Kek Mehmet;
Min îro nameya cenabê te wergirt.
Destên te xweş, her bijî!
Ev nameya ku wekî xwendevanekî ji min re dihinêrî, ji bo min bi bihayê herî biha ye. Ji bo her peyva te ya ji kûrahiya dil derketî, dilsoz û dilovan, spas!
Ma em nivîskarên vî zimanî li çi digerin, ji bilî ciwanmêrên mîna te bazara kesat bilivînin, nivîsên me bixwînin, berhemên me bipesinînin.
Pêşiyan çendî gotibin, ‘bi xwezîyan meriv nagihe baqê keziyan' jî; xwezî, heft xwezî bi sedhezaran dildarê wî zimanî yên mîna te hebûna, da me jî di nava civaka mirovahiyê ya hemdem de, wekî netew, wekî nivîskarên xwedî ‘alema kelama menzûm’ rojekê berî roja din, cihê xwe veqetanda!
Lê ka…
Sed mixabin, ji wextê Seydayê Seydayan Ehmedê Xanî ve ev sûk, ev bazar ‘kesad’ û ‘kem-xerîkar’ e.
Wekî ku te jî gotiye û bi bîr aniye: zaroka kurd, zaroka ku çîrok û çîvanokan mezin bûbe, di pêşerojê de hem dê bibe xwendevanekî baş, hem jî çêjwergirekî baş ê tahm û teamên jiyanê…
Ma ku ne wisa bûya, ewropiyan her şev zarokên xwe bi çîrokan dixistin xewê?
Gelek zarok hene, heta ku dê yan bavê wan çîrokekê ji wan re nexwîne, di xew ve naçin.
Ew zarok in, ku îro di trênan de di rêwitiyê de, li qeraxa behran li ber siya siwaneyan pirtûkek di destê wan de, ha ha dixwînin.
Sedemek jê bindestî be jî, pera herî mezin ew e ku civaka me civakek zor-xeberdar, zor-guhdar, zor bi xwe bawer e…û mîna ku hê jî pêvajoya wejeya devkî neqadandibe, bi qasî kurtepistiyê hêjayî û girîngiyê nade xwendinê.
Ez, wekî şaîrekî û van demên dawî jî mîna nivîskarekî, hewl didim ku vî zimanê şîrîn – zimanê di çîrokan de mayî û ji hêla rexeke civatê jibîrbûyî-şîrîntir bikim li ber dilê her dildar û mildarekî kurdî...
Di vê biwarê de, wekî civakê- xwendevan jî endamekî vê civakê ye wekî nivîskar- xwendevan jî çikûz in, ketûm in, kêm î kêm in…
Lê yê ku hene jî, wekî Xwedê bi tahm û ekla zimanê xwe dizanin.
Ya herî girîng jî ew e, ku nivîskar bi saya cenabên mîna te jîr, hildikişin ser kursiya nivîskariyê!
Belê…
Nivîsên min wekî ku hûn jî jê bi agah in, her roja înê di Azadiya Welat de, her şemî di malpera Diyarnameyê de, carinan di kovara W de, yek carinan di malpera Amîdakurd de û Nûbiharê de diweşin.
Heyran,
Ez ê bi vê nameyê li xwe jî li we jî mikûr werim: ne min, helbestê ‘telaqê’ min xist destê min!
Niha jî hewl didim ku hevsarê gotaran û yê çîrokê zeft bikim.
Ez çîroka xwe nenivîsim, -bila nivîskarên hêja û ezîz vêya wekî quretiyekê nebînin, ji kerema xwe- nivîskariya min dê nivîskariyeke kêm be.
Li ser pirsa we, bersiva min dê ev be: Gotarên mijar cuda cuda, dê bidomin, lê wekî pirtûk weşandin- bila deng biçe Weşanxaneya Avesta, Azadiya Welat û Cemîl-, di sala 2009’ê de belkî…
Wekî peyva dawî, ez silavên xwe yên ji milkê dil pêşkîşî te dikim.
Xoşhal û dilşad im ku xwendavanekî mîna te jîr yên nivîsên min heye.
Bi hêvî me, ku rojekê bi mîlyonan mirovên mîna te derên ji vê civakê û pê re asta nivîs û nivîskariyê jî bilind bikin.
Her kefxweş û dilşad be.
Tlf:0532 414 46 23
Têbinî: 6 berhemên min hene:
1. Ramûsan min veşartin li geliyekî (Weşanên Avesta)
2. Ev çiya rûspî ne (Weşanên Avesta)
3. Destana Kawa (Weşanen Elma)
4. Eroûtîka (Weşanên Lîs)
5. Bakûrê Helbestê (Yekîtiya Nivîskarên Kurd a Dihokê)
6. Şêrgele (Weşanên Avesta)
7. Çil çarîn (Di van mehên pêş de dê çap bibe)
16/09/2008/Amed


