Diyarname
Maçên çarîkfînalê hatin lîstin. Di maçan de duh Gençlerbirligi û A.Demir spor bi hev re lîstibûn û 2-2 mabûn lê ji ber ku di maça yekem de Gençlerbirligi ew 2-1 têk biribû, Gençlerbirligi tûr avêt.
Di maçên îro de jî Kayserispor - Gençlerbirliği OFTAŞ 2-0 têk bir û tûr avêt. Di maça Beşîktaş û Rîze de digel ku Beşîktaş 3-2 Rîze têk bir jî ji ber maça yekem li Rîzeyê li mala xwe Beşîktaş 1-0 têk biribû Rîzespor tûr avêt.
Di maça dawî ya kûpayê de jî du tîmên mezin ên Tirkiyeyê Galatasaray û Fenerbahçe hatin hemberî hev. Maça berê ya li sehaya Fenerbahçe 0-0 mabû, di maça îro de Galatasaray 2-1 Fenerbahçe têk bir û tûr avêt.
Di maça ku gelek dijwar hate lîstin de hakêm 4 caran qertên sor nîşanî lîstikvanan da. Di encama qertan de Fenerbahçeyê bi 8, Galatasarayê jî encax bi 10 lîstikvanan karî maçê temam bike.
Tîmên Kayserî, Rîze, Gençlerbirligi û Galatasaray derketin nîvfîlanê. Di encama pişkeyê de dê diyar bibe ku kîjan tîm bi kîjanî re dê bilîze.