logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Va ye anketa dawî: Yenî Parti yekem e, ji bo DEM Partî hişyarî ye
  2. Hûmara newî ay "Bajar"î veciya
  3. Festîvala Koxê bi meşê dest pê kir
  4. Cîgirê Serokê MHP'ê li ser pêvajoyê mînaka IRA û FARC'ê da
  5. Ji Lîsê 5 romanên dawî yên derketine
news-details

Çîroka Şaredara Gimgimê

  • Dîrok: 02/11/2022
  • Beş: Portreya Mehê

Cemil Oguz

Vê mehê em çîrokek pir alî, lê di heman demê de çîroka ku rastî neheqiyeke gelek mezin hatiye pêşkêş dikin. Çîroka Şaredara Gimgimê Sabîte Ekîncî ku ji peywerê hatibû girtin û ev 6 sal in ligel ku cezaya wê xilas bûye jî bernadin. Kerem bikin…

Sabîte Ekîncî (Kaya) di sala 1970’yî de li Gimgima Mûşê tê dinê. Zarokatiya wê li Gimgimê derbas dibe. Malbata wê malbateke welatparêz e û malbateke aso vekiriye ku çi kur, çi keç hemû zarokên xwe dide xwendin. Sabîte Ekîncî jî didin xwendin. Ew dibistana seretayî û navîn li Gimgimê, lîseyê li Elezîzê dixwîne û paşê li Enqereyê, di Beşa Fakulteya Perwerdehiyê ya Pîşeyî ya Zanîngeha Gazî de xwendina xwe temam dike.

DIBE MAMOSTE

Ekîncî di dema xwendekariya xwe de di nav koroya gel de cih digire, bi awayekî amator di nav şanoyê de jî cih digire. Piştî ku dibe mamoste, li gelek bajaran karê mamostetî dike û di sala 1998’an de li Stenbolê bi cih dibe. Mamostetiya xwe li Stenbolê didomîne.

ŞANO Û SÎNEMA

Ekîncî piştî tê Stenbolê ji aliyek ve mamostetiya xwe didomîne, ji aliyê din ve di bin banê Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) de dixebite û ew şanoya ku nîvco hiştiye dixwaze bidomîne. Di lîstika Dario Fo “Em û Ew” de dilîze. Di salên 2005-2006’an de li beşa Sînema-Tv ya Mujdat Gezen de perwerdehiyê dibîne. Ev yek rêyek din jî lê vedike, rêya sînemageriyê. Û kurtefîlmê xwe yê yekemîn “Herşey Bembeyaz” dikişîne. Sabîte Ekîncî ku bi xwe mamoste ye, di vê kurtefîlmê xwe de jî çîroka mamosteyekî tîne ziman, mamosteyê rastî xwendekarên ku ji bilî kurdî bi tu zimanên din nizanin tê, pêşkêş dike. 


XELATA BELGEFÎLMÊ SERKETÎ

Ekîncî dûre li ser jiyana Cîhan Sîncar belgefîlmê bi navê “Dotmam” dikişîne û di sala 2011’an de jî bi belgefîlmê “Bedensiz Ruhlar” karê xwe yê sînemayê didomîne. Ew, bi vî belgefîlmî heman salê li Festîvala Fîlman a Porteqala Zêrîn a Antalyayê û paşê li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Ayvalikê xelata Belgefîlmê Herî Serketî digire.

DIKEVE NAVA SIYASETÊ

Sabite Ekîncî ligel karên xwe yê hunerî, ligel jinên kurd jî di nav kar û xebatê de ye. Ew jî wekî hemû kurdan derdekî wê heye û ji bo vî derdê xwe têkoşîna xwe didomîne. Bi awayekî çalak karê xwe didomîne. Loma jî jinên derdora wê ji bo Şaredariya Gimgimê wê pêşniyar dikin û ew jî qebûl dike. Di hilbijartina şaredariyan a sala 2014’an de Sabite Ekîncî wekî berendama BDP’ê bi sedî 63.4 wekî Hevşaredara Gimgimê tê hilbijartin. Tenê 2 salan li ser kar dimîne. Di van 2 salan de çi ji dest tê dike. Bayê binçavkirin û girtina siyasetmedarên kurd, şaredarên kurd radibe û ew ba tê xwe li Gimgimê jî diqelibîne. Ekinci jî wekî gelek şaredarên din tê girtin. Roja 9’ê sermaweza 2016’an bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” ew tê tewqîfkirin û dewlet kayûmê dişîne Şaredariya Gimgimê.

CEZA XILAS DIBE LÊ BERNADIN

Ekîncî dişînin Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê û êdî jiyana wê ya li girtîgehê dest pê dike. Dadgeh, 7 sal 6 mehan cezayê hepsê lê dibirîne û wê dişînin Girtîgeha Jinan a Sîncana Enqereyê ku hê jî li wir e. 

