Têbiniya Diyarnameyê:
Bi nûkirina rûyê nû ya malperê re me nikarî xwe bigihînin hin nivîsan û yên ku me karî xwe bigihînin me kişandin ser vê rûyê nû.
Li gor vê nivîsên nivîskarê me Arjen Arî me dan ser hev û hemû di vê rûpelê de di bin hev de em pêşkêşî we dikin...
‘Elba mezin’
Arjen Arî
23. 02. 2008
Mîna min sere?î; hê jî ‘bi elba mezin’nedabe gelek evdên xwe yê dil bi hêvî û dest li ber rehma Wî wegirtî, dîsa jî gotine, ‘Ku Xweda bide bi elba mezin dide.’
Lê, me ne elba biçûk dît, ne jî ya mezin!
Em nebînin jî, hebe nebe xwediyên elba biçûk ev in: Karkerên karê rojane, paleyên paleyiyê, liqatkarên pembû… teblecî, fêkîfiro?, boyaxçî; lazûtfiro?ên ser zelût…û zikekî têr didu birçî berhevkarên findeqên pi?tî ku têne ?ikandin û qe?artin, dibin ‘aga nîgî’…
Ew jî, ku pereyê te hebin û her roj bi qasî di çengekî de tu bixwî!
Dev ji findeqan berdin, li vî bajarê ku min jî ji bêderfetiyê milê xwe spartiye hîm û bextê wî yê rê?, malbatên ku ji mehê carekê devê wan natewi?e, go?t di bero?a wan de nakele, çend in?
Serjimeriyeke fermî yan nîvfermî nîn e di destên min de; lê xemê dixwim û dipirsim, jimara sêwiyên li ‘herêmê’ kî dizane?
Dipirsim, ‘Kî dizane çend jinên dil bi hêviya jiyanê mi?t, di vî ?erî bê ser û ber de bê hevser, ji civakê veder, jinebî man?
Jixwe li gorî dîtin û gotina hinekan em civakeke gundî bûn û bi xêra valakirina gundên ku hê jî ving î vala ne hem ‘entegreyî’ tirk û tirkî û Tirkiyeyê bûn, hem jî bi saya koçberiya ‘îskana ne mecbûrî’ bûn bajarvanî…
Ez bi xwe gundî me.
Di pênç ?e? saliya xwe de bûm ‘navçeyî’, ji 1992’yan û vir ve jî bajarî me.
Bajarvanî nî?aneya ?aristaniyê ye, Xwedê giravî!
Ba? e, bajarê Mêrdînê ne bajar e?
Ya navenda mîrektiya Botan, Cizîrê?
Hewce ye ku em navê Bedlîs û Wan û Amedê bijmêrin?
Lê belê, koçberên fermana ‘îskana ne mecbûrî’ di stûyên wan de, tevan xwe li bajarê xwe negirtin; berê xwe dan welatê xerîb û xurbetê: Edene, Mêrsîn, Îzmîr, Stenbol…
Di salên 1976’an de amedî û rihayiyan bi vê biwêjê tinazê xwe bi sêwregiyan dikirin: ?amik bolo, îsot bilo, Sêwreg kûçik Stenbolo!
Di balefirê de, kurdên ku berê wan li Amedê bûn û bi tirkî dipeyivîn jî ‘bol’ bûn.
Wê kêlîkê min xwe ?iband ‘xerîbekî’!
Heta ku teyarê xwe danî, sohbetên ‘bol bol’ bi tirkiya Diyarbekirkî!
Min di ber xwe de ev got, ‘Xweda, bi elba mezan daye tirkan’?
*
Têbiniya Diyarnameyê:
Nivîskarê me Arjen Arî berê ev nivîs ?andibû û gotibû, “Dema ez pêre negihîştim di roja min de (ew her roja şemiyê nivîsa xwe ya nû dinivîse) hûnê vê çap bikin.”
Kekê Arjen hefteya çûyî li Başûr bû ji bo beşdariya Festîvala Cegerxwîn û nekarî nivîsa xwe ya nû bişîne. Berî ku here gotibû; “Ezê vegerê de li ser festîvalê tiştinan binivîsim.” Em jî li bendê bûn ku tiştinan binivîse, lê mixabin ew çawa vegeriya êvara pêncşemê qeyrana dil derbas kir û rakirin Nexweşxaneya Dîcle ya Amedê.
Kekê Arjen niha li nexweşxaneyê ye û em li bendê ne ku roja duşemê emeliyeteke serketî derbas bike, careke din vegere nava me.
Bi hêviya başbûna kekê Arjen Arî em nivîsa wî ya berê ragihandibû me radigihînin we xwendevanê wî.
*****
Biçe ey Pêşewa!
09. 02. 2008
Arjen Arî
Salvegera daxuyandin û damezrandina Komara Mehabad bû 22?ê rêbendanê! Wekî ku carinan dêyine kurd nifiran li zaroka xwe dikin, dibêjin ?Emrê te bi emrê bilbizêkê be? temenê Komarê jî wisa kurtik, tev de tev de salek bû!
Bi gotineke din, Xweda li Meydana Çarçira ?zarokeke mîrî? dide ?dêya? ku bi sedan sal e bêdûnde ye!
Di bawerî û çanda kurdan de piştî mirana bav, Xweda ku kurekî bide dêya bi heml, şînê zêde nagerînin; yên ku tên û diçin vê dibêjin:
?Xweda yek stend yek da?xelaf li we vegerand??
Komara Mehabad wekî dayîna ?kurekî? û stendina ?bavekî? ye:
Her kurd hûr û gir bi zayîna vî ?kurî? dilşad, bi mirina vî ?bavî? xemgîn e.
Ji bo min zarokeke ku ?kenê wî lê bibe girî? ye navê Mehabad!
Lê belê, ya ku bav, Qadî kiriye di dîroka berxwedana mirovahiyê de mînakeke şayanî pesn û şabaşê ye?
Çi di dema dadgehê de sekn û helwesta wî ya wêrek û dîlêr, çi bersivên wî yên ku mîna şiqaman li dev û rûyê licneya dadwerên bêdad, mîralay Nîkûzad dide: ??destên te dê negihe alaya Kurdistan! Rojekê, ew al dê li ser banê vê avahiya dadgeha tu min tê de didarizînî daçike û li ber ba dê biheje!? Besî min e ev kelî û her dem ez bibim mitirbê Qadî!
Min keysa xwe li nivîsekê xweş kiribû.
Lê nivîs carinan ne bi ya min; bi ya xwe dike, û min diajo ber dergehên gunehkariyê de?
Ma ne, kirasên guneh jî ji bo li xwe kirinê ne?
Ya baş ez kefareta sonda xwe ?ez ê ne çîrokê ne jî helbestê neweşînim di malperan de?, bidim, û pê re bibêjim kerem bikin, bi xwendina helbesta li jêr hûn jî bibin şirîkê gunehê min:
biçe ey Pêşewa!
çend kirasên şînê li bejna Mehabêdê kirin!
rondikên çavên xwînê têrî çend çeman kirin.
porê weriyayî qefl qefl, keziyên dahatûyê
li Çarçira di stûyê kê de bi kemend kirin!
hêvî daleqandin, ken kişandin ber sêdarê
xec negihîştin nîsanê, bilbizêk negihan mehdarê
beybûnek bû, şebnemek? an guleke berbero
di benê şimakirî de hilawîstî li Komarê!
biçe ey Pêşewa! tena tena ji tirsê xafil
tu ne yê axir î bi qedem û ne tu yî yê ewil!
ji bo kenê zarokan û xatirê çavên bi kil
biçe Pêşewa biçe, tena tena? berû sêdarê!
28/01/2008
*****
Mirin
02. 02. 2008
Arjen Arî
Mirin?
Di qamûsa her zimanî de ji hezarên peyvan peyvek e.
Heft hezar ziman hebin li ser rûyê gerdûna gewrik, heft hezar peyvên ku mirinê wekî mirinê bi nav dikin dê hebin!
Û li gorî ku tê gotin -hê duhî Diyarnameyê nûçeya mirinekê da- ji çend rojan rojekê wekî zarokên Somalî`yî ku ji nexweşiyê û nêza dimirin, zimanek jî dimire.
De bila bimre! Ma bi mirina wî zimanî re peyva naxoş, peyva çort 'mirin' jî namire?
Bi rastî, mirin dimre?
An ew me dikuje û em lê dinerin? Wisa wêl wêl, wilo bi tirseke bê mane?
Kê bi mirinê kariye?
Her ew me dikuje û em jî bi fermanekê alîkarî û berevaniya wê dikin!
Ew me dikuje, ew me dikujin, û em ji berê xwe didin kuştina xwe xwe!
Kuştin çendî hêsan e?
Xasma li vê erdnigariyê, li welatê kurdan!
Dêya mîn a ku neh mehan ez di betnê xwe de hilgirtibûm û şev û rojên xwe xistibûn ser hev; her ku waqînî bi min diket, radibû dergûşa min dihejand û di ber re dikir ?piiisss?.piiissss?, piştî ku bi ser pêyan ketim û min dest bi mizawiriyê kir, ev nifir di min wer dikir:
- Wey bimmmirr!
Wekî gelek caran, di sala 92?yê wê de jî min mirin nas kir.
Li wê navçeya ku serê mêran hatibû pivazekê, her roj; yek gêr dibû erdê!
Ên li dû mayî, mîna ku dê ew ?mirina ji nişkê û ji xafil? de dê neyê pêşiya wan, piştî axê û fatiheyê ev xêr bi ser yê mirî werdikirin:
- Rehma Xweda lê be!
Ji 'rehma Xweda' di navbera çar salan de mezelên wê navçeye mezin bûn, mezin bûn, mezin bûn?
Û hinek bi mirina hinekan 'serbilind' dibûn!
Hinek 'zîwan' bûn di nava 'dexlê' jiyanê de li gorî hinekan' û ji vê baweriyê ew 'hinek' diviyabû bêne neqandin ji nava dexlê!
Bo çi?
Bo ku 'dexl' pik ê paqij be!
Li gorî min her 'paqijkirin' destpeka 'kirêtkirin'ekê ye!
Ew qas ava pir, kaniyên avtezî hene, çemên ku delal û zelal zelal diherikin?
