Diyarname
Di Kûpaya Tirkiyeyê de çarîk fînalîst diyar bûbûn, niha ji bo wan pişke hat kişandin û di heman demê de ji van dê kîjan çawa li nîv fînalê bên hemberî hev jî diyar bûn.
Pişte îro hat kişandin. Maçên çarîk fînalê dê rojên 1, 2 û 3’ê adarê bêne lîstin. Encama pişkeyê wisa çêbû:
- Trabzonspor - Antalyaspor
- Sivasspor - Fatih Karagumruk
- Alanyaspor - Gaziantep FK
- Beşiktaş - Kayserispor
Ji van 8 tîman 4 tîmên bi ser bikevin dê derbasî nîv fînalê bibin. Li gor biryara ku hatibû girtin maçên nîv fînalê dê wekî du maç bêne lîstin. Maçên yekemîn 19, 20 an 21’ê avrêlê maçên duyemîn jî dê 10, 11 an jî 12’yê gulanê bêne lîstin.
Nîv fînalîst dê wisa diyar bibin:
Serketiyê maça Trabzonspor - Antalyaspor û serketiyê maça Beşiktaş - Kayserispor dê bibin reqîbên hev.
Dîsa serketiyê Alanyaspor - Gaziantep û serketiyê Sivasspor - Fatih Karagumrukê bibin reqîbên hev.
Maça fînalê jî dê roja 26’ê gulana 2022’yan bê lîstin.