Hemû civakên ku ji nirxên bi zexm û kêrhatî hatî pê, tevî tiştên kêrnehatî û beredayî jî hebûna xwe ya li ser vê cîhana gewrik a mezin û fireh berdewam dikin.
Cîhan jî wisa ye; li ser mîlê lê rûniştî her wekî derwêşekî semakêş li dora xwe doş dibe, hebûna me jîndaran bi dem di nava xwe doş dike, didomîne.
Mirov jî wisa ne, û her wiha xweza jî her wisa ye…
Ew zexmî û kêrhatin tevî civakan, xweza û mirovan jî li ser piyan dihêle; civakeke bi xwedan zimanekî qedîm, çandeke tîr û ciwan û tevî çîrokeke dîrokî… mirovekî/ê bi xwedan kesayetî û nasname û xwezayeke bi çar werz ku derbên giran bixwin jî, li ser piyan ku bişewişin jî, lê ji ber ku xwedan rehlên bi kûrî de daketine ne; nakevin, têk naçin.
Me di çîrokan de bihîstiye-xwendiye; ji vê civakê hin kesayetiyên kok qehîm, dilpola; bi hev re; tevî bapîr, kur û nevî sê nifş digel hev, di şikencexaneyan de di zindanan de bi hev re liberxwe dane, hatine darizandin, lê radest nebûne serî neçemandine li pêş neyar…
Wekî dara kenêrkê ya ji dara merxa berî zemanan ku di destan û efsaneyên Mezopotamyaya kevnarê de ji me re wekî çîrok mayî ne; çiya Sîpan û çem Ferat û ax û kilam û darên ku kok û guliyên xwe şikandine lê nebûn sêdare; ew jî li ser û ji vê xakê ne, qehîm in bi zexm in…
Ji lew, her yek ji wan ji sedsalekê jî meztir e, yên hezaran sal dîtî jî pir in, rûspî ne…
Kenêrka ji bermayiya dara merxê, ji zexmî û ji kêrhatiya wê çawa ku kalepîr û pîrejinan wextekê ji bo nezeriyê ji wê darik çêdikirin û bi milên zarokên kur ve dikirin, ji bejna wê stûn û hîzanên ku xaniyek li ser piyan dihêlan jî derdiketin.
Lê ji aliye din wê jî bi mirovên vê xakê re rêwîtiya şaristaniyê kiriye; jixwezêdekirinên me de zexmî û kêrhatiya wê jî, ango ew jî xwedan par e…
Îro roj, her kes ku wê wekî dara kenêrkê bizanibe jî, yan em ji wê çûne yan ew ji me… Wê jî rehlên xwe kûr berdane-berdide nava makexaka me-xwe; ew jî bi zexmî li ser vî erdî her bi cî bûye, û wekî ev qewmê ku jê re kurd tê gotin ku her li vir bûye, ku her wê li vir be...
Wê go: rojek ji rojan piştî salan em çûn gund di nav xaniyê me yê kavilbûyî de geriyan, pê re jî me serdana goristanê kir û miriyên xwe ziyaret kirin; ji bîr nakim, ew dîmena ku berçavên min ketî: dara kenêrkê ya ku di ber gorîçeya bapîrê min de bejn dayî bi hemû şiyana xwe ve siya xwe bi ser sê nifşên malbata min a ku berî sadsaleke ji ber devê şûr filitî bûn de vedigirt, şahidetiya qewlê bapîr, kur û nevî yê sê nifşên malbateke-nijadeke ku li ser vê xakê wekî wê kenêrkê kok qehîm û qedîm mane her wê bimînin, dikir…
Çendîn ku ji kokê de tên jêkirin jî; ev çîrok e dûvdirêj e, te dî bihareke din de jî aj da, hêşin bû û pê re pê re bejn da, pir û geş bû, bû ev daristana ji qewmê çiyê(!)
Ta niha ji kokê de kesî nekariye biqelîne (ew nijada ji arî û ew dara ji daristanên ku dengê bilbilên şadiyê lê dixwînin)
Ev çîrok e dûvdirêj e, ji lew her dareka li ser vê axê bejn dayî, bi zexm e, kêrhatiye; her yek jê temsîla mirazekî dike ye…