Werin, gef û refa li hev mekin!
Werin destê xwe di xwîna Brahîman danekin!
*****
Ji klasîkiyê ber bi futuristiyê de Reşîdê Kurd
26. 01. 2008
Arjen Arî
Bi qandî Nazim bi salan di heps û zîndanan de şev nesipartibin destê rojê jî, Reşîdê Kurd ji Nazim bêhtir ketiye hepsê û derketiye.
Jixwe hê li welêt di dema girtina dawî de ku pêdihese dê wî daleqînin, ji Hepsa Dêrikê direve (1) weke gelekên berî xwe, dibêje 'lingo bi qurbano' û berê xwe dide Binxetê!
Binxet wê demê di bin dagirkeriya frensiyan de ye.
Reşîdê ku di 1940'î de pê li axa Binxetê dike(2)(3) piştî salên mişt girtin û berdan û azarkêşiyeke giran di hepsa bi nav û deng a ku li tevî Cegerxwîn, Osman Sebrî, Qedrî Can û gelek ronakbîrên kurd lê bûne mêvan, Hepsa Mezê de dest bi helbestkariyê dike. (4)
Wekî Qedrî Can, ristên bêrîker û xerîbder nexuyin û em li hisretkêşiyeke kambax rast neyên jî di helbesta Reşîd de, dema ku nexweşiya bêderman lê giran dibe, peyvên ku ji hevsera xwe re dibêje, "Hîn gelek karên ko min bikirana hebûn, min hîn ew bi ser ve neanîne, diviyabû ez niha nemiriyama. Heger ez vegeriyama Dêrikê û min ew baxçe bidîtina ko min ew ji mêj ve nedîtine, bila mirin wê gavê bi xêr bihatay"? (5) têrî me dike bê Rêşîd çendî bêriya axa xwe, warê ku dest û pêyên wî jê hatiye birîn, Roşata Derika Çiyayê Mazî, kiriye?
Di biwarê têkilî û danûstendinên her du Derikiyan de em bê agah bin jî, Qedrî Can hest û hesretê li peyvan bar dike, bi ristên têrbêrî mîna ku bi xweziya dilê Reşîd bizanibe, me bi bêrî, hisret û arezûya dîtina warê bav û kalan dihesîne:
Dêrika Çiyayê Mazî
Welatê bav û kal e
Lê sed hawar û gazî
Jê dûr ketim çand sal e
Ez li wê hatim dinê
Wê dergûşê, hejandim
Heywax hey mala minê
Dijminan, jê revandim
Perçake ji buhiştê
Besreka Zêrîn welat
Îro dest nagehiştê
Ax û keser ji dil hat
Bax û baxçe bê hejmar
Cî bi cî mêrg û zevî
Li her derê, avên sar
Ji kaniya tê dizî
Xwezî vê carê jî min
Serê Xabê bidîta
Bila ruhistîn canê min
Hingê ji xwe re bistenda(6)
Ya ku şaîr bi saxî dikuje yek jê jî fîraqa ji yarê be, ya din dûrbûna ji pêçeka zaroktiyê ji axa wî ye!
Reşîdê Kurd, kêm zêde bi qasî nivşê ciwan û yê navserê yê dema xwe çepgir e, ji dil û can bawermendekî bîrdoza 'bihuşta lal', rêwiyekî li ser rêça ?sewra sor? e, ku Xoşewîst Enwer Karahan di nivîsa xwe de dibêje. 'Di helbestên wî de jî hêlên wî yê fikrî bi pêş de ne'.(7)
Salên ku Reşîd ji cergê safî baweriya xwe bi ?iştirakiyetê? tîne, çepgirên Sûrî ên ereb bi piştgiriya Partiya Bolşewîk dîtina 'xewna' pevrejiyîneke bi rûmet, azad û serbixwe wekî wehdekê berpêşî kurdên li ser Kudistanekê cegerperitî yên li Binxetê, dikin.
Yek ji van kurdan jî Reşîdê Kurd e.
Em şopên jovaniya ji vê bîrdozê di helbestên Reşîd de nebînin jî, rexne û gilî û gazincên di ristan de, navên ku di rist û bendên helbestên li dû xwe hiştine de bi cih kirine, şanî me dide ku Reşîd xwe wekî yekî 'xapandî'dibîne!
?????????
Rê dibirin li kerwên
Ser jê dikin ew serwên
Bi wan pîjk û finêsan
Nahêlin ku bi hêsan
Bê derengî bi çaxê
Kerwan bigihe qonaxê (8)
?????????
?????????
Karwanê ku Reşîd jî di navê de berê wê li ser rêka 'biratiya gelan', 'yekîtiya gelên bindest', 'hevkariya karker û gundiyan cihanê' ye mixabin negihe qonaxê; li herêmê, li rawestgeha bîrdoza nijadperestiya Ba'sî'yan radiweste û nema dilive!
Ev bêlivî, Reşîdê cegerdar bê hêvî nake, di Hepsa Mezê de bi helbesta xwe ya bi navê ?Kerwan?(9) ku heft kîteyî ye, Reşîd bi zimanekî rewan û sivik, ristine qayim û tebût, dewlemendiyeke serwayî, bi wezneke xweşteql û bi hosteyiyeke zorciwan şanî me dide, ku serdestê ziman e, serwextê helbesta klasîk e.
Reşîdê ku di helbesta klasîk de wezna herî zahmet, heft kîteyiyê hildibijêre, wisa dixuye ku bi bayê 'biratiya gelan' re sura futurîsmê jî gihîştiye beriya Binxetê, ku Reşîd di bin karteka 'kurê şoreşê' serkêşê futurîstên Rûs Mayakovskî, helbesta bi navê 'Basên Beyrûdê' lê dike:
Zivirîn çerx
Bas liviya
Dolab geriya
Gêr bû bas
Bas firiya?
Wek colek berx
Rêwî
Bi ser hev de bûne kerx?
Hin rûniştin, hin ji piya
Bi çeng ve daliqîn
Qor qor sik sikîn
Pev zeliqîn?
--Nere bas!
--Here bas!
Şofêr
Zirezop
Çav li serî bûne tas!
???????
???????
Bi giştî deh peya
Rûniştî?
Ên mayî
Tev ji piya
Bi çenga ve daliqîn
Qorqor sik sîkin
Pev zeliqin?
- Nere bas!
- Here bas
Şofêr
Çav lê bûne tas ?
- Hop!
Berdestî mîna top
??.
??.
-Here bas !
Gêr bû bas
Kilek li pêş
Du kil li paş?.
Hejiyan bîst û neh laş?(9)
Di helbesta kurdî de bi helbesta Reşîdê Kurd re em bi ser helbesta kurdî ya futurîst vedibin. Du sêmînak bin jî, wekî 'Basên Beyrûdê', 'Bersiv' helbesta Reşîdê Kurd digel ku şopên helbesta klasik vedihewînin û dihundirînin, helbestên ku me navên wan li jor bi bîr xistin, wekî nimûneyên destpêkê yên şêwefuturîstiya helbesta kurdî divê bên dîtin:
Şing?şinggg?
Şirringgg
Vebû derî
Yekî soterî
Bi dijûn û guregur
Bi yek lotê ket hundir?.(10)
???????
Bi hêvî û daxwaza ku her helbestkar û nivîskarê kurd, vekolînerên zana û bêhnfire jiyana wan a taybetî û hunerî, huner û zimanê wan, têgîn û afirîneriya wan a wêjeyî û berhemên wan yek bi yek vekolînin û bireqifînin refikên Kitêbxaneya Kurdî?
24/01/2008
1,2,4,5-Nefel, Nivîsa Enwer Karahan
3,4-Diyarname
6-Qedrî Can
7-Nefel,Nivîsa Enwer Karahan
8- Ez, Reşîdê Kurd,Wş.Avesta
9-Kerwan,hem navê helbesteke Reşîdê Kurd e,hem jî navê dîwana wî ya li Swedê çap bûye ye.
10-Ez,Reşîdê Kurd,Wş.Avesta
*****
Zarokno!
19. 01. 2008
Arjen Arî
Îro 19'ê rêbendanê, ji rojan şemî ye, zarokno!
Îro li sikakeke Stenbolê apekî we hate kuştin!
Xwe dişiband kevokekî zarokno, vî apê we.
Û hûn dizanin zarok ji kevokan hez dikin, kevok jî zarok in, zarokno!
Kevokê we yê ku rojekê dê mizgîniya aştiyê, wekheviyê, biratiyê bida we, berî salekê, destê êvarê li sikaka Îstîqlalê kuştin, zarokno!
Kî kevokan bikuje, hûn kevokan xwedî bikin di dilê xwe de.
Hûn kevok in zarokno, kevokên Apê xwe Hirant!
Hûn kulîlk in zarokno, kulîlkên Mûsa'yê ku me mirand!
Hûn xêtîrk in zarokno, ji agirê Zerdeştê ku me çira lê vemirand?
Li Qewmekî bifikirin, zarokno; ji xwe pê ve her kesî, her qewmî wekî dijminê xwe bibîne û bibêje 'ji min pê ve dostê min nîn e'!
Û bibêje, 'her kes ji min e'; zarokno, bibêje 'ev kurdê min e, ev lazê min, ev jî ermeniyê min' !
Bihizirin; di serî de zimanê xwe li me û yên din ferz kirin, zarokno!
Û gotin û dibêjin, 'xweziya xwe bînin û bibêjin xweziya min bi dilê wî kesê ku bibêje ez tirk im'!
Ma her sihar bi we zarokên ku niha jî bi dû zimanê bav û kalan xwe de li kolanê, li devê deriyê dibistanê hinî tirkî dibin, vê sirûdê bi we nadin jiberkirin:
'Tirk im, rast im, jêhatî me'
Jixwe rista dawî ya vê sirûdê mîna jehra silêmanî ye, zarokno:
'Heyîn a min fedayî heyîna tirkitiyê be'!
Tirkîtî serbilindayiyeke di çavên wan û hinakên berdevkên me de, zarokno!
Lê kurdayetî?
Kurdîtî, kurdayetî hişmendiyeke hov û 'îlkel' e li gorî xaltîka we ya parêzer?
Û jixwe, zarokno jixwe ku dilê me dê û bavan nebijiya tirkî û tirkitiyê, me her sihar bi destê xwe hûn dispartin devê gur?
