Encama hilbijartina 7’ê Pûşperê, xaleke girîng bû di pêvajoya têkoşîna gelê kurd de. Girîngî û taybetmendiya wê, ji bihevrebûn û piştgiriya gelek hêlên civakî/siyasî dihat. Her çiqasî, yeko yeko bi tena serê xwe, her yek ji wan ne xwediyê hêzeke berbiçav û zêde bin jî, wateyeke mezin dihundirîne. Ne pir bihêz bin jî, hêlên ku li ser rêyeke rast û xwediyê ramaneke rast bûn, mil bi mil li nik tevgera kurdan bûn. Pêwistiya gelê kurd bi vê yekê hebû û ev hevkarî pir watedar bû.
Ji ber vê yekê ye ku, desthilatdaran vê rewşê qebûl nekir û di dawiyê de dîn û har bûn. Komkujiya li Pirsûsê, nîşaneya vê yekê ye. Dûre bûyer, yek bi yek mîna xelekên zencîrê bi hev girêdayî li dû hev rêz bûn. Piştî rûdanên li çend navçeyên Kurdistanê, helwesta dewleta dagirker li Cizîra Botan peyama sedsalan bû ku digot, sed sal jî tê re bibûhurin dîtin û ferasata min ev e ku divê hûn tim û tim bindestê min bin.
Lê piştî serpêhatiyên zêdeyî sih salan ligel tecrubeyên vê pêvajoya giran bi taybetî tevgera kurd û bi gelempêrî gelê gelê kurd jî êdî xwediyê rewşeke nû, hêzeke nû û her wiha peyameke nû bû ku di pêvajoya neh rojan da di her kêliyê de dida dagirkeran.
Xuya ye ku ezmûna Rojava û bi taybet jî ezmûna Berxwedana Kobanî di dîroka têkoşîna gelê kurd de, rûpelekî nû vedikir. Şer hatibû devê dêrî, êdî tu hincet û tu fitû nebû. Bi her awayî, ji her temenî gel di nav şer de bû. Li hemberî êrîşên hovane, gel mil dida hev. Di wan şert û mercên dijwar de ku di tariyê de tî û birçî hatibûne hiştin, tirsa mirinê jî neketibû dilê ji polan.
Piştî neh rojan, em çûn, me xaniyên kavil, ajalên kuştî, kolanên wêrankirî, dikanên talankirî û bîst û sê mirovên kuştî li Cizîra Botan dîtin. Ligel van hemû bermayiyên şerekî li holê bûn lê me di bibîkên reş ên çavên ku li hember neyar qet neşikestibûn de, haveyna tirsê û misqala bêhêvîtiyê nedît.


