Gotineke pêşiyan heye, “silav li rûyan nake li mihan dike.” Ez dibêjim di nirxandin û nêziktêdayînên edebî de însan karibe silav li rûyan bike.
Di edebiyatê de tişta muhîm û esas metn e, wekî din însan çi bêje jî bi du qiruşan nake.
Ji bilî xemên kî ye, çi karî dike, çi gotiye, xwedî çi şexsiyet, bîr û bawerî ye, avê vedixwe an eraqê, bi filan weşanxaneyî re kar dike an bi bêvanî re, ji bo min çi goti ye, bi qîreqîr e an henûn e, nêzî min e an dûrî min e…belê ji bilî her tiştî, bi hişekî notr ger kesekî berhemekê xwendibe, dest dabe ser wijdan, metn nirxandibe helbet ê xizmetekê ji bo edebiyatê bike, wekî din, pûç û vala ye.
Çanda demokrasiyê di têkiliyên bi metnan re jî muhîm e. Ger însan ne xwedî çandek demokratîk be ê têkiliya wî/ê a bi metnê re, ji ber metirsiyên cuda, têkiliyek sexte be.
Pirsek: Ku helbestvanekî me hebûya, tevlî karê bazirganiya koleyan bibûya, helbestên wî hêjabûna me dê çi bikira?
Gelo wext nehatiye, em jiyana xwe, nêzîktêdayînên xwe, bîr û boçûnên xwe, jiyana nivîskarên din, navan, gotinên flaş daynin dera ha û bi metnan re mijûl bin? Bila ew rastî giş bimînin ji bo lêkolîneran.
***
Carna kes rexne li têkiliyên bi desthilatiyan re digirin. Ji bo edebiyatek bi rêkûpêk ew rexne li cî ne.
Gelo desthilatdarî bi tenê siyaset e? Ev pirs gerek bê kirin. Bersiv, na ye; mîsal, îhtîmal e ku di nav saziyekê de çend kes bibin desthilatdar, îhtîmal e ku di nav xebatkarên rojnameyekê de kesek du kes bibin desthilatdar, îhtîmal e ku çend nivîskar xwe li hewesa desthilatdariyê bigirin, îhtîmal e ku nivîskarekî xwe li desthilatdariyê bigire, îhtîmal e ku weşanxaneyek bibe desthilatdar, di polê de mamoste, di mal de bav, di gund de êl û eşîrek…
Ev bi hiqûq û mercan ve girêdayî ye. Ger hiqûqek wekhev û mercên erênî hebin wê çaxê cî nemîne ji wan îhtimalan re.
***
“….Ji ber Îskîtên şervan piştî têkçûyîna qiraliyetên wekî Ûrartû û ‘Phryg’iyan li ser dika dîrokê ciyê wan namîne, BZ di sedsala 6’an de Med li heman dikê cî didin xwe û rol digirin. Med dibin ji du hêzên polîtîk û leşkerî jê yek. Di wê dewrê de yek hêzeke Anatolîyî ya polîtîk û leşkerî heye bikaribe li hember Medan raweste ew jî Lydîa ye. BZ di 590’an de Med heya nava Anatolî didin ber xwe. Med û Lydîa li derdora robarê Halys (Kizilirmak) pev dikevin. Şerê bi navê Halys di navbera qiralê Medan Kyaxares û qiralê Lydîa Alyattes bi navber pênc sal didome…
Lê di dawiya şer de kes bisernakeve…Di xilasbûna şer de rola artêşan nîn e! BZ 585’an de berî li rojê tê girtin. Ev, wekî îşareta Xweda tê hesibandin û her du qiral lihev tên….. Belkî Med wê çaxê dixwazin Lydîa ji holê rabikin…Lê belê ne Med, piştî demekê Akhaîmenîdî ku wekî desthilatên Anatolî tên bibîranîn Lydîa ji dika dîrokê dikin…Akhaîmenîdî, wekî Medan hîndî+ewropî ne û di navbera wan de lêzimtî heye…
Akhaîmenîdî BZ 546’an de paytext Sardeîs bidestdixin û dawî li qiraliyeta Lydîa tînin. Akhaîmenîdî 215 salan desthilatî li hemî Anatolîyê dikin…
Saltanata Akhaîmenîdîyan zêde dewam nekir. BZ di 333’yan de li nêzî Îskenderûn, di 331’an de jî li derdora Arbela (Erbîl) Akhaîmenîdî li hember Îskender têk çûn. Akhaîmenîdîyan bi tenê ne Anatolî hemî welatên xwe ji dest dan. Bi vî awayî BZ di 590’an de desthilatiya Îran a bi Medan re, piştî 260 salan bi têkçûyîna Împeratoriya Akhaîmenîdîyan re bi dawî bû.” (Kovara, Natîonal cographic, rêbendan 2008, rp,84,85,86,87.)


