Filistîn…welatê êş û azarê…
Axa ku hemû kelareşk û teyrên goştxwir li ser êrîşî cendekê miriyan dikin...
Axa ku xwînê vedixwe venaxwe dêm e, têhniyê xwîna şa’ir e!
Ji vê xaka ku ji devla bêhna çîçekan ya barûdê difûre, û sîng û berên wê şîrê sor diherîkîne destên hezkiriyên xwe; Mahmûd Derwîş ew çend jê hez dike; di helbesteke xwe de wiha dibêje:
Ku tu tişt nemîne bo te bihimînim, diranên min bes in!
Her şa’irî mahra xwe bi axa re birriye.
Mahreke filehkî ye ev mahr: Piştî ku ji axekê hez kir û mahr birî, ne mimkûn e ku telaqê wê têxe dest!
Li ser dijî, li ser digirî, pê re dikene, pê re dibe hevpêra şîna wê.
Tu hêz nikare zû bi zû destê şa’ir ji yê axê derxe!
Lê… ku hat û dest ji dest bû, dilê xwe di nava destên axê de dihêle û diçe!
Diçe mîna Nazim… (1)
Diçe mîna Tholsky…(2)
Li ser axa xwe jî ji axê hez kirine, li koçberiyê jî; zarokên ku mezin nebûn: Cegerxwîn, Sebrî Botanî, Peşêw, Barnas, Ronga…
Li dûr, ji dûr ve jî nahtorên sîng û berên xaka xwe ne...
Dilnarîn bin jî, ku nêzî hêlîna evîna wan bibe keftarek, çeqelek an koremarek… dibin eyloyek; her du destên wan dibin du pençe û bi ‘qijjîn’ xwe tê werkirine!
Li dûr an li ser, ev çend rêzdar in li hember her kesî vedixwînin rêzgirtinê. Yek ji wan dibêje, ‘ku rojekê hin biçin welatê min, nebe nebe bê tacegul biçin.’(3)
Ev vexwendin ne ji bo biyaniyan bi tenê ye; di kêlîkên xeternak de ku bibîne ‘mahr’ dikeve xetereyê, bêyî ku çi xemê bixwe, bi dilêriyeke pêşmergeyane, berê tivinga peyvê, dide desthilata xwe yîamahr-heremolîker:
Cotek pêlavên reş li min in
Bi pîne, erzan, gemarî, sivik û heram
Hezar car ev pî û ew pî bi hev guherîne
Çi cara ez li wan dinêrim
Ne bi destê min e
Serê pêlavê
Pozê hin serokên kurd tîne ber çavên min!(4)
Ji ber vê ‘bekçîtiya namûsê’, axa şa’ir; heta heta gelê ku dengê şa’ir wekî dengê xwe dibîne, carinan bizava ku di nav de û pê re tevdigere li şa’ir dibin mengene: Mînaka ‘kurê şoreşê’ Mayokovskîyê peyvgurz di bîra helbestkariya dinyayê de ye.
Çi qasî layangir be, bo dahatûya ‘mahrê’; hinekan, bizavinan, serokinan…ji xwe re bike ‘pût û senem’ jî, di encamê de mineta Xweda jî wekî barekî dibîne:
Ger di heşrê de nebînim ez dilberê
Cenetê pê çi bikim, pê werkim axa ser rê (5)
Şa’irê ku ‘ceneta ala’ ji bo dilberê red dike, çavên xwe hew ber dide dilber-axa xwe.
Erê; ji ‘xaçparêzekî’ bêhtir ‘axparêz’ e, lê ew çav bernade çengek axa milkê şa’irekî din. Ji vê çavtêriyê şa’irê ‘zikbirçî’ radibe dibêje:
Min ji nav baxê cîhanê bax û bostanim bes e! (6)
Çarenûsa ‘birçîtiya’ şa’ir mîna ‘mahra’ wî ya ‘filehkî’çarenûseke hevbeş e.
Ev hevbeşî/şirîkayî di roja îroyîn de bi destek û delîve-pêşkeriya desthelatê,-çi li hûndir çi li der, wekî nimûne navin hene ku serperiştê sazî û dezgehina ne û li vir ez ê navê wan nelêvînim- birçîtiya hinan bike têrî jî; çarenûs ji wextê Xanîyê nemir ê ku gotiye ‘dîn çû û bi dest me neker dînar’ hê jî çareya bêçare ya şa’ir û nivîskarên kurd ên li ‘çar kenar’ in.
Ji vê rastiya rasteqîn e, ku serkêşe tevgera Tîrêj hemdemê min Barnas, bi ya xwe re dibe ‘mikurvanê’ rewşa heyî: … “şa’irî û nivîskariya min ya nan jê xwarinê nîn e, ya ji bona kêf û meraqê ye. Jiyana min a aborî li ser karê min ê memûriyetiyê ye ku tu têkiliya wî bi kurdîtî û bi nivîskariyê re tune ye.” (7)
Gelo, sedemên berdewamî û mayîndetiya vê ‘çarenûsê’ çi ne?
Bi qasî ku ev babet dikare bibe mijara nivîseke din, wekî destnîşankirin ango ‘berstûkvekirinê’ bersiva min dê ev be:
Kengî gelê kurd; gelê ku ‘hinek û gelek’ wî wekî gelê xwe dibînin û dixwazin bikin ‘alêvê’ mayîndekirina desthilata xwe ya‘pir-dest û pir-mil’,mîna xelkê Şîlî bibin xwîner û xwendayê berhemên bi zimanê xwe, wê gavê Cegerxwînên îroyîn; Rênas Jiyan, Îrfan Amîda, Kawa Nemir, Lal Laleş, Osmanê Memed, Ehmed Ronîar, Fatma Savcî…. dê karibin qesrên havînî li qeraxa Gola Wanê, yên zivistanî jî li germyanên Berîka Mêrdînê, berîka ku ‘pozê Qerejdaxa şewitî bi ser de xuz e’, lê bikin…
Çima dê nekin?
Bi qasî ku kurê karkerekî li ser şiva trênê dixebite ye Nerûda, bi hatina/telîfa pirtûkên xwe xwediyê qesrên havînî û zivistanî ye!
Peyveke pêşiyan e, rast an derew, ji wan bi me maye û ez jî li vir neqil dikim: “Ku axe/mîr bibine ker, li wan siwar bibin, lê lingên xwe li wan mehejînin.”
Çarenûs û aqûbeta Xanemîrên Botan kêm zêde her kes dizane.
Kêm zêde, her kes pê hesiyaye ku Cegerxwîn taliya emrê xwe berê xwe daye Swêdê.
Û kêm zêde her kes pê hesiya ye Sebrî Botanî li xerîbiyê çavên xwe dana ser hev…
Êêê baş e…hûn bi Xwedayê min xwe kin, qewmekî ku nikaribe şa’irê xwe xwedî bike, meşrûiyeta nivîskar/helbestkar/hunermend di nava lep û lêvên bizavinan de be, ew qewm, ew gel, ew ax…azadiyê heq dike?!
(1) Nazim Hîkmet,şa’irê tirk
(2) Şa’irê ku ji ber jilma naziyan revî û li Swêdê mir.
(3) Birakujî, E.Peşêw, Wş.Avesta
(4) Ji helbesteke E.Peşêw
(5) Ji E.Xanî
(6) Ji şiîreke Cegerxwîn
*Ji jînenîgariya Rojen Barnas ya ku ji min re bo ‘Bakûrê Helbestê/Antolojiya Helbesta Bakûr’ hinartiye.
***
Tênibî: Ez benî, biracan, kek Berken tu bi bi xêr hatî Diyaristana dînan!


