Diyarname
Li ser êrîşa li hemberî Efrînê hikumeta Sûriyeyê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) gotina xwe gotin.
DYA: Operasyonê bi sînor bikin
Li gor nûçeya nûnera Hurriyetê ya Washingtonê Cansu Çamlibel îro Berdevka Pentagonê Dana White di daxuyaniya çapemeniyê de wisa gotiye: "Me ji Tirkiyeyê xwest ku operasyona xwe ya li Sûreyeyê bi sînor bikin ji ber ku ev yek balê belav dike. Li Sûriyeyê hedefa hevpar DAIŞ e û her tiştê vê têkoşînê lawaz dike divê dest jê berdin."
Hikumeta Sûriyeyê: 'Ev dagirkerî ye'
Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê ji bo Sekreteriya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) û Serokatiya Konseya Ewlekariyê ya NY'yê re name şand û êrîşa Tirkiyeyê ya li ser Efrînê wekî 'dagirkirin' bi nav kir. Di nameyê de wisa hatg otin: "Operasyona Tirkiyeyê ya li bakurê Sûriyeyê êrîşeke eşkere ye. Her hêza biyanî ku bêdestûr bikeve axa Sûriyeyê êrîşkar e û em vê wekî dagirkerî dibînin, tiştê divê emê bikin."
Li aliyê din yek ji rêveberên SDF'ê Rêdûr Xelîl got ku wan tu demê êrîşê cihên sivîl nekirine û dê nekin û guleyên avêtine Kilîs û Reyhanli jî wan neavêtine.