Her helbestvan pîneyên birînên dil û binhişê xwe bi saya helbestên xwe didirûn. Di dilê her helbestvanî de pîneyên nekêlkirî hene, derdê helbestvan jî van birîn û pîneyên xwe dirûtine. Helbestvan Yeqîn h. di pirtûka xwe ya helbestê a bi navê “Beytikê” de pîneyên dilên xwe piranî bi şev dirûtîye. Birînên dil û bihişê xwe bi şev kewandîye.
Yeqîn h. hestên xwe yên ku di dil û hiş de kombûne, ango birînên welet, birînên şexsî û birînên dîtir giş bi “şev” kêl avêtîne. Belê di helbestên Yeqîn de têgiha şevê serdest e. Lê belê têgihên wekî welat, êvar, zeman, birîn, xwîn, mirin û heyv û hwd di helbestan de serdest in. Lê belê serdestîya herî mezin têgiha şevê kiriye. Heta di gelek helbestan de serenav û naveroka helbestan jî ji têgiha şevê pêk hatiye. Hin helbestên ku serenavên wan şev in: “Şeval û Şev, Beyan û şev, Ez û Şev, Şev û Rê, Şev û Girî, Şev û Neqeb, Elametên Şevê, Şev û Birîn û Tu şev û Lale…”
Em dibînin ku hem di serenavên helbestan de, hem jî di naveroka her helbestan de hema hema têgiha şevê desthilardar e. Îcar têgiha şevê ji bo helbestvan tê çi wateyê û çi temsîl dike gelo? Çima ew qas derbdayîn û giringî daye têgiha şevê? Helbet em ne di dil û hişê nivîskar de ne, loma em nikarin bejin, aha nivîskar dixwaze vî tiştî bêje, tenê em dikarin şîrove bikin. Lê em dikarin bejin têgiha şevê berî her tiştî zemên destnîşan dike û heman demê nixûmandinê, melankolîzmê, xemgînîyê û aramîbûnê, hizûrê, zayendîyê û hwd temsîl dike. Şev, heman deme de qisûran jî vedişêr e. Îcar di helbestvan de têgiha şevê kîjan metaforan û têgihan temsîl dike. Gelo em dikarin bêjin di helbestvan de têgiha şevê pirtir hestên şexsî ên hundirîn û hestên welêt destnîşan dike. Asas helbestvan hest û birînên şexsî û yên welatparêzîyê di nav hev du kelijandiye.
Her wiha helbestvan di helbesta xwe ya bi navê “Xwîn” de behsa Habîl û Kabîl û bûyera Kerbelayê jî dike. Wekî em dizanin Habîl û Kabîl du bira ne, di navbera wan de şerekî dijwar qewimiye, em dikarin bêjin sedema şerê wan piranî ji ber çavnebarî û hesûdî bû, têgihên hesûdîyê û çavnebarîyê têgihin psikopatolojîk in.
“Li gor min çavnebarî(haset), rûxandineke tehna(itki) vegotkirina oral-sadîst û anal-sadîst e; ji destpêka jiyanê de bi bandor e û bingeheke wê ya binyeyî(bünyesel)* heye.” (1)
Yanê di bingeha çavnebarîyê de rûxandineke sadîstîk a ku pişta xwe dispêre heyamên zarokatiyê û berî heyamên zarokatîyê, yanê hîn di zikê dê de çavnebarî û hesûdî xwe dikamilîn e. Heta bingeha çavnebarîyê xwe digihêjîne heta xûliqandina jiyanê. Çimkî a ku herdu birayan bera ber hevdu dide têgihên çavnebarî û hesûdîyê ne. Talîyê ji her du birayan yek jê başiyê diparêze, yê din jî xirabiyê dihilbijêre. Di helbesta Tofana Nû-h de jî behsa Adem û Hewayê tê kirin. Asas em dikarin bejin helbestên me bingeha xwe hinekî li ser asasê afirandina jiyanê û mîtosê ava dike. Ev hêla helbestê gerdûnîya helbestê destnîşan dike.
