Li gorî hinan, 73’yem, li gorî hinan 74’em, li gorî hinan jî 77’em car e ku kurdên êzîdî, li hember êrîşan li ber xwe didin. Ji ber ku di vî warî û di gelek mijarên din ên dîroka kurdan de lêkolînên zanistî nehatine kirin, gotinên cur bi cur derdikevine holê. Lê çendemîn car be, dîrok dîsa dubare dibe, dîsa kuştin, dîsa mişextî, koçberî li zarokên Tawisî Melek ferz dikin.
Eyn mîna gotinên cur bi cur ên derbarê ol û nîjada êzîdiyan de. Bawer dikim, divê di vê mijarê de, lêkolînên zanistî û fireh bêne kirin ku ev jî pêdiviyeke dîrokî û neteweyî ye di warê kurdan de. Haydar Karataş, di nivîsa xwe ya bi navê “Şebekler ve Ezidiler” (*) de bi hin mînakan angaşt dike ku baweriya êzîdiyan, bi gotineke din baweriya “Tawisî Melek” û baweriya elewiyên Dêrsimê mîna hev e. (Di vê nivîsê de, têgihîştin ku xwediyê nivîsê dêrsimî ye.)
Helbet, ramanên bi vî rengî, bi angaşt û gotinan nayên peyitandin. Ji bo ramaneke rast, pêdivî bi hewldan û spartinên zanistî heye lê wekî kesekî ku beşeke dirêj ji temenê min di nav êzîdiyan de derbas bûye, berî vê angaştê bi çend salan, bêyî lêkolîn û rêbazeke zanistî, tenê ji dirûv û şêweyan, min anîbû ziman ku êzîdî û elewiyên Dêrsimê gelekî dişibin hev û ev yek hêjayî lêkolînê ye. Gotinên birêz Haydar Karataş vê ramana min bêtir şêmber kir di serê min de. Gelek kes, tavilê dê bibêjin, ne tenê elewiyên Dêrsimê, hemû kurd jixwe pêşî êzîdî bûn. Ev yek, jixwe tê zanîn, lê agahiya ku birêz Karataş dide û dibêje di baweriya elewiyên Dêrsimê de jî, Tawisê Melek heye, tê wateyeke din ku, ne bi misilmanbûna kurdan re, di demeke kurt de têkiliyek di navbera êzîdî û êzîdiyên kurd de û belkî jî bi hemû elewiyên din re heye.
Jixwe, wekî ku di efsaneya baweriya êzîdîyatiyê de jî tê vegotin, çawa ku li ber fermana Xwedawendî, tenê Melekî Tawis serî dananiye û serê xwe netewandiye, wisa jî êzîdiyên îroyîn, li hember zilm û zora êrîşkar û dagirkeran her tim li ber xwe dane û berê xwe dane xewle û lûtkeyên çiyayên welatê xwe. Ji ber vê yekê ku piraniya niştecihê êzîdiyan çiya ne, çiyayê asê û bilind in.
Ev mijar, mijara lêkolînê ye û li benda zanyaran e. Em vê mijarê li vir dihêlin û derbasî rewşa dawî ya ku bi destê hov û bêjiyên emperyalîstên mêtinger ve pêk hatiye. Êrîşên dawî yên li Kurdistanê, êrîşên ku kes nizane çendem êrîş in û gelo dê kengî û li ku derê bêne rawestin.
Li Rojhilata Navîn, ji bo kolonyolîst û mêtingeran, Kurdistan çawa xwediyê cihekî taybet be, li başûrê Kurdistanê jî, herêma Şengalê, ango cih û warê êzîdiyan jî ji bo êrîşan xwediyê gelekî taybetmendiyan e. Çi ne ev taybetmendî gelo?
Êzîdî, di dîrokê de, ne tenê bûne hedefa êrîşên neteweyî, ji bilî tirk, ereb û farisan, ew bi destê kurdên ji nîjada xwe jî hatine perçiqandin. Loma ew hedefa herî hêsan in.
Ku nakokiya neteweyî bikêr nehat, nakokiya olî ji hêla êrîşkaran ve hatiye bikaranîn. Ji hêla hincetan jî êzîdî pariya herî hêsan in.
