Ji salên nodî heya salên du hezarî, wekî tewreke siyasî, rexne li wan kesan dihate girtin ku çima ew bi tirkî dinivîsînin. Êdî kes rexneyên wisa nade der, gere nedin der jî! Rastiyên wan kesan hene ku li vir mijar ne ew e. Ew bi kîjan zimanî binivîsînin edebiyata wan, ya wî zimanî ye, ev jî rastiyek din e. Li gorî min ya ku bê hêvîkirin, bê gengêşîn tiştekî din e; gelo ew kesên hêja nikarin ji bo ziman û edebiyata kurdî gav biavêjin? Ya muhîm ev e, helbet dikarin. Heya niha kî ji wan gav avêtine? Hîç. Dikarîn proje û xebat lidarxistina lê nekirin. Ew her behsa mexdûriyeta vî zimanî û vê edebiyatê dikin (qenebe yên dikin) lê heya niha li Mêrdînê, li Wanê an jî li Stembolê yek gavekê neavêtin!
Rastiyên din hene divê em bigengêşin; mîsal, di warên din yên hunerê de yên bi nav û deng hene ku zimanê hunera wan zimanê navneteweyî ye, gelo ew ji bo edebiyat û hunera me têne çi mehneyê? Em baş li wan xwedî dertên? An jî, ew xwe çawa hîs dikin, çi gotina wan heye ji bo hunera kurd…
Bêyî mijar belawela be, em werin ser meseleyê; wekî tercih, kesek wê li kurdî vegere ê çi be? Helbet, ev hem maf e û hem jî tercihek e. Lê, heke bi awayek wekî ku, bi hawara edebiyata me de tên, were lansekirin ev dibe neheqî li edebiyata me! Îhtimaleke wisa tune ku ew berhemên hêja biafirînin? Helbet, wekî her edebiyatvanek vî zimanî, îhtimal e, kesên li zimanê xwe yê zikmakî vedigerin jî berhemên hêja pêşkêş bikin.
Ji derî vê babetê, bi awayek, hê jî, hin kes, an jî derdor, wextê mijar tê ser edebiyata kurmancî, lîsteya navan ji bêrîka xwe derdixin. Gelo ji alî objektîfbûnê ve, ev rast e? Çimkî, em bala xwe didinê, li ser kîjan nivîskarî, bi tirkî, nivîs hatibin nivîsîn, kîjan nivîskar bi tirkî re hasbihal be, bi gelemperî, navê wan di lîsteyan de ye.
Kes lênapirse, gelo nivîskarekî ku bi salan, ji welatê xwe, ji axa xwe dûr mabe, wê edebiyata ku ew bike, çiqas ruhîyeta kurdî bide der? Heger, ji nivîsîna kurmancî mebest bi tenê peyvên kurmancî bin bila kes xem nexwe edebiyateke wisa derçûye, derdiçe lehî ye!
Qewimînek:
Salên du hezarî, komek kes (12 kes) ji bo xebatên ziman û edebiyatê li Qoserê ked didin. Ji ber xebata wan ew, têne girtin. Îşkence li wan tê kirin.
Li Amedê komîsyonek tê avakirin ku ji Berken Bereh, Arjen Arî, Lal Laleş, Rodî Zerya û Muharrem Erbey pêktên.
Berdevk Muharrem Erbey e. Komîsyon bi rêya mailê hewl dide îmzeyan berhev bike. Rehmetî Mehmed Uzun, bersiveke wisa dide: “Navê wan qelb e, sext e, ew ne nivîskar in, lewma ez îmze nadim”! (Min ev ji Kek Berken Bereh bihîstibû)
Yaqob Tilermenî, Rênas Jiyan… Helbet ev hincet bû, ji lew navê Cîgerxwîn jî bernavk e. Di heman salan de, Mehmed Uzun di medya tirkî de derdibir bê ew ji bo kurdî çi dike çi û çi nake.
Mexseda min, ne nivîskariya Mehmed Uzun û nivîskarên me yên hêja ên din in; ez dibêjim, ev mijareke din e lê dixwazim bêjim heke gotin di derbarê edebiyata me de, zimanê me de têne gotin bila ne jiberî be, bila hinekî objektîfî hebe, bila hinekî ji ked û lêkolînê xwe bide der…
NÎŞE:
Li dû nivîsê min pêdivî pê dît nîşeyekê lêkim.
Li hêlekê civak û têkiliyên seregirtî, li alî din nivîs û nivîsandin; vegotina fikir û nêziktêdayînan... Nêziktêdayîn, teknîk muhîm in; heke ku rexne an jî nivîsa bibe sebeb ku kes bifikirin, gavekê li xwe mikur werin ew nivîs digihîje armanca xwe. Nivîs fikrên takekesî ne, ne 'ayet' in!
Rastiyeke din; heke hûn kûrahiya golê û halê bi gerînek nebînin; bi qirş û qalên bi ser avê ketine, hûn bi wan qirş û qalan re mijûl bin helbet ev mehneyeke xwe heye, fikra navendî ya nivîsa min belkî ew bû.
Tirk dibêjin, me şerê rizgariyê da, piştî nod salan, serokkomarê vî welatî got ku zimanê me têra felsefeyê nake. Di vir de derseke mezin heye.
Di kurmancî de arîşe li vir xwe didin der; aliyê felsefîk yê zimên, têkiliya zimên ya bi jiyanê re, derfetên zimên, atmosfer û mekanê ku ziman karibe lê henaseyên fireh bide xwe, rastiyên wisa gerek bibin sebeb em mijûl bin. Îtiraza me ya bingehîn ew e ku têkiliyeke objektîf, têkiliyeke bi dîsîplîn di navbera me û zimanê me de, di navbera me û edebiyata me de têra xwe tune, ew qas! Hûn dikarin di siyasetê de an jî di karên din de, hinekî bi hestiyarî, hewl bidin, xwe, an jî derdora xwe biparêzên, di edebiyatê de ev zor e, nabe, nebûye, wê nebe jî ji lew metnên edebî mijar in. Derdê min û sekna ‘ehlaqpariziyê’ tune, seknên wisa red dikim, seknên wisa arîşeyan hel nakin.


