Cara duyem e ku Fûara Pirtûkan li Amedê tê lidarxistin. Mixabin gelek tiştên asayî ku li ba xelkê bûne kevneşopî, bûne karên ji rêzê; li cem kurdan nû pêk tên. Pêkhatina van tiştan kêfxweşiyek be jî, tu bikî nekî mirovî dixe nav xemgîniyeke giran ku gelê kurd bi zanebûn ji gelek tiştên asayî ku bi hezaran car heq dikin mehrûm mane. Wekî wêje û huner, wekî rêvebiriya herêmî û desthilatdariya cîgeyî, wekî weşanxane û beşên hunerê; di gelek qadan de mixabin virnî maye.
Xelk û alem gihîştine serê lûtkeyan, hîna em di quntara çiyayên bilind in. Lê qet ne xem e, bi ked û baweriya pîroz dê ev deriyên girtî jî li ber ziman, huner û wêjeya kurdî vebe.
Fuar ne tenê bi pêşkêşkirina pirtûkan, her wiha bi nîqaş û giftûgoyên li ser qada siyasî, edebiyat, ziman û hwd jî pêk tên. Danûstandina ramanê, bi her awayî asoyê firehtir dike.
Di roja îroyîn de ku di fûarê de jî derkete holê, çûn û hatina di qada weşangeriya kurdî, nîqaş û xebatên zimên û her wiha li ser pirsgirêkên neteweyî hêviyekê derdixe holê. Weşanxane zêde dibin, kiryar û xwînerên kurdî zêde dibin, çeşn zêde dibin, her wiha berhem zêde dibin. Ji bo çareseriya pirsgirêka zimên û siyasetê ev yek pir kêm be jî, rûdanên xweş in. Helbet, çareseriya herî baş û mayinde, bidesxistina mafê perwerdehiyê bi zimanê dê ye.
Di fûara duyem, ya sala 2011’ê de bi taybetî kêfxweşiyeke din li ba min çêbû ku weşanxaneyên ku weşana bi zimanê tirkî dikirin, îsal rûpelên xwe ji kurdî re jî vekirin. Bi taybetî jî ez dixwazim vê yekê bi xwendevanan re parve bikim ku yek ji wan weşanxaneyan “EVRENSEL BASIM YAYIN” e ku ne tenê berhemên kurdî çap dike lê ligel vê pirtûkên xwe bi buhayeke erzan difroşe. Bala min kişand û min sedema vê yekê ji berpirsiyarê weşanxaneyê birêz Cavît Nacî Tarhan pirsî. Birêz Tarhan got ku ‘Hemû xebatkarên me bidil dixebitin, ev yek derfeta erzan firotinê dide me û ji bo ku her kes karibe pirtûkan bikire û bixwîne, em pirtûkên xwe erzan difroşin.’
Bi rastî ev raman bêhtir kêfxweşiya min zêde kir. Ez jî dibêjim qewet be ji we re...


