siyasetmedarên kurd kumê xwe deynin ber xwe û kûr biramin! Ka çima li cîhanê yek dostekî/ê kurdan ku di siyaset û dîplomasiya cîhanê de bi xwedî gotine tune.
Ji bo vê xaka qedîm ‘dad’ wekî nan û avê pêdivî ye, lê hebûna wê ne mafdarbûn, hebûna ‘hêz’ê dizane- diyarker e!