De bibêjin zarokno, bibêjin!
'Tirk im, rast im, jêhatî me'!
Me jî gotibû bav kalên apê we Hirant, 'filehên me'.
Em dê û bav, ap û xal, xaltî û metik? vê sirûdê bi we didin gotin zarokno, vê çandê didine we!
Du salan zarokno du salan, em dê û bavê we yên ku di dilê xwe de dibêjin 'em xwedî dûnde ne' û her sihar bi destê we digirin û we tînin ber devê vî aşê ku rihê we dihêre, zimanê we dike piç piç? û her kêlî her saet we ji ra û rîşalên we dûr dixe; neynin û we nekin ervanê ji vî aşî derketî, dê çi bibe zarokno, dê çi biqewime?
Bi hêviya ku hûn rojekê karibin vê nameyê bixwînin, zarokno!
18/01/2008/ Amed
*****
Na xwe, nesekinin!
16. 01. 2008
Arjen Arî
Li wî bajarokê ku min û kitikên sikakan jî hev ji nêz de nas dikir, germa havîna bêhnçikên ne bêhna min bi tenê; ya çivîk û pisîkan jî tengkiribû ku ne pêjna kitikekê dihat, ne jî ji ser tûyên li hewşan çîveçîva çivîkekî. Di vê qiçîna navrojê de ez ê Xwedajêstendî, peya ketibûm rê, di ser Pira Eleman re, hesin û hesin; Camiya Qijlê, Qahwa Xerabe, Bexçeyê Nafido? min berê xwe dabû Çayxaneya Dostlarê.
Ji ber du sedeman: Yek, çaya vê çayxaneyê her tim teze bû; ya din jî Firat Cewerîyê navê wî mîna navê min 'qelp' her li van derdoran dihat dîtin. Germa ku bi peritandina serê çivîkan re mejiyê merivan dileqand, li tevî min dikir ku dînekî din li dînên Nisêbînê zêde bibe: Şa'îrek! Jixwe, di hê vê germê de Henanê dîn, yê ku şevûrojekê di nava mayînan de li ser termê birayê xwe Birahîmo mabû û bi dûre dîn bûbû, li dora seraya hikumetê kaxizên li derdorê, mîna ku bixwaze bi ser hev veke û bike arîzeyek gilî û bide hikumetê, her kaxiza ku lê daqûl dibû li hev dipêça û dixist bêrîkên xwe yê bi xaxizan siksikî. Carinan ji bêrîk û paxila mişt bi kaxiz, hinin biketina jî li wan venedigeriya; her çavên xwe berdida yên li erdê. Hênanê min wekî hemû rojan vê navrojê jî, qûnikek cixara ji ew ên boç-sor di nava lêvên wî yên stûr ê reş de, wekî sewaleke lidermayî geh li orta cadeyê, geh li ser perê rê, ditewtihî. Çaygêr dikir ku çaya duyemîn deyne ber min, ji nişkê de Firat got, 'yekê bo min jî deyne' û bi rûniştnê re:
- Paleyê pembû çawa dikin niha?
- Bela xwe ji paleyan veke, te çawa kir?
Piştî ufkufeke kurt, got:
- Dudilî me. Biçim neçim?
*
Li Amedê, di çarçoweya rojên edebiyatê de dema ku me hev dît, ev hevdîtin bû delîveya ku em wan rojan, wan rojên berî salên 80'yî geh bi xemgînî geh bi bişirîn bi hev re yad bikin?
Wekî niha tê bîra min; ji bilî min, dê û bav, xwişk û birayan, heval û rêhevalan?gişan digotin meçe! Her gotina 'meçe', di dilê Firat de li gel sînorên heyî sînorekî din zêde dikir li sînorên dudilitiyê. Piştî gelek sohbetên di derbarê vê babeta çûyîn û mayînê de, li heman Çayxaneyê min ev jê pirsî:
- Tu ê bo çi herî, bira?
- Ji bo ku binivîsim!
- Na xwe, nesekin!
*
Min Evdalê Helbestê jî di sala 1969'ê de ji xwe û derdora xwe re digot, ez ê biçim Swêdê, bibim şaîr! Ev gotin heta daviya 1976'ê dom kir. Bi dû dildayînekê de ez hem ji dil bûm, hem jî ji Swêda serkaniya xewn û xeyalan ciwaniyê.
Belkî jî, ji ber ku ez neçûbûm, min dixwest heyfa neçûnê bi çûyîna Firat ji neçûyînê wergirim. Jixwe piştî van hevdîtinan bi demeke kurt, Firat winda bû. Piştî windabûna wî bi çend heyvan derba leşkerî qewimî û her kes; hûr û gir, hişk û ter, ketûber Xawênhêviyên Şoreşê, ji Nisêbîna rengîn an berêvarekê an destê sihareke teng qulipîn pişta têlan, axa Sûrî!
Jixwe, Nisêbîn û Qamişlokê mîna ku du taxên bajarekî bin di ber hev re sînor û sînor pahn dibin. Ava Bûnisra (Cexcex) ava ku ji kaniya reş û kaniya spî pêk tê, her du navçayan jî dike du qet û diherike ber bi axên beriya dêm de. Piştî ku sînor bi destên xak-dabeşkeran hate kişandin jî, li herêmê ev weqetîn nehat daqurtandin; li ber dilê xelkê Sûrî Binxet û Tirkiye jî Serxet ma!
*
Devê Firat jî nagere ku ji Binxetê re bibêje Sûrî!
Li dûr be jî, bi salan e li dûr be jî, bi qasî min ew jî nisêbînî ye.
Her ku meriv ji warê xwe dûr dikeve, hesreta xerîbiyê ji nêztir dihingive dil.
Cewerî 'xerîbek' e, îro.
Xerîbekî nas.
Bi kovargeriya xwe ve nas, bi nivîskariya xwe re nas, bi weşangeriya xwe? nas.
Hinek bibêjin 'belê, dostê hev ên salan e, ji ber vê ye ve dibêje' jî ez ê dîsa jî bibêjim:
Di Diroka Wejeya Kurdî de piştî Tevgera Hawarê, Nûdem li xerîbiyê tevgera herî berketî edebî ye. Min bi xwe ji destpêkê heta dûmahîkê her bi helbesta xwe mil da vê tevgerê. Helbestên min herî pir bi Nûdemê re belav bûn. Ku min bixwesta û min bigota belê, bawerim pirtûka min a helbestan, di sala 94-95?ê de dê biweşanda. Lê min bi gir û înat her xwest ku pirtûka min li Welêt çap bibe. Weşangeriya Cewerî jî ne kêmî kovargeriya wî ye. Li Swêdê bê jimar pirtûkên ji Swêdî wergerandî kurdî; û çîrok, roman û helbestên zimanê resen: Milkê Evînê-Rojen Barnas, Keskesor-Nûredîn Zaza, Sorê Gûlê-Sulêman Demîr, Hêz û Bedewiya Pênûsê-Mehmed Uzun û hwd?
Ne ku 'nanê mêran li mêran deyn e'
Niha, bi kurtasî be jî dixwazim hebekî di derdora nivîskariya Cewerî re biçim û bêm:
Xoşewîst Cewerî jî wekî pirê nivîskarên kurd di destpêkê de xwe rakêşand rişmê hespa helbestê. Wekî nimûne, berî ku bide ser rêya Swêdê li Nisêbînê dest bi helbestê kiribû. Ji xwe pirtûka wî ya ewil dîwan e, ango helbest ê: Êrîş Dikin-1980. Hêja Cewerî piştî helbestê bi berhema xwe ya bi navê Girtî 1986, çîrokê hildbijêre û ew roj e ev roj e wekî çîroknûs tê naskirin. Bi teybetî piştî amadekirina Antolojiya Çîrokên Kurdî-2003 xoşewîst Cewerî bû yek ji zanayên serboriya Çîroka Kurdî.
Lê belê, digel ev çend xebata pir-reng ew bêrawestan, bê gilî û gazinc, berê xwe dide Payîza(ên) Dereng yên romanê!
Ez bi xwe helbestkar mam.
Bira, qewet be ji te re!
Têbinî: Ev nivîsa ku di bêhna bîranînê de tehma çîrokê jê tê, bi wergere Selîm Temo bi tirkî di Esmerê de hate weşandin!
*
Têbiniya Diyarnameyê: Li ser nivîsa Helîm Yûsiv nivîskarê me Arjen Arî ev nivîs şand û xwest em vê radigihînin xwendevanan.
******
Payîz, ez û henar
12. 01. 2008
Arjen Arî
Roj berî bi kêlîkekê hêsîrê ewran bû.
Lê niha, niha mîna zarokeke porzêrîn, di landika ezmanê bi rewa de, bi tîrêjên herî bi birqîn, şîrîn şîrîn dibişire.
Li kîjan erda Xweda be bila bibe, piştî ku tav diferike û roj der tê, ji zarokên bêcir ê lîstik-hez bêhtir, çivîk li mehneyekê ne, ku ji bin sifirne û taldeyan xwe tîrikî berdin ser perê rê û şaxê daran.
Niha, destên min di bin çengên min de, li ber paca baskekî wê vekirî, guhdarê stirana qereçkî ya çivîkên li ser darhenarê me.
Senfoniyeke bêserûber e stirîna van çivîkan: Her yek ji hindama xwe de li tevî koroyê dibe û her ku li hev kêm û zêde dibin li ser darhenarê, stiran ji stiranî dikeve?
Lê yekî tolaz, ji dev stirana xwe bernade: Heta ku dengê wî bikeve dike çîveçîv, ji ser vê şaxê diqevize şaxeke din û li dor yeka mê diçe û tê, tê û diçe.
Ya mê jî ne hindik e; erê mîna ku rû nediyê tevdigere, lê ji hêlekê ve jî bi çîveçîveke nazdar distire û nafire ji ser darhenarê.
Xuya ye; her du jî ketine dahfika hezê.
Ev dîmenê lihevbanînê, dilê min bi bîra min dixe û dike ku di ber xwe bibêjim, hez rohniya dil e!
Hez ev çend pir-pertew e, mîna ronahiya roja ku li rûyê dinyayê hilê û her derî têxe bin şewqa xwe, evîna dil jî wisa; li hinarkan vedide, awir bi awir di çavan de dibiriqe!
