Tu bi kenê wî vediciniqî. Ji nişke ve piqîn pê dikeve. Wergî ew dikene bêhemdî xwe tu jî dikenî. Niza tu bi halê xwe dikenî yan bi yê wî. Lê tişkê ku ez dizanim tu jî dikenî. Hêsir ji çavên wî diherikin.
Heta ku jê tê devê xwe vedike û hîk hîka wî ye dikene. Tu li devê wî yê ku dişibe şikefteke tarî dinêrî. Diranên wî yê kurusî û ji ber vexwarina şerabê kurma lêxistine dişibe kevirnî xiramokî ku li ber devê şikeftekê ne.
Destê xwe bi ber te ve dirêj dike û bi wê qirika xwe ya qebe dipeyive û dibêje, “hela tu li vî îşê Xwedê binêr ez û wî em di yek daîrê de dixebitin û maaşê me jî wek hev in!”
Xwe nagire, dîsa ji kena lal dibe û hêsir ji çavên wî diherikin. Hîk hîk hîk… hîk hîk hîk.
Ku kenê wî disekine dîsa dibêje, “Ez û wî em di sinifekê de bûn. Ez tembelê sinifê bûm ew jî yê herî jêhatî û zîrek bû. Piştî ku min mekteba xwe ya pênc salan di heft salan de qedand rêya min û xwendinê ji hev veqetiyan. Wî dewam kir. Heta bi ser de jî çû du salan unîwersîte jî xwend û hat. Niha ez û ew, em wekî hev in. Ji min zêdetir pera jî nastîne.”
Piştî ku dîsa dikene dibêje, “Aqilê min lê disekine! Çi dinyayeke xerîb û ecêb e!” Hîk hîk hîk lal dibe li vir.. Hîk hîk hîk… Yê di otobusê de ne jî tevdek bi we dikenin. Yek difitile bi wî re dixeyide û dibêje, “Werek uskut ibnî. Wey mewt!”
Belê yê ku tu bi kenê wî vediciniqî Mirto ye. Qaşo yekî dîn e. Niha hinekê xerîb dîtibana ewê gotibana, “Law heger dînê we wilo be, ka bê baqilê we çawa ye!” Tiştekî ku kes ne li bendê ye dibêje. Ka bê ji ku hatiye bîra wî. Ji baqila baqiltir e. Peyvên wî nayên avêtin.
Tu û wî di heman daîrê de dixebitin. Ew zilamekî bi kêfa xwe ye. Carinan nayê kar, carinan piştî nîvro tê û heger ku neyê hesabê wî dibe firek av û winda dibe. Lê tu mecbûrî di heftê sibê de dest bi kar bikî û heta pêncê êvarê ji cihê kar veneqetî. Çima ewê kêfa xwe li te neqewitîne. Kî di dewsa wî de be ewê kêfê li te biqewitîne.
Hîk hîk hîîîkkkk.. dikene. Tu dibêjî, “Biken Mirto biken tu çavê min î. Ma ku tu û yê wekî te nekenin ewê kî yê bikenin!”
Payîz e. Lê tu dikî havîn û tu dikî zivistan. Tu min dibî û tînî. Ez li her du halên wî jî rast têm. Ez û tu em bi hev re serê xwe dihejînin û deng ji xwe naynin.
Mirto, havîna çakêt li xwe dike, por û riya xwe berdide û piştî saet sisiyan kes nikare ji ber dengê wî li loqalê rûnî. Tim çaya wî li ber wî ye. Hema bibêje çay safî dem e. Binik tijî av e û qedeh di nav de ye. Soda li ber e. Qedehek av jî li kêleka şûşeya soda ye. Pêşî bi çaqmak agir dide bin cixareya xwe diqemirîne. Hinek jê dişewite. Vêdixe. Qebe qeba wî ye. Zivistanî jî serê xwe dide ber cirêt, zelût dike, kumçokê gomlegê xwe vedike û atlêtê xwe diçirîne hetanî ser navikê.Dîn e!
Berî ku ew wekî hercar ji te re bibêje, “Xwedê kesî şaş neke, şaş kir fahş neke û heger fahş kir rakaş neke” û ji wira jî derbas be mijara xwe ya sereke û bibêje, “Te li ku eskerî kir” û sixêfan ji bavê xwe re bide û qala eskeriya xwe bike, tu jê dipirsî, “Mirto, çend zarokên te hene?” Nola bibêje, “Te fersend ji min stend” li te dinêre û dibêje, “Lawik û keçikek min hene koleyê te bin.” Tu mahta wî sar dikî. Kenê wî lê diherime. Te kula wî tevda. Te bi vêya kir ku xezûrê wî bê bîrê û te kêfa wî lê kir jahr. Bi zanetî tu lê wer dikî. Çend roj berê gotibû, “Jinik çûye mala bavê xwe li wira dest danîne ser. Doza qelenekî din li min dikin!” Tu dipirsî, “Zarokên te hatine mal?” Mahdê wî tahl bûye. Kelogirî dibe û dibêje, “Na. Xwedê heqê min ji wan re nehêle!” Tu dibêjî, “Binêr lingê xwe zêde ranede, riha te di destê wan de ye ha!” Wekî bibêje, “Te cira xwe û xuya xwe nexweş kir” berê xwe dide hêla derve û diponije. Nema deng ji xwe tîne û hetanî ku tu ji serwîsê dadikevî jî nema li hêla te dinêre.