Di desthilatdariya kurdên Başûr de, êzîdî û herêma êzîdiyan bê xwedî hatiye hiştin. Ne ereb û ne jî kurd kes li wan xwedî derneketiye. Xwediyê vê gotinê êzîdî bi xwe ne, gazin û giliyên xwe li ber şandeya nivîskarên kurd ên ku ji amedê çûbûn, li Laleşê, ne pir berî neh-deh mehan bi dilekî şewitî anîbûn ziman.
Di her warê ku êzîdî tê de dijin, ji ber cudatiya baweriya xwe, bi çavekî piçûk li wan hatiye nihêrtin, loma jî civaka êzidiyan, Ermenistan ne tê de, ji hêla perwerdehiyê li paş hatine hiştin. Ji ber vê yekê jî, rêxistibûna wan a modern heta van salên dawiyê pir lawaz e. Li hember êrîşan serî danaynin, berê xwe didine bextê çiyan, lê ev yek têrî parastina wan nake. Çavê xwe ji neyar naşkînin lê neyar jî bêtirs bi ser wan de diçin. Ev qelsiyek, kêmasiyeke mezin e.
Ji ber van sedeman, di serpêhatiyên dawî de, ligel hemû mirovahiya giştî, kurd bi xwe jî xwediyê sûcê ne. Kurdên misilman, bi nêzîkatî, bi hezkirin, bi helwesta biratiyê li êzîdiyan nenihêrtine. Rêz ji baweriya wan re nîşan nedane. Bi kurtasî ji nêzîk ve bawerî û çanda wan a taybet nas nekirine.
Êzîdî wekî ehlê kufir hatine dîtin, wekî miletekî lanetkirî hatine binavkirin. Heta bi rewşenbîr û xwendeyên welatparêz jî, ji bo naskirin-hezkirin û bihevrebûna êzîdiyan kedeke şênber nedane. Ne pir, berî bi çend salan, li Amedê, mamosteyekî kurd ku xwe wekî welatparêzekî bi nav dikir, li ser gotina ku min got, îro dê ji Almanyayê mêvanekî min êzîdî were. Wî mamosteyî ji min re gotibû, tu bi Xwedê kî, gava hat min bi mêvanê êzîdî re bide nasîn. Ew qas sal in, ez dixwazim mirovekî êzîdî bibînim û nas bikim.
Belê ji Şengal heta bi Tirbespiyê, ji Bişêriyê heta bi Deşta Wêranşar û heta bi Çinar û Bismila Amedê, bi hezaran gundê êzîdiyan hebûn demekê, mixabin niha tev vala bûne, êzîdî ji ber tade, zilm û zehmetiyên jiyanê, li welatên dûr belawela bûn, lê hê jî êzîdî nedihatin nasîn, ligel bawerî, çand û nîjada xwe. Hal bi hal, kurdên qedîm bûn êzîdî û her wiha jî baweriya xwe bi zimanê kurdî dikirin û ev yek jî hêmaneke qewîn bû li ber êrîşên bişaftinê. Êzîdî tu carê zimanê xw jibîr nekirine, di her qada jiyanê de, di serî de îbadeta xwe bi zimanê xwe ango bi kurdî kirine. Ne tenê ev, her wiha gava em li taybetmendiyên kîtekîtî yên zimanê kurdî binihêrin, em dibînin ku fonetîka kurdî û her wiha tewanga peyvan jî xwe di axaftina êzîdiyan de parastiye.
Lê divê em vê jî bibêjin ku bi saya têkoşîna azadiyê ya ku gelê kurd li her warî û ji her hêlê ve dide, ol, netew û çanda êzîdiyan bi civaka kurd dane nasandin û di vî warî de hişmendiyeke xurt derkete holê. Gelek derfet derketin holê. Jixwe îro gava goşt gihîşt hestî jî, xwediyê wê hêz û tevgera ku hişmendî derxiste holê, li gelê kurd û bi taybet jî li êzîdiyan xwedî derket.
Helbet ev yek ne ji hemankê çêbû û ne tiştekî tûşî (tesaduf) ye jî. Ev helwesta ku Tevgera Kurd bi her awayî xwedî li kurdan, li êzîdiyan derdikeve, ji taybetmendiya bîrdozî û bingeha wê ya çînî ye. Ji ber vê yekê ye êrîşkar kî dibin bila bibin, dê cih û warê kurdan wêran nebin êdî û di vî bexçeyê rengîn de, êzîdî dê gula herî geş a Kurdistanê bin.
* Nivîsa “Şebekler ve Ezidiler” roja 24.08.2014'an di rojnameya Birgunê de hate weşandin