Ew eşq, eşqa ku niha li ser şaxê vê darhenara li hewşê pêk tê, ristine Xanî dixe bîra min:
Işqa ku nebitin çu hed* û xayet*
Nabitin jixwe aşiqan nîhayet*
Ji hemû evînên ku hatine jiyîn û yên ku têkçûne, çima heza van her du çivîkan, ya van heywanên ker û lal bala min dikişîne?
Bi min, sedem ji ber ku vê malika li jêr ya Xanî diselmîn e:
Aşiq û bulhewes* cuda ne
Hin faîdexwaz û hin fîda ne!
"Aşiq" û "bulhewes" du têgînên wisa ji hev dûr in, wek erd û ezman; û wisa nêzî hev in, wekî çav û mijankan! Ê ez rebenê Xweda, tiştekî ev çend nêz û ev çend dûrî hev dikarim ber bi hev ve binim. A din dilê kê qetek penîr e ku rahijim kêrê, bikim du felqe û li navê li hezê bigerim.
Bi ser de; ku melayê melayan Mela, rabibe ev jî gotibe: Qulzema dil işq e!
Işq ronahiya dil e, "şebçiraxê" axa bêguman.
Sirûştê jî ji ronahiyê hez kiriye; ji kêlîka razênê pê ve me mirovan jî?
Jixwe pelên vê darhenarê?yên zer zer, yek liba sor e, bi piranî keskîn li ber bayê nişmî di neynika ronahiyê de geh zer ê zêrîn in, geh vedigerin ser heşînahiya xwe ya berê.
Û henar li ber xwe bide.
Her ku pelek ji pelçiman diweşe, esseh henar jî mîna min dikeribe ji payîzê!
Payîz: bayê dîn, ewrên bi şirqîn "rûyekî zik ê zûwa" û gwîn-zer e.
Temen: demsala yek kêlî?niha, gava ku tu tê de; ne bêhneke din.
Hinekan bi "payîzxêrî"L bi nav kiribe jî payîz, ji xeterê pê ve ez tu xêrê nabînim di payîza temen de.
Dîdara payîzî di kevalên çavên min de ji ber pencereyê berê xwe didim odeya bi neynik.
Dinêrim "Li ber ronahiya hundir di neynikê de ez: Çav yên min in, awir yên min" Lê ev beyara rû, ya ku spîtahiyê daye ber xwe?
Tayine ji dûyê çixareyê zerirî mane di nava qefla simbêlan de. Bi pişta destê xwe bi ser hev de tînim, simbêlên ku êdî ne qiloçê mêra ne!
Çav, kêlîkekê di qermîçonkên li binê nermika çav de diçikin: Vê texmê dişibînim erdeke kizir; erdeke req ê hişk? Li vegerê vê dibihurînim di dilê xwe de, "payîz bi ser min jî de tê" tu yê li hêviya bihareke din bimînî "bihar dê te vejîne bi pel û pelçimên nû" lê ez "henar"ez...??
02/12/2007
*Hed: sînor, tixub, heta cihekî
*Xayet: armanc, gaye, mebesta ku meriv dide dû.
*Nîhayet:dawî, di encamê de?
*Bulhewes:tembij,yê ku dil dibijîne tiştekî,dilbijok.
*****
Her çiya li ser axa xwe bilind e
29. 12. 2007
Arjen Arî
Li gundekî çiyê ji dayikê "fek" bûm.
Li herêmeke bi rizd û ko, li şûnwarekî bilind û asê?
Piştî tebaxê bûye? dema miştaxeyan, wexta ku payîz bi rûyekî zerirî berê xwe dide zivistana ku kirasê bûkaniyê ji sirûştê re didirû.
Navê vî gundî Dêrasor bûye berî ku bibe Çalê?
Çal, Çalê, Çala Omerya...
Paytexta eşîrê bûye, navenda rêveberiya herêmê; bi axa, xwedî sifreya fere, bi peye û xulam, bi zindan û mêvanxane?
Ev gund xwedî xwedawend bûye, bi navê Rebê Çalê rebekî wê hebûye: Sadûnê Axê!
Firneyek hebûye li vî gundî, bi navê Firneya Mala Osmên; û Şkefta Keçikan, Guhera Birhîmo?û raserî Serê Kaniyê, kevlê dêreke kerr: Dêrkurk?
Dengê kundokekî li tevî kûkûkûya bûmekê dibe, hima ku reş dikeve erdê.
Ji hêlekê de strana kêzikên çirçirok, senfoniya muzîkjenên şevê, li hêla din stêrên ku her serê kêlîkekê çavan li min dineqînin ji dûr ve û lempeya Xweda, roniya heyvê?
Li ser banê xanî, ez û heyv, ez û stêr, ez û ê ku niha ne ez?û pal li balgeha şêvê?
Tarî dilerize ji dûr ve.
Ji dûr ve şefeq ber bi rojava de dikullkule.
Bistikeke din dinya dê bibe jineke tazî
Reşahî mîna keybanûyeke fediyokî bêhiska û bi heminî ji nava livîna şêvê dê derê.
Pîra min bi bîra min tê: Finca Xelîl.
Ji vî gundî bûye ew jî "ew jî ji vî gundî çûye"
Çûye û venegeriyaye mîna bavê xwe Xelîlê Osmên.
Xelîl, ji mala Osmên, xweşpeya, kuştiyê di ber xwîna Komarê de?
Çîrokeke ne serî ye ne binî; çîroka Xelîl:
Û pîrê wisa dikir pisepis: Rojek ji rojan bû, dilê me pê giran bû, kalê te rabû, dest avêt kebza tifingê? û çû!.
Yê ku çû, bû kêçêrê Qişleya Selîmîye, di "Destana Şerê Rizgariyê" de bû "Memed"ê Nazim.
Osmanê "Memed"ê Nazim wekî hemû "Memedên ne Memed" li Çeneqale dikeve.
Ew dikeve, qesra kalê wî dimîne; li ser şkeftekê, ava, şipiya ye hê.
Her çiya li ser axa xwe bilind e.
Ji heft bavan û bi vir de, malbeteke boş e, binemaleke desthelatdar; di bazneya serweriya Mîrektiya Botan de bi peye, bi paye, payîdar?.
Hinek dibêjin ev binemal e mala Mihemedê Cizîrî.
Hinek dibêjin na, na; hebe nebe, Mahmûd û Etman, Evdila û Silêman?
Tev çûn, mîna tava biharî her nav bi xurmîn û gurmîn; bariya, ferikî û çû!
Destpêka her çîrokê jixwe wisa bû: Hebû nebû?
Dinya çîrokek bû.
Çîrokeke ku li dora xwe digere; ji yê tê re xwe vedibêje, yê diçe guh didêre.
Hinek dibêjin bi dorê bixwe, hinek dibêjin na; bi zorê, hinek dibêjin bi zêr...
Di destê kê de be destkê destar, ew e destargêr.
Bihêr destaro bihêr, dibêjim di ber xwe de.
Berî ku çavên min biçin bi ser hev de, stranek dikeve bîra min:
Em bela bûn li cîhanê, kanî xaça sor û şeng
Bo bê deng im, bo bê beng im, jiyana min bûye ceng!*
Jiyan ceng e!
Cengeke din dest pê dike bi hilatina rojê re.
*Bendek ji stiraneke Mihemed Şêxo
26/12/2007/amed
*****
Piçek zaroktî
22. 12. 2007
Arjen Arî
Çi cejn e ko nebînim
Bi van çavan Sîmensayê
Şêrîn û xisruwa rinda
Nizaninim ka çima nayê!*
Hespikên me hebûn; tev de tev de darikek bûn di nava şeqên me yên nîvtazî de? Di hênikahiya êvarê de ku em li wan siwar dibûn, me destê çepê diavêtin rişmên hespên heyî û her yekî ji me ji hindama xwe bi şiva di destê rastê de li wan dikir heytîn?
Zaroktî bû; darikekî dirêj ê qeşartî bûya jî di nava teşkên me de, wê kêlîkê her yek ji me dibû lehengê çîrokekê û hespikên me di xeyala me de dibûn hespên bi bask û perî?
Xilçên me jî hebûn; ji darên zexm, tîrikî, sertûj?
Û xarên me hebûn, herî pir ên kevirî, hindik dîndoqî.
Xar bûna, kab bûna deqekî me hebû, di dema lîstikê de mîna pêlewanekî çîrokên nas, em lê ewle, pê bawer?
Havînî, hima ku reş diket erdê, parî ji devê me diket nediket, em dadiketin gasînê.
Dora çavgirtîkê bû.
Di bin ezmanê çîk sayî û têrstêr de li vê hewşê, li pişt vê taldê, li ber vê senedeyê? me xwe mîna pisîkan dipirnisand û me bi hemû pêjnokeriya xwe guh didêra, da ku "dê"* ji dora "hillê"* dûr bikeve, û em jî li yek tûşê destê xwe bihingivînin hillê?.
"Hill" her rûyê dîwarekî bû. Dîwar tunebûna li derdorê, rizda li dora hewşekê dibû "hill". Gelek caran dibû "diya" min. Me zarokên taxê jî fen li hev dikir. Zarokin ne di lîstikê de carinan hêlek nîşanî ?dê? didan, dema ku "dê" bigota, " Elîko rabe, min tu dît" yê ku cih lê eşkere dibû, dibû "dê"?
Min herî zêde ji lîstika "qalûç" hez dikir.
Piştî ku me ji gund bar kir û em hatin li vê navçeya li rex sînor vezilayî bicih bûn, ji keviya Çemê Cexcex* min ferşikekî rengarî û girover, bi keys û xweşteql kir qalûçê xwe.
Piştî her lîstikê ez û ev qalûç hê bêtir li hev baniyan. Gelek caran min bi qalûçê xwe goka kevirî ya li ser kevirê rast edilandî, dikir ku bi qasî kevirê şivanekî bipengize. Di derbên wilo de ?dêya? kê bûya dibû niçeniça wî. Rebeno, heta ku diçû goka kevirî dianî, qalûçek jî li derdora cihê gokê nedima; lîstikê ji nû ve dest pê dikir.