Di helbestan de behsa şikeftka Hîrayê jî tê kirin, dêmeg helbestên me bingeha xwe li ser têgihên oldarîyê jî dixuliqîne. Werhasil mijara helbestan hinekî jî xuliqandine. Yanê afirandin, oldarî, zayendî, xwînrijandin, qedexebûn, exleq, çavnebarî, hesûdî û hestên şexsî û hwd di helbestan de finda xwe çirisandine. Her wekî din helbestvan di helbestên xwe de behsa nivîskarên bi nav û deng yên jin, yên ku întîxar kirine ango behsa Sylvia û Virginia Woolfê jî kiriye. Yanê helbestvan çiqasî pîneyên dilê xwe yên şexsî dirûtibe, ew qasî jî xwestiye pîneyên helbestên gerdûnî biteyîsîne. Helbet em nikarin behsa helbestan gişan bike, lê em dikarin behsa helbesta wî ya herî balkêş “Bûkaniyê bixwîn” bikin. Çimkî helbesteke cihê û psîkopatolojîk e.
“Bûkaniyê bixwîn”
Bîşeng di şevê'd maye
Porr vedike bi derziyê periyek -ta li bê geriyaye
Bi kêlê vebûye Can
Baçemêlkê perr dakiriye bi avê
A li palê heyv e, ketiye temaşeyê
Şevereşkek, diqulipe li qelpekî
Li ser miriyekî dixwînin keriyek kund
“du cinn tên, ji şêwrê
Du cinn
Kurtepist in di devê çêm de
Çêlî bûkaniyekî bixwîn dikin -bi serê zimên
“ax û xwîn di hev de gihane" dibêjin
Devê çêm bi xwîn e
Devê çêm du birîn -bi serê zemên
...
Li bin bîşengê du mirîşo, xwînê bi avê dişo.”( rp-60)
Ev helbest helbesteke psîkoanalîtîk û grîfît e. Çimkî dema em li vê hevoka “Devê çêm bi xwîn e, devê çêm du birîn –bi serê zimên” dinêrin rasterast zayendîyê bi bîra mirov tîne çimkî mijara zayendîyê mijareke psîkoanalîtîk e. Yanê nivîskar devê çêm dişibîne çi? Di devê çêm de du birîn, vana birînên çi ne gelo? Devê çêm naveşeq e an jî welat e, kîja ye gelo? Çimkî xwîn jê diherike. Xwîn ji nava şeq diherike ecêba? Helbet meriv dikare wiha jî lê vê hevokê binêre “welat” şibandîye bûkekê, bûkeke ku keçanîya wê hîn ji destneçûyî ye. Werhasil heke devê çêm nav şeq be, dêmeg keçanîya qîzekê temsil dike. Asas di vê hevokê de helbestvan şibandineke grîfît û kaotik bikaranîye. Çimkî “li hêlkê kund li ser mirîyekî dixwîne, li hêlkê xwîn bi avê tê şiştûn, li hêlkê heyv li bûyeran temaşe dike (heyv di vir de metafora çavan e, çimkî temaşe dike), li hêlkê du cin tên şêwrê dikin, loma helbesteke grîfît û psikopatolojik e. Helbestvan “Xwîn û Avê” dişibîne hev du çimkî wekî çemekî(avê), xwînê diherikîne. Devê çem nav şeqê destnîşan dike, av jî xwînê destnîşan dike. An jî çem welat e, û ava çem jî xwîna ji welat diherike dinimîne. Devê çêm birîndar e, ya birîndar welat e, an jî ranên qeçekê ye. Heke çi be jî êdî ran an jî welat rûxiyaye û ne wekî berê ye. Hasilkelam meriv vê helbestê dikare bişibîne gelek tiştên din jî çimkî grîfît û psîkopatolojik e. Lê devê çêm, xwîn û av herikandin pirtir dişibe quz, jixwe ji serenavê helbestê jî diyar e di dewsa quz de hatiye bikaranîn dixuye. Lê helbet em nikarin sedîsed bejin wiha ye. Di helbestê de têgiha xwîn û quzê bi serê xwe psîkoanalîtik in.
