Tu di pêlikan de berjêr dibî û tu tê Sûka Ga. Tu bi dengê ku dibêje, “Saaaqin saaaqiiin saaaqiiin!!!” xwe didî hêlekê.
Kerê bi bar, di ber te re dibihure. Bi dengê zilamê ku li kerê di bin bar de ye dixe û dibêje, “dîîî wereeek!” tu vediciniqî.
Sûka ku te ax biavêta ewê li erdê neketa, xweşikî kes lê tune ye. Barebara dikandaran e. Deng li belika guhê hev dikevin. Ku tu xwe ji jor ve ber didî û tu dikevî nav sûkê tu gêj dibî. Tu dibêjî, “ji derdê van dikandaran divê mirov paçikekî bi xwe re bigerîne û têxe guhên xwe.”
Tu dimeşî. Tu li fêkiyê ku li ber devê dikana hatine rûkirin dinêrî. Tu diherî wî serî û tu tê vî seriyê sûkê, tu li ber dikanekê disekinî. Kundur bala te dikişînin û dilê te dibijê.
- Ka were em herin ji hewqê hinek kundur jê bikin û bînin ji bo fitarê!
Dengê kalikê te berî dirbê wî tê. Wekî hûn tew ji hev veneqetiyabin daye pêşiya te. Gopalê wî di destê wî de ye, dide ber xwe û dimeşe. Dîsa ew riha wî ya spîboz rûyê kej rapêça ye. Tu li gavavêtina wî dinêrî. Hûn tên nav hewqê. Te ji bîr nekiriye bê çiqasî ji darên xwe hez dike. Li dêliyakê dinêre. Dihere darê ku di binê dêliyê de xwar bûye rast dike û guliyê dêliyê li ser digerîne. Paşê hûn tên hinda mişarên fêkî. Çend xirtikan ji lemê jê dike. Çend heb firingî, çend heb bacan û îsot, çend heb jî xiyar ji nav mişaran dide hev.
Hûn li ser xênî ne. Erê, wî xaniyê ku şevreşekê baranê kiribû ku tu têwerbî, hûn li ser wî rûniştinin. Ew li bendê ne ku mele azan bide û fitara xwe vekin tu jî li bendê yî ku tu têr wan kunduran bixwî. Mele azan dide.
Bi dengê meleyê nîvro re tu vedigerî Sûka Ga. Kalikê te dîsa bi oxira xwe de dihere. Lê bêrîkirin û hezkirina wî bi te re dimîne. Tu dimeşî. Rojiya Remezanê ye. Her tişt pir buha ye. Tu di dilê xwe de dibêjî, “Malneketan tu dibêjî qey ne meha rehmê, lê ya zilmê ye wer her tişt buha kirine.”
Cejna din ji bergî mesrefa te tunebû, te jî roja kulîça rabû kerê şaredariyê firot. Te firot û te got, “Xelkê dizî ye. Haya min jê nîn e.” Tu di şaredariyê de dixebitî û te bi wî kerî gemara hundurê bajêr dibir diavêt. Ji bergî maaş nedidan, te nikaribû tiştek bikiriya û kesî bi deyn jî nedida. Te mesrefa cejnê derxistibû lê tu ji kar hatibû avêtin û niha bi gotina te, ‘mîna tu li mahr bigerî tu li karekî digerî.’ Lê ka kar li ku heye. Bi serde jî vana kirine ku tu nikarî kîloyek fêkî bikirî û bibî nav kufletên xwe!
Tu di ber xwe de dikenî. Tiştê ku tu pê dikenî li pêş çavên min jî xuyanî dibe. Nizanim ev serpêhatiyeke te ye tê bîra te yan tu ji ber xwe derdixînî? Êvar e. Mirovên ku fitara xwe vekirine ji bo terawîhan hatine mizgeftê. Gava ku ew limêj dikin tu ji nedîtî ve derdikevî ortê. Guhên te dilivin. Hê emrê te biçûk e. Kîsek di destê te de ye. Tu solên kesên ku misteheq in dineqînî û diavêjî hundirê kîs. Tu bi rev ji mizgeftê derdikevî derve. Bi rê de zilamek sakoyê wî li nav piyê wî ye çav li te dikeve. Te digre. Têr li te dixe. Tu nabêjî ew zilam bavê te ye. Hêrs bûye û ji te re dibêje, “Teyê misînek û çend şujde jî ji diya xwe re anîbaya…”
Wekî hûtekî dadabe te yekî tu da hêlekê. Xuyang jî winda bû. Tevlî ku kerê şamî di ber bêvila te re dibihure jî, tu nizanî bê kê çima li te wer kir. Kengî ku çoyê himal sînga te dinirquçîne hê nuh tu fêm dikî ku hinekan bi xêra xwe tu daye aliyekî. Çoyê himêl di sînga te de ye û dibêje, “Beh em gotin ser te saqin jî tu xwe nadî aliyek!.. Qey li serê te xist birçîbûn yahbo?”
Tu dikenî û tu dibêjî, “A ev rast e û hew!”


