Dema cotkar gêsinê xwe li dû ga, yan jî li dû hespan girê didan û diketin nav zeviyê ku piştî barana biharê, bi tava rojê haveyn girtiye; gêsin axê diqelaşt, ligel dûkêlê ku ji nav axa birawa berjor dibû, bêhneke xweş jê difûrî. Bêhna axê, axa nûajotî, axa nerm û biber. Ha di wê gavê de, dilê cotkarî dibû cihê şahiyê, rûyê wî dibû baqek gulên sor. Cotkarî, bi vê kêf û şadiyê strana xwe ya herî xweş distira, serê kêliyekê jî vê şadiyê bi hesp an bi gayên xwe re parve dikir û bi dengekî berze, digot:
“Xet were xet...
Û bi her xeta ku li dû cotkarî û gêsinê wî zêde dibû, germahî û hêviya di dilê wî de jî mezin dibû.
...
Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn ku emperyalîstan, li gorî berjewendiyên xwe dinya parve kirin, ne wekî cotkarî lê bi rewişta hov û dagirkeriyê welatê kurdan xeto xeto kirin. Bi xetên ku xêz kirin, Kurdistan kirin çar qet, dil û mêjiyê kurdan jî parçe parçe bûn. Ne tenê deşt û çiya, çem û rûbar, ya herî kambax ziman, çand, derûnî, berjewendî, bi yek carê jiyan ji hev cuda û ji hev dûr kirin. Ma ku ne wisa bûya, dê bi çi feraset û bi çi rengî û bi çi ecêbê, îro deriyên ku ji hêla emperyalîstên dagirker ve hatine daran, bi heman awayî ji hêla kurdên desthilatdar ve jî nedihatin parastin. Ku xwelî li serê xwe dibarînin û deriyê navbera Başûr û Rojava venakin. Ku ne wisa bûya hin ji xortên kurdan dê neçûna, ligel hêzên çeteyan li hember kurdên berxwedêr ên Rojava şer nedikirin. Ew xet û parçebûn e ku bûn sedem ku zimanê kurdî, li ser lingên zaravayan bimîne û pirsgirêka zimanî çareser nebe. Dîsa ew xet û perçebûn e ku kirûyeke mîna olê ku kirûyeke takekesî û li gorî bawermendiyê pîroz e, dibe sedema ku mejiyê xortên kurdan pê bê şuştin û her weha dibin agir û dikevine nav bêndera gelê xwe. Zarokên kurdan, bi destên kurdan qîr dikin.
Bêdengmayîna cîhana modern(!), cîhana demokrat(!), cîhana mirovperwer (!), kula li ser kulan e. Lê kurd vê dûrûtiyê ji zû ve û ji gelek cihan dinasin; ji Dêrsim, ji Agirî, ji Zîlanê, Amed, Amûdê, Helebçe û Qamişlokê.
Lê bi demê re, gelek tişt guherîn. Di mejî û giyanê kurdan û her wiha di welatê wan de. Xinizî li hin cih û deman, mîna sitiriyên di nav rez û bexçeyan de, bikevine lingên şêniyên vê erdnigariyê jî, meşa azadiyê her roj bêtir gewre dibe û her wisa geş dibe. Tu astengî, tu hêz êdî nema dikare pêşiya lehiya azadiya ku ji qetekî diherike qetekî din, bigire.
Bi xetkirina welêt re, jiyana kurdan bû qaçax; di nav vê qaçaxî û nepeniyê de, bi salan e, kurd di nav êş û kederê de ne û heta roja îro jî birînên wan rehet nebûn. Di serî de tevgera azadiya kurd, xwe li xetê da, fermana ku welat kiribû çar qet, kire parçe parçe. Di serî pêşî de, di derûnî û bîrdoziyê de xet rakirin. Aniha jî bi awayekî fîzîkî xet radibin. Kurd dibêjin:
XET HERE XET...!
Xewn û xeyal dibin yek, dil û mejî nêzî hev dibin. Ji ber vê yekê ye ku şaşwaz û bêdeng e cîhana emperyal. Lê tovê azadiyê ketiye nav axa biber. Mabû rojava, va ye ew jî xaka xwe bi xwîn û xwêdana xwe av dide. Gelê Rojava yê kedkar û xizan, yê ku desthilatdariya Baasê nasnameyek jî nedikir mafê wan, rabûne serhildanê û li hemberî êrîşên hovane ketine xeta berxwedanê. Her çi qas mezin û giran bin jî berdêliyên ku didin;
“Ronî dibe Kurdistan”
Û
“fereca xêrê ne dûr e.”


