logo
ad
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Roja Alzheimer a Dinyayê, ne bîra xwe, ne bîra neteweyî winda nekin
  2. Jîna Amînî û 'Jin Jîyan Azadî' berendamên Sakharovê ne
  3. Li Şanoya Bajêr 4 lîstik hene
  4. Va ye bernameya FîlmAmedê
  5. Keleha Necimê tê restorekirin
news-details

Vaye encamnameya Civina Meclisa Damezirîner a Sîstema Federal

  • Dîrok: 17/03/2016
  • Beş: Nûçe

NAVENDA NÛÇEYAN

Civîna Meclisa Damezrîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Suriyeyê ku li bajaroka Rimêlan a Girkê Legê li dar ket bi eşkerekirina encamnameyê bi dawî bû.

 

Piştî civînê, bi beşdariya hemû delegeyan, civînek çapemeniyê hate lidarxistin û encamname hate xwendin. Encamname ku bi erebî hate amadekirin, ji aliyê Hevserokê Meclisa Damezrîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Suriyeyê Mensur El-Selum ve hate xwendin.

 

Encamname wiha ye:

 

“Kordînasyona Giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantonên Cizîr, Kobanê û Efrînê bi armanca peydakirina çareseriyeke siyasî ya ji bo aloziya Sûriyeyê û lihevkirina sîstemeke birêveberina Rojava û bakurê Suriyeyê, banga civîneke berfireh li hemû pêkhate, hêzên siyasî, partî û saziyên civaka sivîl ên li van herêman û herêmên ji rêxistinên terorê hatine rizgarkirin kiribû. Li ser vê bangê, em wekî nûnerên van herêman di 16-17’ê Adara 2016’an de li hev kom bûn. Me di civîna xwe de şehîdên hemû gelan ku bi xwîna xwe destanên lehengiyê nivîsandine û gel gihandin vê astê, bibîr anîn.

 

Di civîna me de ev biryar derketin:

1- Sîstema federaliya demokratîk li ser esasê hembêzkirina hemû pêkhateyên civakê, mîsoger dike ku Sûriyeya pêşerojê ji bo hemû sûriyeyiyan e.

 2- Kar û xebat wê ji bo damezirandina sîstemeke federaliya demokratîk a Rojava-Bakurê Suriyeyê bên meşandin.

 3- Hevserokatiya Meclisa Damezrîner û Desteya Rêxistinkirinê ku ji 31 endaman pêk tê, hate hilbijartin

4- Desteya Rêxistinkirinê ji bo amadekirina hevpeymanek civakî û venêrînek giştî ya qanûnî û siyasî ji vê sîstemê re di nava şeş mehan tê erkdarkirin.

5- Hemû komîte û belgeyên ku ji meclisê derdikevin, biryarên Neteweyên Yekbûyî (NY) yên derbarê mafên mirovan û koman ku sîstemên civakî û demokratîk esas digirin, wekî bingeh digirin. Kesên li vir civiyane jî, têkiliya vê sîstema ku niha hatiye avakirin û civaka Suriyeyê bi awayekî kûr dibîne û xwe jî wekî parçeyekî wê dibînin. Her wiha biratiya gelan û aştiyê esas digirin.

6- Azadiya jinê cewhera sîstema federaliya demokratîk e. Mafê jinê yê beşdarbûna wekhev û tevlîbûna biryarên girêdayî wê heye. Dîsa di nûneriya hemû beşên siyasî û civakî wekhevî esas e.

7- Hemû gel û civakên di bin sîwaneya Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Suriyeyê de jiyan dikin, dikarin têkiliyên siyasî, aborî, civakî û çandî, her wiha hevbendiyên demokratîk bi kesên ji heman bawerî, çand, gel û civakan re, li ser asta herêmî û navnetewî, ava bikin û pêş bixin. Lê ev hevbendî bi şertê ku dijberiya armanc û berjewendiyên Sîstema Federaliya Demokratîk nekin, dikarin bêne pêşxistin.

8- Armanca Sîstema Federala Demokratîk a Rojava-Bakurê Suriyeyê ya di asta herêmî de ew e ku li Rojhilata Navîn yekîtiya demokratîk pêk bîne û di navbera hemû civakên ku li Rojhilata Navîn jiyan dikin de, di warê siyasî, civakî, aborî û çandî de yekîtiya demokratîk ava bikin û bi wê re jî sînorên netewe dewletan derbas bikin da ku jiyanek di nava aştî, ewlekarî û biratiyê de bê avakirin. 

9-Mafê şêniyên hemû herêmên ku ji çeteyan têne rizgarkirin heye ku bi dildariya xwe tevlî sîstema federal bibin.

10- Ev sîstem yekbûna xaka Suriyeyê diparêz e.