Lê rojekê qalûçê min ê xweşderb li kevirê binê gokê ket û pê re bû du felqe!
Destên min bêhemd ketibûn binê çengên min. Ji nava zarokên taxê Hesen Toto* kêfa xwe anîbû û gotibû, " Oxyan" de bûx law??
Erê qaluçek bû yê ku şikestibû, lê pê re dilê min ji lîstika ?qalûç? sar bûbû.
Jixwe ji wê rojê û bi şûn de, êdî gelek caran ez dibûm nahtorê goka kevirî.
Nîşandariya min a berê mîna ku bi qalûçê şikestî re bişikê; ji deh derban carekê ya min li gokê dida yan nedida; hemû derbên min ?fût? diçûn.
Ya ku ez pê dibeicîm, ne qalûç bû; her ku derba min "fût" diçû, pirqînî bi Heseno diket û digot, "hiiii" de gokê bipengizîn, ha!?.
Wisa xuya bû, çavên Heseno bi min û qalûç vedabûn?.
Lê? ma ne; dêya min ku ji dapîra min dikeribî, di ber xwe de digot, "ahê vî çavî ji yê din re namîne".
Rojeke eydê bû?Ez ji siwarbûna deydîkên li taxa Mazilevdîn* vegirtî, vedigeriyam. Dîna ku min dît, Hesen Toto li ser pisiklêtê sêteker yê ku ji Forsonê* kirê kiriye, di sikaka Hecî Brahîmê Hemo de, serê xwe mîna kerê ku serî têxe cuher, bi ser dîreksiyana pisiklêt de xwar kiriye û pêlikan ha ha dizivîrîne. Dema ku çav li min ket, xwe quretir kir; li ser pisiklêt qûna xwe bi paş de bir, xwe veparimand û mîna jinên bajariyan ku dimeşin û tilmên xwe bi her qevzê re dilerizînin, ajot.
Hesenê wekî ku bixwaze ji min re bibêje "binêre, ez pisiklêt diajom" bi derbekê re tewtihî, ji ser pisiklêtê sêteker hate xwarê.
Wê kêlîkê zarokên ku li sikakê li eydê digeriyan erîşî şekirên qul-qûlî û yên di nava qesebên zêrînî de kirin. Zarokê bajariyan wan rojan av li zarokên kurmancan venedixwarin. Jixwe yekî sîpe, çend qiruşên li erdê berhev kiribû, pehînek li devê qûna Heseno dabû û gotibû, "kurmanc û pisiklêt"?
Wekî Xwedê, kêfa min li Heseno hatibû, lê dilê min jî pê dişewitî bû.
Ez berûpê de çûbûm, min destê xwe dirêjî destê wî kiribû û min gotibû "Hesen cejna te pîroz be, rabe rabe".
***
Bi hêviya dahatûyeke her roj di şekl û çêja cejnan de?
Çivîk di nava nikilên xwe de avê bîne ji mar re?
Û mar bi marîtî bijî, çivîk bi çivîktî?
Cejna Haciya li we xwîner û nivîskarên malbata Diyarnameyê pîroz dikim.
*Cegerxwîn, Hevî, Wş.Avesta
*Dê: Di lîstikê de kesê ku dor dibe ya wî
*Hill: Di lîstikê de navanda lîstikê, cihê ku lîstik lê dest pê dike û diqede.
*Çemê Cexcex: Çemê ku Nisêbînê dike du tîş û ber bi Qamişlokê de diherike. Bi navê Çemê Bunisra jî tê naskirin.
*Hesen Toto: Hevalekî min ê zarokatiyê.
*Mazilevdîn: Taxeke Nisêbînê ku navê xwe ji camiya bi navê Zeyn el Abidîn werdigire.
*Forsonê: Merivekî Nisêbînî?Bi teqîna mayînê lingekî wî hatibû birîn, bisiklêtçîtî dikir.
*****
Çîrok, dîrok, Îskender
15. 12. 2007
Arjen Arî
Baskên hespên wan nebûn 'û nedifiriyan.
Ne balinde bûn; ne eylo' û ne jî teyrên sîmir.
Lê her hespê babelîskek radikir û her siwarî berê xwe bi zerihiya rojê ve dikir 'û dibeziya!
Na, na' difiriyan; beza wan dişibiya basklihevdanê!
Mîna ku bixwazin kelehên rojê yek bi yek zeft bikin û qîzên rûroj û por roj bavêjin ser pişta hepsên xwe û vegerin; bi hepsên xwe re cotik? û tîrikî!
Erê? difiriyan! Ne li banî; li ser rûyê zemîna gewrik li dû serleşkerekî wêrek û por zerik..
Hinan digotin stûrehên wî hene, hinan digotin na na, bi qiloç e, û qiloçên wî di bin porê wî yî dirêj de windayî ne!
Niha, dîrok kalekî ji qidûmşikestî ye.
Li ser her kavilê xirbeyekî kundokik e leşkêran?
Dixwîne, dixwîne.
Û dibêje, "Îskender çîrokek e niha."
Îskender çîrok e, an dîrok çîroka Îskender e?
Textê ku Îskender li ser e, taca ku li ser e, ew tac..?
Navê Îskender babelîsk, navê Îskender bayekî bi eccac!
Û sotin"û rûxîn" û bac û xerac?
Yekî Makedonî Îskender? "gewrey gewrekan", zilqerneyn!
Çend çîrokên Îskender hene li vebêjeran bi deyn?
Yê ku li wan hesand, rabû û navê wî li kurê xwe kir:
Makedonî bû Îskender, li tevî artêşekê vegeriya; navê wî ma li vir!
Çîrokeke ji devê guhdarên dîrokê jî ev e:
Dibêjin, berberê Îskender pê dihese, ku bi qiloç e!
Dema ku destên wî dihingive qiloç, vediciniqe berber!
Îskender di bin çavan re lê dinere û dibêje, hinekî din bi vê sirê bihesin, berbero çû ji serê te!
Berberê ku tu xincerê li mêlakê bidî xwîn dê jê neyê, "ez xulam" dibêje, her bûnewer piştî demekê hemlê xwe datîne; "ez ê çawa bijîm bi vê sirê re"?
"Jiyîn sirek e", dibêje Îskender, "her sir jî kurmek e. Ev kurm dê te bikevêje berber, mîna ku her kurm dadide dara xwe!"
Berberê sirdar, neçar, her êvar bi sirê re radize, her sihar çavê xwe bi sirê re bel dike.
Îskender rast dibejê, kurmê sirê di mêjî, di bîr, di hizr, di giyanê berber de her dilive û her ku diçe dibe zîheyek.
Berber dike ku verişe, dixwaze sirê bike der!
Li hêlekê tirsa ser, li hêlekê sira Îskender!
Di rojeke bi baran de berber, "nepixîm" dibêjê, "dê biteqim vê sirê ku neynim der!"
Bîr tê bîrê, berber diçe ser bîrê devê dixe dev û heta ku jê tê sirê dike der:
Îskender bi quloç e, Îskender bi quloç e"Îskendender".
Di wê baranê de li der, berber û baran, Xweda û berber?
Berber dibêje ?min ev sir kire der;
Êdî ne berber; bîr zane, baran zana, Xweda zane??
Zane, "yê zane jixwe zane
Yê nizane baqê nîska ne"!
26/08/2007/
Amed
*****
Yekî çil salî û mîna navê xwe Helîm
08. 12. 2007
Arjen Arî
Ji ber zemanê bêhadan û bêrawestan, ku kêliyê xulek li dû xulekê dike bîstik, û bîstik hûrik hûrik berê demê didin ber bi pahnava meh û salan de; temenê bi zeman sînorkirî, mîna siyeke destê êvarî ji kendalan bişeqite, hew te dît ku li yek tûşê salek din jî di kêja katjimêrê werbûye û tu bûyî mirivokî navsere?
Min ji zû ve li deriyê "çilî" daye!
Niha di pêlika temen ya pêncî û yekê de, li beriya zeman dinerim: Ji vê kêlîkê pê ve tiştekî din nabînim; vê kêliya ku niha ez û hûn tê de.
Şaîrê Diyarbekrî Cahît Sikti çendîn gotibe "E'mr sîhûpênc, nivê rê dike" jî; li Rojhilata Nawerast "çil" nîşana "pêxemberiyê" ye.
Pêxemberî li hêlekê, di nava civakên pêşketî û paşdemayî de jî, çil; stewîn e, kamilî ye.
Niha dostekî min çil salî ye: Helîm Yûsiv.
Berî ku vî ciwanmêr û xweşmêrî bi bejn û bal nas bikim min ew bi rêya çîrokan nas kir:
Bi qasî ku bi ser tahm û çêjeke nû vebibûm, her çîrokê dikir ku hesteke dexsok, dexseke dilbijok raperike laşê helbestkariya min:
Her çîrokê di nava mubalexeyeke siruştî de serê min li hêtê rastiya civakî dida. Gelek caran di erda çîrokê de pêyên min li kêstekên der-rastiye hirditepilîn, lê hevoka bi dû de bi destê min digirt, nedihişt bi dev û rû biçim erdê.
Wekî Xwedê; piştî ku min çîrokên Helîm Yûsiv xwendin, min ev ji xwe re got: Ji îro û bi şûn de divê çîroknûsên kurd hay ji xwe hebin.
Jixwe piştî ku derket derveyî welêt, bi rêya telefonê ez beşdarî bernameya ku Helîm mêvan bû, bûm. Sal nayê bîra min, lê min ev gotibû: Ne ji sînorê ku aliyek kiriye Serxet, aliyê din kiriye Binxet bûya, ez û Helîm cîran bûn. Min bi kêfxweşî çîrokên Helim xwendin. Dikarim vêya bibêjim; Ji îro û bi şûn de çîroknûsên kurd divê hay ji xwe hebin.
Baweriya ew e; nivîskarek, helbestkarek bi afirîneriya xwe ya ji ya heyî cuda, dişê helbestkarekî/nivîskarekî hemdemê xwe bajo ber bi helbestkariyek/nivîskariyeke bi rêkûpêk de.
Li tevî çend navin din Helîm bi çîrokên xwe dilê min bêhtir bijand çîrokê.
Û kir ku vê bibêjim ji xwe re: Mana çîrokek te jî heye!
Helîm can, ez pêncî û yek salî me.
