Diyarname
Weşanxaneya Avesta beşeke nû bi navê “Geşt” vekir û pirtûka “Rêbera Axaftinê” ku bi Fransî-Kurdî ye derxist.
Weşanxaneya Avesta heta niha bi navê “Şahmaran” (pirtûkê nivîskarên jin ên kurd di vê beşê de diweşîn), “Hêlîn” (pirtûkên zarokan di vê beşê de diweşîne), “Kulliyata Ehmedê Xanî” (pirtûkê Xanî û yên li ser di vê beşê de diweşîne) çend beşên din ên bi vî rengî derxistin pêş û pirtûkên li ser wan beşan pêşkêş kirin. Niha beşeke din bi navê “Geşt” li beşên xwe kir. Avesta di vê beşê de dê rêberên axaftan biweşîne. Wekî yekem pirtûk jî “Geştê Rêbera Axaftinê (Fransî – Kurdî) Guide de Conversation (Français - Kurde)” weşandiye.
Pirtûk ji aliyê Cenap Karaduman û Bawer Okutmuştur ve hatiye amadekirin û bi vê pirtûkê kesên bixwazin dê bikaribin hînê fransiya rojane bibe. Fransizên ku bixwazin hînê kurdî jî bibin dê bikaribin ji vê pirtûkê fêdeyê bigirin.
Li gelek welatan, li ser gelek zimanan pirtûkên bi vî rengî hene. Li Tirkiyeyê ji tirkî-japonî, heta tirkî-erebî, tirkî-çînî gelek rêberên wisa hene. Her wiha pirtûka rêber a tirkî-kurdî (amadekar Mulazim Ozcan) û kurdî-îngilîzî jî heye ku çend sal berê ew hatibûn amadekirin. Niha zimanek din, fransî jî li van zêde bû û xwendevanên kurd yan jî fransiz, yên bixwazin bi zimanê xwe zimanê din jî hîn bibin dikarin ji “Rêbera Axaftinê” fêdeyê bibînin.
Weşanxaneya Avesta ragihandiye ku piştî “Rêbera Axaftinê (Fransî – Kurdî) Guide de Conversation (Français - Kurde)” rêberên axaftinê yên Îngilîzî–Kurdî, Spanî–Kurdî, Almanî–Kurdî jî amade bike û di beşa “Geşt”ê de biweşîne.
Û çend agahî jî li ser amadekarên pirtûkê:
CENAP KARADUMAN
Ew di sala 1981’an de li Sêwregê ji dayik bûye. Di 14 saliya xwe de tevî malbata xwe koç kiriye Fransayê û xwendina xwe li derveyê welêt domandiye. Li Şîliyê di Zanîngeha Universidad de Concepción de lîsansa sosyolojiyê û li Fransayê di zanîngeha Sciences Po Paris de Mastera fînansê pêk aniye. Niha li Parîsê li ser fînansê kar dike û ji bilî wê jî li ser zimanê kurdî mijûl dibe.
BAWER OKUTMUŞTUR
Ew di sala 1979’an de li Amedê ji dayik bûye. Li Parîsê xwendina doktorayê ya li ser matematîkê pêk aniye. Li Zanîngeha INALCO ya Parîsê du salan di beşa Kurdolojiyê de dersên kurmancî ya axaftinê û li Enstîtuya Kurdî ya Parîsê jî sê salan dersên zimanê kurdî daye. Niha di Zanîngeha Teknîkî ya Rojhilata Navîn de mamoste ye.
Rêbera Axaftinê (Fransî - Kurdî) - Guide de Conversation (Français - Kurde) /
Amadekar: Cenap Karaduman - Bawer Okutmuştur / 88 rûpel