 

Gel, kom û pêkhateyên civakê yên li Rojava û Suriyeyê;

Di van rojan de em di qonaxeke dîrokî û şertên hesas ku Sûriye rewşek herî xirab a trajedîk jiyan dike re derbas dibin. Bi mîlyonan koçberan û bi hezaran kuştiyan, her wiha bi xirabûna di binesaziyê re, Suriye rewşa xwe ya herî trajedîk dijîn. Li beramberî vê yekê, di van salan de li Rojava bi xwîna şehîdan ezmûneke pêşketî hate jiyankirin û parastin. Ev jî ji bo ku em karibin sîstemeke federaliya demokratîk li Rojava û Sûriyeyê ava bikin fersendek e. Em di wê baweriyê de ne ku ev bibe nimûneya çareseriya aloziya Sûriyeyê.

 

Li ser van biryarên dîrokî ku hatin girtin, em bang li jinên ku nûnertiya jiyana azad dikin, ciwanan, kombûnan, kedkaran, gelan û hemû beşên civakê dikin ku tevlî vê avakirina sîstema federaliya demokratîk bibin. Em bang li hemû hêzên demokrat û mirovahiyê dikin ku piştgiriya me bikin.”

 

**


REKLAM
- 
Ji Kurt Tarîhî 'Kurd û Kurdistan' 

  

Parve Bike

Youtube Me

Peyama Lahûr Şêx Cengî li ser Kerkûkê

news

Nizamettin Arîç

news

Em Hatin

news

Aytenxan: "Şevbuhêrk û Şîrînahî"

news

Omer Dilsoz: Bo demê

news

Qeza...

news

Mîrza Ronî: Şevger Çolo û Provakasyonên wî!

news

Helîm Yûsiv: Piştî 34 salan Mihemed Şêxo

news

Êrîşa li lîstikvanên Amed Sporê... 05.03.2023...

news

Di dema erdhejê de ger hûn erebeyê diajon...

news

Di dema erdhejê de ger hûn li derve bin...

news

Di dema erdhejê de ger hûn li hundir bin...

news

'Bêrîvanê' / Mihemedê Nenyasî

news

Zara Mihemedi hat berdan

news

Goristana Semsûrê dilan dişewitîne…

news

06.02.2023, navenda Semsûrê...

news

Gername: Welatê Baskê

news

Hemal

news

Gername: Geştiyariyeke Behdînan

news

PEŞKÊN ŞEVÊ I

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 21 09 2023

Keleha Necimê tê restorekirin

news
  • 21 09 2023

Roja Alzheimer a Dinyayê, ne bîra xwe, ne bîra neteweyî winda nekin

news
  • 21 09 2023

Jîna Amînî û 'Jin Jîyan Azadî' berendamên Sakharovê ne

news
  • 19 09 2023

Ji Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Binghamtonê peymana hevkariyê

news
  • 18 09 2023

Encamnameya Konferansa Lozanê: Hebûn, ziman û statuya gelê kurd nas bikin

news
  • 18 09 2023

Partî û hevpeymanên beşdarî hilbijartina Kerkûkê dibin diyar bûn

Nivîsên Nû
news

Nûdem Durak û Emma Kok

  • Mîrza Ronî
news

Rojbûyîn û 12’yê Rezberê

  • Aytenxan
news

Ji pirsa Murat Bayram bersiveke rast dernakeve

  • Cemil Oguz
news

Kevoka li asîmana Cizîrê

  • Mîrza Ronî
news

Cêwiyê êşê Zubêr Salih

  • Helîm YÛSIV
news

Hebûn, Kakil, Heyîn, Sartre

  • Çorê ARDA
news

Rewşenbîrên ereb û kurd

  • Helîm YÛSIV
news

Gundên Bê Zuriyet

  • Kazim Polat
news

Navê Aqil Gelo ye!

  • Dilşêr Bêwar
news

Du Stran û Varyantek

  • Veysel Vesek
news

Li nav otobusê wêneyê jinika tazî

  • Dilşêr Bêwar
news

RENGÊ ŞÎRÎN Û TARÎ

  • Aytenxan
news

Qezencên ji nivîskariya bi kurdî

  • Helîm YÛSIV
news

Di 'Şapat'ê de paradoksa bindestiyê

  • Çorê ARDA
news

MIN GEZKE

  • Dilşêr Bêwar
Ev jî hene
ad

Êdî kurdî "X", "XX" e!

ad

'Di dema pêvajoya çareseriyê de rojnivîska Kurdistanê' derket

ad

Tolaz azad e!

ad

Rewşa Yaşar Kemal xedar e

ad

3 nûçe: Yek xweş, didu nexweş

ad

Boxe jî derketin fînalê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Roja Alzheimer a Dinyayê, ne bîra xwe, ne bîra neteweyî winda nekin

  • 21 09 2023
news

Jîna Amînî û 'Jin Jîyan Azadî' berendamên Sakharovê ne

  • 21 09 2023
news

Li Şanoya Bajêr 4 lîstik hene

  • 21 09 2023
news

Va ye bernameya FîlmAmedê

  • 21 09 2023

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • Helîm YÛSIV
  • Kazim Polat
  • Mîrza Ronî
  • Omer Dilsoz
  • Veysel Vesek
  • Welat Dilken
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin

Copyright © 2005-2023 Diyarname