Çil saliya te li te, li xwendevan te, li ziman û nivîskariya kurdî/kurmancî pîroz be dibêjim, û temenekî dirêj, jiyaneke bextewar û têrberhem hêvî dikim ji bo te?
Bi hêviya du sê çil salan?
07/12/2007/Nisêbîn
Tika: Ji kerema xwe, çîroka xwe û ya mixaberat û dînê Amûdê ji Diyarnameyê re vebêje.
*****
Ez ji miriyan...
02. 12. 2007
Arjen Arî
Maçek bide Seyda û bi carek tu mexeyde
Sed heyf e ku dilkul herî bin ax û nebûnê
Hingî wekû sax e bere dilxoş û ciwan bî
Lê kengî serî danî bi carek meçe şûnê.(1)
Piştî ku mir, bi qasî ku min dizanibû gorna wî di hewşa mala wî ya li Taxa Xerbî (2) de ye, û bi qasî ku pirî caran rêya min bi Qamişlokê ket; ne bi tenê, ne jî bi hinekan re neçûm serdana gora Seyda.
Jixwe carekê ez çûbûm serdana cenabê wî; havîna 76'ê.
Digel vê helwestê; di her çûnê de min "bênan û xwêtî" nekir, bi telefoneke be jî, min li dostên xwe Konê Reş, Rezo Osê, Deham Evdilfetah, bi dû re Elî Cizirî, kurê Miradê Sêvê Silêmanê Miradê Sêvê?û li hêjayên din pirsî?
Rêz û hurmet ji bo hemû hêjayan 'Bi yadkirina wan re serê xwe bi siyanet diçimînim û bejna xwe ditewînim li ber ked û tab û jiyana wan kesayetên ku di her şert û mercî de bîr û baweriyên xwe bi mirinê, bi zindanê, bi koçberî û sirgûnê parastine; bi hez û hesreta welatekî jiya ne û di vê rêyê de can dane?'
Her yek -bêyî ku navên hineke bilêvînim- kite kit giranbuha ne, yeke yek hêjayî ne ku di her salvegera mirin û jidayikbûna de bêne yad kirin, berhemên wan bêne çap kirin, hunera wan bê eşkerekirin, jiyana wan bê vegotin; bêyî ku azarkêşî, xizanî û renckêşana ku kêşane bê veşartin!
Peyva pêşiyan e, wan gotiye, û ji ber ku wan hiştiye, bicihkirina wê di vê nivîsê de dê ne bêedebî û bêtoretî be; dibêjin, "Ku mirî dimre qûnzêrînî dibe"!
Wekî hişmendî û feraset, bi baweriya min her mirov roja ku ji dayikê dibe, jixwe "mirî" ye!
Mirin ji roja ku em çavên xwe li dinyayê bel dikin, -mîna qederekê- ne li pêşiya kîjan evdî ye?
Gilgamiş/Girgamêş giyayê heyatê çendî bi dest nexistibe jî, her nivîskar bi afirîneriya xwe, bi bidestxistina bilind-huneriya edebî, bi berhemekê yan deh berheman dixwaze bikeve nava karwanê nemirên ku ne sal, ne sedsal nikarin wan biavêjin binê newala jibîrkirinê?
Mirin?
Ez ji miriyan hez nakim.
Û ji yê ku ji miriyan hez dike jî hez nakim!
Ku ez jî bimrim, li tevî yarê bila kesek ji min jî hez neke!
Mirov dikare çawa ji tiştek "tune"hez bike?
Ji tiştekî ku mirov dizane êdî venagere, êdî di binê axa sar û cemidî de dê birize?
Ev çand, ev "çanda ji mirîhezker" ji ku, kengî, bi kê re kete nava vê civakê û ma û ma?
Ha ev, ev pirs gelek caran dibe sedema arîna ûlsera min!
Min ji Peşêw bihîst, Peşêwê ku bakurî wî bi dîwana wî ya bi navê "Birakûjî" (3) dinasin:
Li Silêmanî û Hewler, Peşêw dixwaze helbestên xwe bigihîne guhê gelê xwe. Berpirsê ewlewergerên wê demê dibijin, "Tu hêjayiyek î, tiştek bi serê te de were"me navê ku tu van helbestan bixwînî!?
Peşêw e?bi ya xwe dike; derdikeve ser dikê, li Silêmanî û li Hewlêrê ji hezaran mirovên di holê de amede re her helbestê bi dengê dil û kerba ji kezebê, dixwîne.
Ji ber ku ji CD'ya ku wî bi destên xwe diyarî min kir, dizanim; rê û rêwanî nîn bû di holên li Silêmanî û Hewlêrê de. Yanî wekî ku dibêjin te xwê biavêta, lib nediket erdê!
Min bala xwe dayê, di dema helbestxwendinê de çepik nîn bûn.
Holên bi mirovan sik-sikî mişt, mîna ku hemû beşdar "bi geragupê" bilîzin, aram û bêdeng bû?
Lê, di dawiya bernameyê de, ji daketina ji ser dikê heta derketina ji holê?dildarên helbestê li ser pêya, bi tofana çepikan Peşêw bi rê dikirin.
Di Mîhrîcana Amedê ya sal borî de jî gotibû, "ji kerema xwe re, çepikan bihêlin dawî!"
Ya ku ez ê li vir li ser rawestim ne ev e; bîranîneke wî ya ku li Êlihê bi min re par ve kiribû ye:
Wexta ku ji Fînlandê tê ser Axa Azad, piştî serdana li hin sazî û dezgehan, dostine wî jê dipirsin, "tuyê neçî ser Mezarê Nemiran"? (4)
Carekê, didu, sisê?
Peşêw ne dibêje "erê" ne dibêje "na!"
Xuyaye; ku em jî ji zindî-miriyan hez nake; serê sibeheke zû, bi tena serê xwe; hew ew û sayiq û Xweda? berê xwe dide Herêma Barzan, Mezarê Nemiran!
Li ber gorna her du hêjayan serê xwe diçimîne, fatîha xwe dixwîne, duayên xwe dike, û vedigere?
Piştî guhdariyê min jê pirsî, "Ji bo çi tenê û bi dizî"?
Bersiva Peşêw ev bû:
Min nexwest ku ew serdan bibe "alavê" kurtepistî, paşgotinî û nûçeyên rojname û televîzyonan!
Ji sewta dengê wî diyar bû, ku Peşêw ji Barzanî hez dikir.
Nemir jî ji Hejar hez dikir.
Yanî ji şaîrên şaîr; ne ji yên şelaf û pesinkar!
07/09/2007/Amed
1 Ronak,Cegerxwîn,Wş.Avesta,Rp.185
2 Taxa Xerbî: Miheleke bajarê Qamişlo, gora Seydayê Cegerxwîn li vê taxê ye.
3 Birakujî, E.Peşêw, Wş.Avesta
4 Mezarê Nemiran: Li Başûr li Herêma Barzan ebedîgeha Barzanîyê nemir û Îdrîsê kurê wî.
*****
Kurd çima Cahît Sitki, Cemal Sureyya naxin antolojiyan?
24. 11. 2007
Arjen Arî
Bîra mîn a li ber xitimînê min neşehitîne, destpêka sala 97'ê Şaîr Yilmaz Odabaşî 'hestiyek genî' avêt qada gengeşiyê: "Helbesta Tirkiyeyê/Turkiye Şîîrî".
Odabaşiyê esil-kurd ê peyrewê zimanê Cahît û Gokalp û Arîf û Sûreyya bi çend nivîsên "hişmend" û "ziman-dewlemend", ev têgeha nû, yanî "Şiîra Tirkiyeyê" wiha bi encam dikir: "Tirkiye welatekî ku ji gelek qewman û zimanan pêk tê ye; ev yek ji vê yan ji wê boçiyê dibe sedemê ku kesine ne tirk zimanê tirkî hilbijêrin û pê binivîsin. Ji ber vê rewşa diyar, helbesta kesên bi eslên xwe ne tirk lê bi tirkî helbestê lê dikin, divê bi navê 'Helbesta Tirkiyeyê' bê bi nav kirin"?
Qajikek heye ya, car caran tê cûtin: "Tirkiye mozaîk e!"
Ev feraset ji hişmendiya xwedêgiravî "em ji hev nabin" tê!
Wê demê jî min li têgîna nû ya xoşewîst Odabaşî wekî "hebandin û parastina sînorên mîsak î millî" ya Tirkiyeyê nihêrt. Lê dîsa jî mafdar bû: Odabaşiyê ku di nava helbestkarên kurd de wekî Ahmed Arîf û Enver Gokçe xwedî cih û kursî, diviyabû di nava helbestkariya Tirkiyeyê de jî kurseyekê ji xwe re bibîne.
Ya ku min diheyirîne ev e: Berhevkarên ku di "Antolojiyên Helbestkarên Kurd" de kesên wekî Ahmed Arîf datînin "serê dîwanê", çima cih nadin navên mîna Cahît Sitki, Cemal Sureyya?
Bi vê pirsê re pirsgirêkek derdikeve holê: Aya bo çi hemû kurdên ku bi tirkî dinivîsin wekî nivîskarên kurd nayên dîtin? Aya ji bo çi hin bi rûmet in hin bê rûmet? Pîvana vê hilbijêriyê afirînerî, huner û hunermendî ye, an dilxwazî?
Bi min di vê hilbijêriya "ne etîk" û "ne demokratîk" û "ne wêjetîk" de dilînên dilxwaz, zora hiş û mêjiyê kurdan dibe. Jixwe ne nivîskî be jî di sohbetên navxweyî yên li qul û qawêran ev tê gotin: Ew şaîr/nivîskarên ku kul û xem û êşa kurd kiribe êşa hunera helbest/çîrok/romana xwe divê ku wekî şaîrê/nivîskarê kurd bê dîtin!
De kerem bikin?
Werin û derkevin ji nava vê çiravê!
Werin û kirasê xwe neqetînin!
Yê ku kirasê xwe diqetîne û tîştîşî dike, ne ez; Prof. Mehmet Kaplan e!
Ji ber ku li gorî ferasete Kaplan kurdên tirkî-hilbijêr bi destê helbesta xwe "berfê jî ji ezmanan daxin", ew nikarin ji "xayîntiya" xwe du qiruşan kêm bikin!
