logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Qewimîneke tirsnak

Roja 13'yê vê mehê li qezaya Pênciwên ya ser bi Silêmanî, du welatparêz û têkoşer bi navên Kemal Şêxsade û Westa Sidiq S

  • Dîrok: 19/04/2016
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Necîbe Qeredaxî

Roja 13'yê vê mehê li qezaya Pênciwên ya ser bi Silêmanî, du welatparêz û têkoşer bi navên Kemal Şêxsade û Westa Sidiq Salîawayî hatin revandin û pişt re jî kuştî hatin dîtin. Kuştina van welatparêzan ne bûyereke ji rêzê ye û pirr hûr hatiye plankirin, wekî tê gotin ne tenê bi kevirek du çûk, lê çend çûk hedef girtine. Mirov li cih, dema bûyerê û kesên hatine hilbijartin binihêrê, fêm dike ka çi planêke mezin hatiye pêkanîn û çi destpêkeke qirêj e ji bo zincîreke ji bûyerên muhtemel yên dema pêş. 

Kemal Şêxsade kesayetiyeke ku pirr li Pênciwên tê naskirin, ew herêm hem bi nêzîkahiya xwe ya sînorê rojhilatê Kurdistanê, hem jî di 30 salên dawî de bi kesayetiya vî têkoşerî tê naskirin; Kemal Şêxsade ne tenê bi xwe, tevahiya malbata wî jî di nava têkoşînê de ye û kurêkî xwe gerîla ye û ew bi xwe sala 1983'yan heta 2007'an pêşmerge bûye û piştî tevlîbûna kurê xwe ya nava refên gerîla tevahiya melbatê dikevin nava refên têkoşînê. Tu bûyereke Kurdistanê li kîjan parçe biba, ne mimkûn bû ji Penciwênê deng derneketiba, ew bi xwe pêşengê her çalakiyê bû. Yek ji kesên pirî caran alîkarî dida kolber û kasbkarên ser sînorên çêkirî yên di navbera Rojhilat û Başûr de da ku bi hêsanî nebin hedefa guleyên rejîma Îranê, sînor ji bo Kemal Şêxsade tişta herî bê wata bû. Aktîfbûna wî di nava xebatê û têkoşînê de ne mimkûn bû nebe sedema êrîşan. Çend caran bû armanc êrîşan, lê ew bi saxî rizgar bû. Çend caran li ser bi rêyên cuda gef lê xwarin, lê tu caran ji ber gefên dihatin kirin, wî gav bi paş ve neavêt. Aliyekî ku herî zêde gef li Kemal Şêxsade dixwar, rejîma Îranê bû, bi rêya hevkar û sîxûrên xwe, kesên xayîn û xwefirotî, çend caran hewldana kuştina wî kirin. Par, dema bi êrîşeke çekdarî re rû bi rû ma, çend kes hatin girtin ji aliyê asayîşa di bin deselatdariya YNK'ê de, lê li ser gefa Îranê ev kes hatin berdan bêyî ku werin dadgehkirin. 

Yek ji tişta herî balkêş di malbata Şehîd Kemal de, têkiliyên di navbera xwe û hevjîna wî Çinor Xerîb bû ku ne wekî jin û mêrekî klasîk û bi pîvanên paşketî, lê têkiliyeke mînak bû. Ev ji bo kes û aliyên ku desthiladarî û dagîrkariyê li ser malbata klasîk û kevneperest avakirîbûn, dibû cihê bêzarî û nerehetiyê. Bi qasî wî jî pîvanên azadîxwaz ya vê malbatê ji bo pir kesan mînakeke balkêş bû, pîvana azadiyê ku timî bi xwe dibêjin "em ji PKK û tevgera azadiya gelê kurd fêr bûne" bê guman wê hin kes û alî hewla ji holê rakirina wan bidana; wê peyameke din bi aliyê rojhilatê Kurdistanê bidaya ku bi vê terora reş, dixwazin bibêjin, "kesek nikare li aliyê başûrê Kurdistanê pêşengî û piştevaniya şoreşa azadiya li rojhilatê Kurdistanê bike". Lê, ya zelal ew e ku di rewşa herî bêhêvîmayînê li başûrê Kurdistanê kesayetên wekî Kemal Şêxsade yek ji wan kesayetiyan bû ku çavkaniya hêvî û têkoşînê bû. Tevgera azadiyê li Başûrê welat roj bi roj mezin dibe, lewma ev teror wekî karekî qirêj û pir jî hûr hatiye plankirin. 

Tişta herî zêde mirov dide fikirandin di vê bûyerê de cihê bûyerê ye. Demeke dirêj e ku hewldana tevdana rewşa başûrê Kurdistanê ji aliyê dest û aliyên reş û ne diyar ve heye. Ji bo herêmeke di bin hegemoniya Îran û Tirkiyeyê de, bûyerên bi vî rengî ne tesadûf û xerîb in, lê ya xerîb ew e ku kesên tên girtin bê dadgeh, bê dayîna agahî, herî kêm bi malbatê tên serbestkirin. Çinor Xerîb hevjîna Kemal Şêxsade dibêjê, "ji 5 kesan bi gumanê dibe ku destê wan di kuştinê de hebûye; didu ji wan hatine girtin, lê çima tu tişt nayê gotin, çima berî niha kesên hatibûn girtin di bin zexta Îranê de hatin berdan". Bi vê gotinê, berpirsiyariyeke girîng a YNK'ê ya zelalkirinê heye; divê vê bûyerê zelal bike û wê jî neke qûrbanê têkiliyên xwe bi dagirkerên Kurdistanê re. Eger na, ew kes kî ne û çi ne? Ev bûyer neyê zelalkirin, wê terorkirina kesên din jî pêk were, û kesek jî berpirsyar neyê girtin. Ev qewmîneke gelekî tirsnak e. Yek ji tiştên ku li herêma Kurdistanê tu carî serbixwe û dadwerane nebûye, desthiladariya dadê bûye. Her kes li bendê ye ku bûyera terorkirina Kemal Şêxsade û Westa Sadiq Salîawayî, nebe mîna terorkirina Serdeşt Osman, Kawe Germiyanî û hwd. 

Wekî tê zanîn, ev cara yekemîn nîn e ku kesayetiyên siyasî li başûrê Kurdistanê bi destê sîxûrên rejîma Îranê tên Kuştin, tenê di salên 90'î de nêzî 600 kesayetiyî û pêşmerge hatin kuştin ku hin ji wan jî berpirsiyarên partiyên rojhilatê Kurdistanê bûn. Pirs ew e, gelo teror û reşkujiya salên 90'î dubare dibe? Lê ne sal salên 90'î ne û ne jî tevgera azadiyê ji wan partî û tevgeran e ku ji bo kuştinên welatparêzên mîna Kemal Şêxsade û Westa Sadiq Salîawayî bêdeng bimîne û ne jî tevgera azadiyê li ser bûyerên wisa bê helwêst dibe.

19.04.2016, Yeni Ozgur Politika

Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
Ev jî hene
ad

Dê bikaribin zêdetir azadiya komeleyan asteng bikin

ad

Dengbêj li ber Ulu Camiyê bûn

ad

Helbestvan Ferhadê Içmo wefat kir (Hat nûkirin)

ad

'Doxîn 18+' li benda we ye!

ad

"Rojev" sibê derdikeve

ad

Di warê erêkirina 4'emîn derzî de Îsraîl bû yekem welat

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname