Diyarname
Wezîrê Dewletê li ser pirsnameyeke mehane lêçûyîn û hatina TRT'ê eşkere kir.
Mebûsê MHP'ê yê Hatayê Suleylan Turan Çirkin pirsnameyeke da û pirsa lêçûyîn û hatina TRT'ê kir. Wezîrê Dewletê Mehmet Aydin bersiva Çirkin da.
Li gor Aydin mehane 63 mîlyon YTL hatina TRT'ê heye û mehane 59 mîlyon YTL jî ji bo lêçûyînan tê xerckirin. Di nav vê de 24 mîlyon YTL ji bo lêçûyînên xebatkaran tê xerckirin.