Hûn çîroka "xayîntiya" Nazim dizanin?
Dema ku Mustafa Kemal Paşa li helbesta wî ya bi navê "Destana Şerê Rizgariyê" guhdarî dike, vê dibêje, "Çi helbestkarekî mezin e! Lê heyf e ku komunîst e!"?
Prof. Kaplan jî di berhema bi navê "Helbesta Tirkî ya Dema Komarê" de derbarê helbest û helbestkariya Ahmed Arîf de vê tesbîtê dike: "Di helbestê de çi kiribe bila kiribe; mebesta vî mirovî ew e ku nîfaqê têxe navbera gelê tirkî!"
Nîfaq an jî tifaq, mijara me ne tawanbarkirin an biçûkdîtina kesekî ye.
Kurd be tirk be; ne kurdîtî ne tirkîtî tiştekî li nivîskariya Yaşar Kemal ne zêde dike, ne kêm dike. Yaşar Kemal dikare wekî kurdekî ji min û bavê min jî kurdtir be! Lê li vir pîvan ne kurdîtî û tirkitî; ziman e, wêje ye, bi wî/vî zimanî afirîneriya hunerî ye.
Berî bi çend salan li Amedê li ser pirseke arestekirî, Orhan Pamuk ev got: "Ez nivîskarekî tirk û yê zimanê tirkî me. Dema ku diçim Amerikayê min wekî nivîskarekî tirkî nas dikin. Ev pênaseya nivîskariya min e!"
Kurê xelkê rasterast bi wêrekî navekî li xwe dikin.
Me hê jî daye dû "gelo nasnameya wejeyê ziman e, an mijar e?"
Ku pîvan mijar be, kul û keder û bindestî; serhildêrî û şer û welatê kurdan be, na xwe hemû kesên ku li ser kurdan bi tirkî, bi îngilîzî, bi frensî, bi swêdî berhemek nivîsandibe, nivîskarê kurd e?
Û ku Ahmed Arîf şaîrekî kurd be, divê em rûpelên antolojiyên xwe, rûpelên dîroka wêjeya xwe bi wêrekî vekin ji bo navê Cahît Sitki jî, Cemal Sureyya jî?
24/11/2007
Têbiniya Diyarnameyê: Nivîskarê me Arjen Arî dê êdî her roja şemiyê nivîsa xwe ya nû pêşkêşî xwendevanên xwe bike.
*****
Ez mecbûr im - 3
20. 11. 2007
Arjen Arî
Piştî ku me kirasê pîrozwer yê "nivîskariyê" li Xweda kir, pedivî ye ku em 'cawê mayî: destanên dêrîn, pirtûkên pîroz, mîretaya hevpişk a gelerî û neteweyî; dengbêjiya peyv-efsûn, bûyervebêjiya ciwakî: stiran, kilam, çîrok û çîvanokan?
û berhemên nivîskî yên temen hezar sale deynin ser "dezgehê" xwe, û jê bo bejn û bala "nivîskariya xwe" çend gazan bidin ber devê meqesê peyvê?
Peyv tenê, tenê peyv dikare zeman bibire.
Ji ber ku her tişt ji destpêka bêsalix tê û berê xwe dide dahatûya bêdawî!
Mîna şikestin û têkçûnên artêşên xişr-giran di qada şerên bûyî de, şerê peyvê "efra" bi zeman re ye. Peyva ku di neqebên herî xeternak û teng yên zeman de nelikume, asê nebe, wekî hespeke bêrişm, beza û rewan li xwe bide, dikare biqewize di ser sînorê zemanê bi destê mirov sînorkirî re!
Na xwe peyv û zeman du kujer in; miqîm li kuştina hev digerin.
Şerê zeman û peyvê, şerê bêwestan û bêrawestan di heman kêlîkê de dest pê dike: kêlîka ku peyv diniqute dil û di dil de dimeyê!
Peyv jî mîna şîrê li bendî heyvan, dikare biquse!
Yê ku peyvê diqusîne, zeman e.
Zemanê "qusînkar" di heman demê de "geliyê peyvên bi bedewiyê meyandî" ye!
Yanî, yê ku peyvê diqusîne jî zeman e, yê ku dihimmîne jî?
Ev pêkarîn ango ev serwerî ji hêza peyvê tê!
Vê gotina pêşiyan em nikarin nebihîzin: "Peyva nexweş ji şûr tûjtir e!"
Lê ya xweş?
Jixwe em li ya xweş, ya şa û dilşaker, ya ku bi xweşiya xwe dikare bi rihê me re hişê me, bîra me, hest û dilînên me bizelilîne digerin!
Ev lêgerîn serencameke dûdirêj e. Lê ku meriv dest bi lêgerînê neke, biservebûn ne hêsan e, ku Maks Jacob radibe, dibêje: "Ji nava helbestên Apollînaîre li yên dilşa bigerin. Hûn ê li du sê heban rast bên an neyên! Helbesta dilşa helbesta bi rêkûpêk, bi pergal, û herikbar e" pertew pertew diçurise. Gundiyê herî kawik gava ku bibihîze, dibêje "çi qasî xweş e", nabêje "min çi tişt jê fêm nekir"!
"Min çi tişt fêm nekir!" Em bi vê peyvê diberizin helbestkarê ku me necoşîne. Ji peyvên erzşikên ya herî giran ev peyv e!?*
Em jê fêm/fahm bikin nekin, peyva baş mayînde ye.
Peyva baş e ya ku berhema baş tînê pê?
Nawalê berhemên jibîrbûyî hema hema berxweş e. Nexasim newala berhemên kurdî! Bi gotina hêja Cîhan Roj "sergo"! Li şûna sergo; em çêjên berhemên bedewiyê girstir û xişintir û bilindtir bikin dê ne paktir be? Li şûnwarê Biraboz, Hamedanî, Xanî, Nalî li şûnwarê ku misk û embera sipehîtî û delaliyê bi ser me de difûrîne, em rabin "ting" û "sergoyan" bilind bikin bi min em ê neheqiya herî mezin li xwe, li yên berî xwe, li yên li dû xwe bikin
Yê ku vî mafî di xwe de bibîne, bila kerem bike peyva xwe bibêje!
19/07/2007
* Ji "Şîretên Li Şaîrekî Ciwan"
*****
Ez mecbûr im - 2
14. 11. 2007
Arjen Arî
Em pirsa xoşewîst Zekî Ozmen, "Ma Hûn Mecbûr in Helelbestan Binivîsin?" bi bîr bînin û bi "tembiyên" Maks Jacop yên "Li Şaîrekî Cuwan"* kirî, bidomînin:
"Dinyaya hundirîn divê ji dinyaya der veqete; rikeberiya aqil a bi dinyaya der re ye dinyaya hindurîn e. Hinek ferîşte çê ne, hin ne çê ne!" Ji cinan re em ê çi bibêjin? Her çi be, dengê helbestê ne dengê Xweda ye! Jîr/dahî jî bi destê Xweda xuliqî ne, lê belê ne Xweda ne. Ji ber hindê, hînî veqetandina dengên xirab yên ku peroşê/bestê (esîn) pêk tînin bibin, û hewl bidin ku Xweda bibe serwerê/serdestê vebestyariya we. Pêşî xwe ji bo Xweda amade bikin, lewre fona herî baş ya wêneyê (rismê) ev e: Pêşî Xweda bibînin??
Çima Xweda?
Di felsefeya Tessawûfê de jî her tişt,bi taybetî evîn, yar, dildar?qetek ji spehîtî û bedewî û bêqusûriya Xweda ye. Lê tevî şaîrên ereb û faris, yên kurd Mala jî, Herîrî jî, Xanî jî dane ser vê rêyê peydakirin û bidestxistina bedewîtiyê.
Jacopê bavcihû bi dû re ji hêla keşeyekî ve tê waftîzkirin/helalkirin û derbesî îsewîtiyê dibe- di pirsa di helbestê de estekîk/bedewkariyê de çima dixwaze berê şaîrê ciwan ber bi Xweda ve bike? Di baweriya îsewîtiyê de Xweda, mîna fikirkariya tessewûfê remza delaliyê, hezê û xweşbîniyê ye?
Şaîran, gelo? lê pêximberan bi ya Jacop kiriye.
Tikaya Mûsa li Tûr î Sîna ji Xweda kirî, ma ne kiriye ku wesfeke din li wesfên Xweda zêde bibe: Nivîskarî?
Rîwayet tê zanîn û em dizanin ku kitêbên pîroz jî mît û rîwayet, qewimîn û serpêhatiyên di wextekê de bûyî, mîna Tofana Nûh, zayîn û jidayikbûna Îsa kirine palpişta "xweragihandinên" xwe!
Em bi coş hembêz bikin, an bi şik nêzî bûyerê bibin, dê tiştek neyê guhertin: Mûsa li Tûr î Sîna bi Xweda re kelimiye, piştî deh tembî/pend/şîretên ku dê bibe binkeyê dabînkeriya jiyaneke aram a civakî di nava qewmê li dû de, Mûsa di dilê xwe de vê dibihurîne: "Xwezî niha ev peyv yek bi yek bihatana nivîsîn!"
Wekî ku tê zanîn, Yezdan gelek caran bi daxwazên qasidên xwe ve rabûye. Wê carê jî wisa dibe: Xweda her deh deq/xalan li ser du ferşan dinivîse, û Mûsa ji Tur î Sîna "ahda kevn" di bin çengan de wedigere nava qewmê xwe, qewmê ku Xweda wahdê "axa ku dê li ser bijî" dayiyê!
Kurdan dev ji 16 herêmên bihuştin** berdabin jî, Cıhû ji wê rojê de xewna "axa wahdkirî" dibînin û ji dû vê "xeyala gewre û rengîn" venagerin. Her roj li ber "hîmê giryanê" ji derwêşekî ji derwêşên Dergeha Şêxê Xiznewî bêhtir bi sûr û cizbê ketî, serê xwe bi vir ve bi wir ve dihejînin, û pê re "ahdê" dixwînin li dahatu û ayîndeya xwe.
