Diyarname
Bulvara Qamişlo ku dê rêya Mêrdin-Rihayê bigihîje hev, 12'yê vê mehê vedibe.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê "bulvar"ek nû çêkir û dê bixe xizmetê. Bulvar 9 kîlometre dirêj, 50 metre fireh û 6 rêyên ji bo trafîkê li ser hene. Her wiha vîyaduka Zoxê ku ji 243 metreyî pêk tê jî li ser e.
Aliyê bikaranîna bulvarî û xizmeta wê ya ji bo gel li aliyekê, navlêkirina wekî navê Qamişlo bîra neteweyî û têkiliya di navbera bakur û rojava de xurtir dike.
Ji bo yên eleqedar: Merasima vekirina Bulvara Qamişlo 12'yê mehê (roja sêşemê), saet 11.00'an de li Viyaduka Zoxê ya Bulvara Qamişlo li dar bikeve. Şaredarî gel vexwend merasima vekirina bulvarê.