Babîliyan bi navê Armîs û Nisîbîs bangî vî şûnwarî kirine…
Mîtaniyan navê wî kirine ‘Waşşûkannî’ !
Hinekan gotine ‘Nabûla…Bi dû re bûye ‘Kengê’, bi dû re ‘Nas û bîna’…
Bûbe Sarbo jî demekê, yên ku Sarboyî têk birine navê ‘Ahwaz’ lêkirine, hinekên din guhertine, gotine ‘Nasîbeyn’?…
Herî dawî navekî li vê navçeya bi ‘kaniyeyn’ dikin: serbajarê şaristaniyên winda!
33 şaristanî mîna estêrên ji ezman xuricî, tîrikî hatine û winda bûne:
Babilî, Aqadî, Summerî, Soberî, Hûrrî, Gûtî, Mîttanî, Asûrî, û….
Kê kiyê xwe, çiyê xwe, ciyê xwe winda nekir li van axan?
Ev ax axeke ku dixwe dixwe û nabêje bes e ye!
Min ewil xwişkeke xwe ‘guloka zêra’ winda kir li vê navçeyê! Bi dû ‘giloka zêra’ ‘kulîlka bihuştê’ re min kalê xwe winda kir. Du sal tê re neçûn bavê min ê mîna hokekî bi darûber, li ser xwe, mîna ku mar bi guwîzekê vede, ber êvarekê ne da ne stend!…
Heta ku min bîr bir, min dênê xwe dayê ku zarokatiya min a zîvar-zîvarî çûye!
Û ji xwe, pêşiyên hişmend gotibûn û hiştibûn: Ku te girt bernede, ku berda bi dû nekeve!
Ez bi dû nekevim jî, niha berê xwe didim kîjan taxê; ji Zeynel Evdîn heta bigihe Camiya Qijlê, ji wir jî heta ku xwe li Pira Eleman bide bi kû ve diherim, li kîjan sikakê dinêrim bi ser şopeke zaroktiya xwe ya nemaliştî venabim:
Ji enîşkike Pirê, berê xwe didim Bakur, li Newala Bûnisra dinêrim, li Çiyayê Bagokê…
Helbesteke nîvçemayî dikeve bîra min:
………………………..
li dû min ma Pira Eleman
û Ava Bûnisra
û mayîn
û dirîtêlkên sînor…
min pal neda kîjan darê?
bi mişmişkên zer, bi sêvên tirş
dirîreşk, tû û spindar
bexçeyê zaroketiya min bû Dahla Hemo!
kelogirî mebe, şêlû dibî bi dû re
bi xatirê te çemo!
………………………..*
Min xatir nexwestibû dema ku bi rê ketibûm ji vî bajarî: ne ku nehatibû bîra min, an min bîr nebiribû; xwîna min niqutîbû axa vê navçeyê… Û ji bajareke ‘dest bi xwîn’ xatir nedihet xwestin!
Lê dîsa jî, Mar Efra’îm’ê ku mîna min ne ji derdora vê nevçeyê; ji dilê wê, ev gotibû û hiştibû:
Firiyan derketin der mîna çêlik û çêlkewan, ya Reb!
Ji ber ku eylo û balindeyên dirinde li dû wan in, di şikeftan de ne.
Aştiya te bila bi şûn de wan vegerîne, ya Reb!**
Tê wê maneyê/wateyê ku berî bi 1700 salî jî hin, ji ber sedeminên cuda ji vê navçeyê bi dûr ketine/hatine xistin, ku kal Mar Efra’îm rabûye ev helbest mîna ‘qewlekî’ mîna diayeke serê sibehê reqifandiye hev!
Bibore Mar, bibore qencê Xwedê…tu sed diayî bikî jî, ez ê ne bi saxî ne bi mirî venegerim li vê navçeya ku bû şahidê ‘qira gulên pêximberî’!
*Helbesteke min e ku 16 sal in ne ew qediya, ne min karî biqedînim.
**Dîroka Nisêbînê:Mar Efra’îm:Şa’ir, oldar û zanayê Nisêbînî,Rektorê Dibîstana Nisêbînê!
09/05/2008