Di vê helbestê de Bacemêlk jî hatiye bikaranîn, jixwe em dizanin bacemêlk heywaneke şevê ye û heman demê de heywaneke dizê, loma bacemêlk û însan hemhêlên wan yên wekhevîn zayîn û ducanîbûn e. Bacemêlk metafora zayîn û şevê ye. Bacemêlk bi şev çavên wan xurt in û heman demê de heywaneke meriv jê ditirse.
Di vê helbestê de heywaneke din jî kund e. Kund piranî semboleke neyînî, û heywaneke şevê ye. Lê kund sembola hunerê ye. Çimkî kund, “Bi şev dibine, ji ber vê sedemê jî kund sembola hûnere ye.”(2) Yanê di helbestê de heywanên ku hatine bikaranîn li gor formsazî û watesazîya, tevnesazîya helbestê û hestan li hev in. Wekî me go kund di hunerê de cîyekî girîng werdigire. Kund di hunerê de pêşdîtinê dinimîne û sehekên kundan yên pêştînê ji zanistiyê ra pêşengtiyê dike.
Her wiha helbestvan di helbestên xwe de heywanên wekî hechecik û mar jî bikaranîne. Mar piranî metaforeke neyînî û Hechecik jî bêtir mehsûmiyetiyê û xwerûbûnê dinimîne. Lê belê emrên hechecikan piranî kin e.
Di vê helbesta me de metaforeke din a neyînî jî bikaranîna “Cinan” e. Wekî em dizanin di nava civakê de cin wekî metaforeke tirsnak û groteskî tê dîyîn. Helbet cin jî afirandinên hiş û aqilên însên e. Lê di helbestê de mîna ku cin firîşteyan temsil dike dixuye. Îcar dema em li temamiya helbestê û metafor, analoji û heywanên di helbestê de hatine bikaranîn dinêrin em dibînin ku helbesteke li hev e û di armonîyekê de ye, em beloqbûneke cihê nabîne. Lê ji ber ew qas bikaranîna tiştan helbest veguhezandîye helbesteke grîfît û psikopatolojîk. Di helbestan de şixûlandina metaforan, heywanan û analojiyan helbestan bêtir têrtîrtir, zîqtirîntir û baldartir dike.
Her wiha di helbestan de ji her çar werzîşan bêtir behsa meha Berfanbarê kiriye û ji xwe navê helbesteke helbestvan jî “Berfanbar” e. Berfanbar meheke sar e û mirov di vê werzîşê de pirtir kurk dikevin, helbet ev meh-werzîşa taybetîya wê jî berf e, têgiha berfê paqijbûnê dinimîn e. Berf, hem paqijiya rih û hem paqijiya gerdûnê û xwezayê temsîl dike. Wekî reng jî safbûn û xwerûbûn û dirustbûnê temsîl dike. Lê kesên di vê mehê de tên dinyê piranî rihsar û tengezar in, lê bi hestegermî tevnalivin, çimkî bandora werzîş û mehên werzîşan li ser zayînê bi bandor e, hem bi awayekî psikolojik û hem jî awayekî biyolojik. Hasilkelam di helbestên Yeqîn h. de çiqas hestên şexsî serdest bin, ew qasî jî hestên gelemperî serdest in. Talîyê em tam nikarin helbestên helbestvan kategorîze bikin. Lê em dikarin bejin helbestên Yeqîn h, helbestên romantîk in. Çimkî têgiha “şevê” tenê bi serê xwe romantîkbûnê temsil dike…
Çavkanî:
1)Melanie Klein, Haset ve Şükran, metis, 18
2) Romantîk Muamma, Besim F. Dellaloğlu, Ayrıntı, rp-40
*) Klein vê bêjeyê ji bo tiştên ku ji zikmakî tên(doguştan gelen) û wateyên wê yê din jî wekî berî-jîyîn û heta berî-psîkolojîyê ye.

( Yeqîn H, Beytik, Helbest, Weşanên Belkî )


