Gulê Algunerhan
2 sal berê niha li Şengalê fermana ku heta mirov sax be nayê jibîrkirin rabû. Kes û aliyên bûn sebebê vê fermanê şûna ku xwe bi gelê kurd bidin efûkirin, ji bo hesabên xwe yên hizbî dîsa ketine nav liv û tevgerê. Jixwe ji roja fermanê hetanî niha dek û dolabên li ser Şengalê qet ranewestiyan. Bi awayekî ne fermî be jî Şengal her tim di bin dorpêç û ambargoyê de ye. Şefeqa 28’ê îlonê bi pêşengiya Qasim Şeşo li Şerfedînê civînek hat lidarxistin. Di wê civînê de xwestin êzîdiyan li dijî gerîlayên ku xwe gihandine hawara wan sor bikin. Jixwe berî niha jî gelek caran PDK’ê li Şengalê li dijî tevgera azadiyê çend rêze civîn organîze kirin. Diyar e ku hewildanên wan neçûn serî ji ber ku civaka li Şengalê êdî ne wekî berê ye û rêxistinkirî ye.
Lê belê divê armanca vê civîna dawî û israra wan a sorkirina gel bê şîrovekirin. Wer xuya ye ku PDK hewl dide bi pêşengiya Qasim Şeşo û hin aliyên nêzî xwe vê mijarê li temamê Şengalê belav bike û li şûna gerîlayên ku parastina Şengalê dikin eskerên tirk bi cîh bike…
Piştî wê civîna bi pêşengiya Qasim Şeşo û Miheme Xelîl pêk hat, hem meclisa avaker ya Şengalê, PADÊ daxuyanî dan û diyarkirin ku civîn ji bo lîstikên gemarî yên li ser Şengalê hatiye organîzekirin.
Gelo li ser Şengalê çi tê plankirin?
Jixwe hejmarek eskerên tirk li herêmê hene. Gelo plan ew e ku piştî operasyona Mûsilê qeweta eskerên tirk ya li herêmê zêdetir bikin û bi vî awayî Şengalê dagir bikin? Çi balkêş e ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî şevek berî vê civînê daxuyanî da çapemeniyê û got, “hebûna eskerên tirk a li Iraqê ji têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ’ê re astengî ye.” Her wiha parlementerê YNK’ê Salar Mehmûd jî bi daxuyaniyekê bal kişand ser mijarê û ragihand ku dewleta tirk dixwaze Çiyayê Şengalê dagir bike.
Niha, dema em van gotinan û wê civînê tînin ber hev tablo mezin û zelaltir dibe. Ne tenê li Şengalê, hejmara eskerên tirk yên bi ûnîforma û bê ûnîforma li başûrê Kurdistanê her diçe zêdetir dibe. Zêdebûna hejmara eskerên tirk yên li Başûr ne tenê ji bo Şengaliyan lê belê ji bo temamê Başûr metirsiyeke mezin e. Lê belê girîngiyeke Şengalê heye ku divê mirov bibîrbixe. Çiyayê Şengalê devera herî stratejîk ya di navbera başûr û rojavayê Kurdistanê de ye. Her wiha ji bo Bakur û Rojavayê Mûsilê jî Şengal cîhekî girîng û stratejîk e.
Di demekê de ku qala destpêkirina operasyona Mûsilê tê kirin, dewleta tirk hewl dide di navbera bakur û rojavayê Kurdistanê de dîwaran lêke. Niha jî armanc ew e ku piştî operasyona Mûsilê xwe li Şengalê bi cîh bike û bi vî awayî têkiliya di navbera Başûr û Rojava de jî bigre.
Ji ber vê jî lazim e ev rêzecivînên li Şengalê tên kirin baş bên şîrovekirin. Ger miletê Şengalê xwe ji wan hêzên ku hewl didin nîfaq û fitneyê bixin navbera wan neparêzin, heye ku fermaneke din bi serê Şengalê de bê. Lewma, divê xelkê Şengalê biryara xwe bi xwe bide û çarenûsa xwe, bi xwe diyar bike.
Hîna birîna Şengalê nekewiyaye, hîna bi hezaran jinên êzidî di destê wan hovan de ne, hîna xwîna şehîdên Şengalê ya li ser axê hişk nebûye. Ev çi hesab û çi pîlan in serkirdenooo? Ma ne şerm e ku li dijî miletekî ewqas bi êş, ku di şînê de ye hûn hesaban dikin?
30.09.2016, Azadiya Welat