Ku em bala xwe bidinê, nameyên kevn û ji berhemên kilasîk Mesnewî,- kek Ramazan Alan Mesnewiyê wekî bingeha romana rojava dibîne, bi ya min ji erdê heta bigihe ezman mafdar e- wekî Mem û Zînê bi "namê Ellah" dest pê dikin:
Sernameê name namê Ellah
Bê namê wî netemam e,wellal
Ey metleê hinsê işqebazî
Mehbûbê heqîqî-yû mecazî
Namê te ye lewhê nameya işq
İsmê te ye nexşê xameya işq
Bê nexşê te nexşê xame xam e
Bê namê te name ne temam e ***
???????????..
Hêzdarî û pîrozweriya "peyvê" piştî demeke dirêj, bi peydakirina/bi biservebûna xetê/nivîsê re her çend bi destê mirov veguhere "nexşê xameyî" jî, pirtûkên pîroz vê jîritî û jêhatîbûnê bi bexşînkariya Xweda ve ditêkilînin û dibêjin, "Me hûn qewm qewm,eşîr eşîr, bavik bavik afirandin, û me her yek ji we zimanek xist dev!.."****
Wî xistibe devê me, me peyda kiribe; bi dîtina "xetê" re mirovahiyê bi qahfikên kîlî, bi ferş û berdereşan, bi qeteçerm û papûrûsê kariye serencama xwe vebêje, şiyaye mîrateya xwe ya hevbeş bêyî winda bibe, ji demên dêrîn radestî îro û nivşê nû bike.
Ev kirin, mixabin di nava kurdan de bi navbir û qeto qeto ye. Yek ji sedeman bêpahrbûna ji " mîrateya hevbeş": yek ax, yek ziman, yek vîn, yek mebest, yek bawerî, yek xewn? ew e ku kurdan dev ji ayîna xwe ya hevbeş berdaye, ya duyemîn jî lêxwedîderneketin û bikarneanîne yek "xet"ê, yanî alfabeyekê ye.
Ayîn -di wateya îroyîn de hûn lihevkombûnê fam bikin- ji destpêka bêsalix operaya peyvê, lerze-bizava laş, xusûlkirina rih, terkirina can, vejandin û têrkirina hestan û tijekirin û miştkirina bîrê ye. Li vir hemû peyv ji bo wî/wê- em ê "wê" jî bikin şirîkê "wî",da jinên dilînkuh xwe neenirin-yê ku "hawar û hêvî" ye. Bi dû re dû re, şirîkek dibe şîrîkê yê ku "hawar û hêvî" jê tê kirin: qeran, siltan, tacîdar ango yê dest bi şûr!
Ya balkêştirîn ew e ku mîtosên ji duhiya dêrîn de bi mirovahiya îroyîn mayî jî, berhemên ji berberî, berizîn, pevçûn û gir û qayîşa navxweyî ya xwedawendan pêk tên in. Ev yek çi di destanên Homeros Îlyada û Odysseîa de, çi di mîtolojiya Babîliyan "Dastana Afirîn"ê? de eyan beyan e.
Ji van destanan Destana Gilgamiş/Girgamêş, ligel şerê bi Enkîdû re du babetên din vegotin: "Tofana Nûh" û "Geyayê Nemirtiyê"?
Gilgamêşê nîv-xweda "geyayê heyata ebedî" bi destnexistibe jî destana hezar hezar salî destê "nemirtiya hunerî" dirêjî me dike.
Xweda nemir e!
Yê ku tu biafirînî, tu nikarî zû bi zû bikujî!
Nemirtî hebû ye ku kurd di metolikinan de behsa mirovên ku hezar salî jîyane, dikin.Bavê me Adem (eleyhî selam) yek ji wan e!
Dênê xwe bidinê; yek ji birînên mirov yê duhî û îroyîn e nemirtî!
Evdê sereş î temen bi tixûb, di lêgerînên bi servebûna serencama nemirtiyê de bi nivîsê destê xwe dirêjî taybetiyeke Xwedayî; nemirtiyê dike?
Na xwe, nîvîs ji roja roj de pîroz e, û nivîskarî ji roja roj de karekî pîrozwer e!
Jixwe hinek di despêka nivîskarî/şa?irtiya xwe de; wekî Nerûda, mîna Serwantes "nemirtî" bi dest xistine, hinan jî pîştî 300 salên xitm, wekî Ehmedê Xanî, gihîştine asta nemirtiyê!
Ku em vegerin ser tembiyên Jacop, Marcel Bêalu di beşeke nivîsa xwe ya li ser xebata Jacop vê dibêje: "Xanima ku li kevalê/tabloya li pêşberî xwe dinere,û dibêje, "pirr buha ye", bersiva wênasazê gewre (Pîcasso) çi qasî li bejna Maks tê:
Erê keda çaryek saetê ye, lê tecrûbeya şêst salî ye!
Niha, ne ji mafê min e ku ji çi kesî/ê re bibêjim nenivîse; bi taybet helbestê!
Lê werin bibînin; bi pirsa xoşewîst Zekî Ozmen "Ma Hûn Mecbûr in Helelbestan Binivîsin?" ve girêdayî; nivîskariya kurdan "bi çavpêketinê" dest pê dike. Yanî bi gotineke eşkeretir, her "nivîskar" bi vê pirsa ku ji xwe dike dadikeve qada nivîsê: "Ma çi yê min kêmî yê filankes e?"
Ev pirsa ku helbestkar/nivîskar bêhiska ji xwe dike, destpêka "biçûkdîtin" û pê re "biçûkirina" nivîskariyê ye.??
Na xwe?
Na xwe, her nivîskar divê ji bîr neke ku Xweda jî nivîskar e!
* Şîretên Li Şa?irekî Ciwan, Maks Jacop, Weşanên.Nîsan, 1997, wergêr Selah Bîrsel
**Kovara War,Jmr.3,1998 (Zend Avesta,Vendîdad,Fargard 1.Wergera Nergiza Torî)
***Mem û Zîn, E.Xanî
****Qur?an
*****
Ez mecbûr im - 1
05. 11. 2007
Arjen Arî
Di helbestekê de "Min li Quîmper"ê pazdeh salên bihurî ji nû ve dîtin, lê li hêsrên çavên xwe rast nehatim? dibêje, Maks Jacop.
Jacop'ê ji dê û bavekî cihû sala 1876'an de li Fransa li herêma Brîtanya li Qûîmperê tê dinyayê. Di xortaniya xwe de dil dide stî Pefeîpferê û ev dildarî heta dawiya temenê wî bidome jî, ji Yacop pê ve keseke din navê rastîn yê vê hurmetê nizane?
Nêzedostê Pîcasso Yacop di sala 1903'yan de bi Apollînaîre, Andrê Bîll û Andrê Salom re dolaba hevaltiyê digerîne. Wan wextan Yacop li Parîsê li sikaka Ravîgnan li xaniyê jimara derî 7 niştecî ye. Jaqop bêwestan û bê bêhnvedan helbestê dinivîse, lê van helbestan ne çap dike ne jî diweşîne; wan taxe taxe di baxoleke biçûk de dike tomar?
Yacopê ku helbestên xwe di "baxola biçûk de dikesidîne" ji hêlekê de wêneyan çêdike.
Di rojeke pûşpera 1941'ê de Maks li bajarê Montargîsê li mala dostekî xwe rastî xortekî xwendekarê tibê tê. Bavê xortê ciwan nivîskarê "Le Cornetê a Dês" vexwendiye. Di kêliya ku xwarin tê xwarin û sohbet germ dibe de J.E'yê ciwan vê pirsê aresteyî şair dike: "Çi ye helbesta lîrik?"
Jaqob pirsa J.E. nabersivîne; bi dilovanî dibêje, "Li pêş dê û bavan meriv qala helbestê nake!"
Lê piştî ku vedigere Saînt-Benoîtê pirsa xwendekarê tibê dike ku Jacop berê xwe bide dikanekê û defterekê bikire. Bilez li ser berga pembî ya defterê vêya dinivîse: "Ev defter deftera J.E.ye". Jacop bi heman lezê rûpelên deftera xêzçarkoşe dike diraxeya "ceribandinên estetîkî". Piştî derengiya bi qasî du sê hefteyan -ji ber îmtîhanên zankoyê- xwendakarê ciwan J.E. spasiyên xwe pêşkêşî nivîskarê vê diyariya bêhempa dike û jê dixwaze ku navekî li hestan/dilînan bike.
5'ê Tîrmeha 1941'ê Max Jaqop wisa dinivîse: "Ez nizanim bê pendên ku min li J.E. kirine çiqasî hêja ne. Ya ku dizanim; min ew şîret ji dil kirin. Dibe ku bi kêrî hinekên din jî bên. Daxwaza min jî jixwe ew e?"
Jacop ji wê dîrokê piştî 13 rojan vê dinivîse: "Şîretên min a li J.E. weşenxaneya Manoll dixwaze çap bike. Min bê dilê xwe qebûl kir û qet jî kêfa min nehat! Ya rast, Pend/Şîret, bo mirovên dilsoz û narîn tiştine ji rêzê û basît, bo mirovên basît û ji rêzê jî tiştine bi çiv û çivanok in!
Min ji J.E. nameyek stend. Ji min dipirse, "Hest çi ne?" Dixwaze jê re rave bikim. Ev kurik ji çavdêriyan pê ve bi tiştekî din nizane. Min jê re got, "pênasekirina hestan nabe; hebe hebe mirov dikare wan bi peyvên wekî evînê, kerbê, êşê, fihêtê, welatparêziyê bi nav bike?"
Berhema Max Jaqop "Şîretên Li Şaîrekî Ciwan" bi vê hevokê destpê dike:
Ez ê dibistaneke dinyaya hundirîn vekim û ez ê li ser deriyê wê wiha binivîsim:
Dibistana Hunerê!*
Kî ji me ji deriyê Dibistana Hunerê ket hundir?
Kê ji me karî dinyaya xwe ya hundirîn derxe der?
Ez şa?irek im, herûwer
Kek Zekî got, "Ma hûn mecbûrin helbestan binivîsin?" Belê Kek Zekî, ez mecbûr im binivîsim!
02/11/2007/Amed
*Şîretên Li Şa?irekî Ciwan, Maks Jacop, Weşanên.Nîsan, 1997, wergêr Selah Bîrsel
Not: Ezê bi çend nivîsan li ser "ez mecbûr im"ê bidomînim.
*****