Li gor hesabê îro ku em ketine meha sermawezê tam 6 salên Sabîte Ekîncî li hundir temam bûne. Di 28’ê pûşpera 2022’yan de cezaya ku Ekîncî divê razê temam dibe û dema berdanê hatiye. Lê ev çi ye? Bernadin. Sedem? “Aqil negirtiye”, yanê divê hinek din razê û aqil bigire ku dê carek din tiştek wisa neke. 3 mehan tehliyeya wê tê betalkirin. Di dawiya meha rezbera 2022’yan de ev dema tehlileyeyê jî temam dibe lê dîsa nayê berdan. Îdareya girtîgehê pirsên wekî, “Te çima dest ji mamostetî berda û tu bûyî şaredar?”, “Tu derkevî tuyê çawa jiyana xwe bidomînî”, “Te qet ji pirtûkxaneya me pirtûk girtin?”, “Der barê Dayikên Diyarbekirê de tu çi difikirî?” jê dike û ji ber ne bi dilê îdareyê ye, careke din tehliyeya wê betal dikin. 

Ekîncî hê jî û bi awayekî ne hiqûqî û bi awayekî neheqî li Girtîgeha Jinan a Sîncana Enqereyê girtî ye. Vê carê divê di meha 12’yan a îsal de bê berdan. Helbet ger berdin.

Belê çîroka Şaredara Gimgimê, mamoste, şanoger û derhêner Sabîte Ekîncî ev e.


JIYANA ŞEXSÎ

Sabîte Ekîncî ku di siyasetê de paşnavê xwe bikar anî, ligel muzîkar Ahmet Kaya zewicî bû, loma di hin weşanan de wekî Sabite Kaya jî navê wê derbas dibe. Sabîte Ekîncî diya du zarokan e.

 

Sabîte Ekîncî di sala 2014'an de bi sedî 63,4 hat hilbijartin û bû Hevşaredara Gimgimê.

Parve Bike

Youtube Me

diyarname podcast festival3 6

news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

news

diyarname podcast festival3 4 #diyarname #deng

news

Piştî 12 salan Li Girê Koxê dîsa dema festîvalê ye

news

NOFA / Eylul Nazlier

news

Pêşbaziya Çîrokan li benda berheman e#shortsvideo #shortsviral #shortsvideos

news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

news

diyarname podcast festival#shortsfeed #shortsvideos #diyarname#shortsviral

news

'Çand li ser mekan ava dibe' Ji festîvala çand û hunerê a Tetwanê #diyarname#shortsfeed#shortstory

news

diyarname podcast festival #diyarname#shortsfeed #shortstory #shortsfestival #shortsyoutube

news

diyarname# #diyarname#festival# #podcast#shortsfeed #shortsviral #shortvideo #3deqe #deng

news

Huner, hunermend û Hozan Dîno

news

Nivîskar Yaqob Tilermenî beşdarî Diyarnameyê bû #podcast#shortsfeed #shortsviral #shortsvideo

news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

news

diyarname# #podcast #3deqe #booktok #deng

news

ZERBAN

news

diyarname podcast #diyarname #football #3deqe #deng #recitimlmrekullueshemlkuranit #nivîs #futbol

news

Tifaqî = Hezkirin

news

Video Project 2 4

news

diyarname podcast #diyarname #3deqe #recitimlmrekullueshemlkuranit #deng#sinema #konferans

news
Portreya Mehê - Nivîsên Dawî
news
  • 02 07 2025

Bi salan e li ber Kela Hewlêrê wêneyan xêz dike

news
  • 17 09 2024

Parçeyek ji dîroka kurdan: Mehmed Emîn Bozarslan 90 salî ye

news
  • 17 06 2024

Ji bo klamên Germiyanê 41 salên xwe dan

news
  • 25 04 2024

Doktorê alîkariya birîndar kir, Dr. Ciwan Hemî

news
  • 21 02 2024

Selîm Temo: Çanda xwe biparêzin û ragihînin nifşê nû

news
  • 02 10 2023

Portreyeke cihêreng: Ev 25 sal in li Hewlêrê parfuman çêdike û difroşe

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
news

Zerban

  • Omer Dilsoz
news

Binyata mîtolojiya Kawayê Hesinkar di 'Dîrok' a Herodotes de

  • Kazim Polat
news

Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê

  • H. Kovan Baqî
news

Li pey Heyatê: Here ku tu naçî

  • Dilşêr Bêwar
news

Qadek malwêranî ya nivîskar, rewşenbîr û hunermendên kurd

  • Hogir Berbir
news

Qirdiktî

  • yeqîn h.
Ev jî hene
ad

Partiyên kurdan ji Zagona Bingehîn hatin ba hev

ad

Pirsa hûn çima rojnameyê nakirin pirseke şaş e!

ad

Serpêhatiya Qamçorçî û dengbêj

ad

Ji bo 'Dêrsim'ê serî li Serokatiya Meclisê dan

ad

Ji hilbijartinê notên îro (Ev nûçe her tê nûkirin)

ad

Qeydên Zanîngeha Kobanî didomin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Va ye anketa dawî: Yenî Parti yekem e, ji bo DEM Partî hişyarî ye

  • 07 08 2026
news

Hûmara newî ay "Bajar"î veciya

  • 07 08 2026
news

Festîvala Koxê bi meşê dest pê kir

  • 07 08 2026
news

Cîgirê Serokê MHP'ê li ser pêvajoyê mînaka IRA û FARC'ê da

  • 07 08 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname