Her peyvên ku ji tunebûn û windabûnê tê rizgarkirin dike ku afirînerên wan peyvanan di qebirên xwe de rehetir rakevin. Gava ku tu li zimên bixwedî derkevî, bi pêş dikeve û xurt dibe. Yan na heyfê ji te hiltîne û tu çawa nêzîk dibî ew jî bi wî meqamî nêzîkî te dibe.
Me nema qedrê zimanê xwe digirt ew jî roj bi roj diheliya û winda dibû, em jî bi xwe re winda dikirin. Lê niha ew nîrê teng li paş dimîne, çimkî êdî em lê vegeriyane ew jî li me vedigere û hergî wext derbas dibe di warê nivîsê de dikemile. Bi hewldanên hezkiriyên wî bêhn lê fireh dibe û tê ser hemdê xwe. Doh ji pêr û îro ji doh çêtir e.
Di vê çerçoveyê de ez dixwazim bi kurtî qala çend pirtûkên ku xizmeta vî zimanî dikin bikim û bidim nasîn.
Vê sibê gava ku min pirtûka Siûd Kîkî dît, ez pir kêfxweş bûm. Min xwend û vaye ez rûniştime bi wê re çend gotinên ku derengmayî ji bo çend pirtûkan dibêjim:
Siûd Kîkî: Bi “DAWIYA bê DAWΔ ket edebiyata kurdî. Berî niha jî ango berî ku pirtûka wî derkeve jî ew bi çîrokên xwe hebû. Di antolojiyan de, di pêşbirkan de û di rojname û kovaran de xuyanî dibû. Lê bi derengî be jî va ye me pirtûka wî jî li ber destê xwe dît. Ew, li weşanxaneya Dozê, di rojnameyên kurdî, Rojname, Welat û Azadiya Welat, Newroz, Ozgur Politika, kovara Pelîn û kovara Serbestî de xebitî ye.
Niha jî bi pirtûka xwe ya Novelê derket pêşberî xwendevanên xwe. Ya min ev e: dibêjim derket! Wekî xwendevanekî min ji ziman, mijar û hûnandina wî hezkir. Tiştekî cihêreng e. Serxêrê be.
Ji pirtûkên ku min dixwest ez tiştinan li ser binivîsim yek jê jî “Kirasê teng” bû. Pirtûka çîrokan ya Lorîn S. Dogan e. Ezê ji bo wê jî bi tenê qala ecibandinên xwe bikim.
Zimanê wê jî, bi mejî û rihê xwe kurmancî ye û xweş e. Naverok dîsa li gorî demê û rastiya heyatê ye. Nivîskara vê pirtûkê tu dibînî ku ji ber adetên civakî, pergal, rewşa heyî û serdestiya zilêm aciz e û vêya di hevokan de dirêse.
Yek ji wan jî “Gulên Qasid” e. Pirtûka helbestan a Fatma Savci ye.
dergûşa ji dara gwîzê
(…)
Evîn mîna xwe ye,
bêar e,
li şaneşînên qesrên neqişandî
di kenê qîzan de
bê rawestan
şax dide.
(…)
Zimanê wê jî kurmaciyek xweş e. Tu hestên wê, raman, ruh, hêvî û xemên wê di rêzikan de dibînî. Ku tu bala xwe dide helbestên wê tu dibînî ku êşên kurmancî jê difûre.
Bi hêviya ku tu carî derî li ser wê neyên girtin…
Em werin ser Şexmûs Sefer ku bi pirtûka xwe ya helbestan derketiye pêşberî me. Ku min ew helbestên wî di quncikek rûpelê kovaran de didît ez li ber wan diketim û min digot; “Çima wer diepişînin serhev, heyfa van helbestanan.” Niha di rûpelên pirtûkê de cihê xwe girtine û bi kurmanciya şêrîn însên dawetî xwendinê dikin.
PARZÛN
Tu min li kîjan parzûnî bixe
Wê ji ber min
Tu tişt nemîne
Ji xeynî du sê evînên bêxwedî…
Belê “Bîstan Hatin Berdan” jî navê pirtûka wî ye. Çiqasî kurmancî ye hûn dibînin.
Her car wilo ye. Tu diçînî, didî hev û tê berdan. Dewran e ku geriya û wext hat çi ji dest tê! Lê ez dizanim tu bi vê peyva kurmancî dixwazî tiştekî din bibêjî.
Em hatin ser pirtûka bi navê “Keziyên Jinebî” ma ji vê gotinê girantir gotin û ji vê derbûnê kûrtir derbûn?
Ev jî navê pirtûka Gulîzerê ye.
dora devê bîrê tim şil e
Çavên min du bîr in
Peyvên te dewlên bê xem
Hêsiran diwelidînin ji çavê min
Kurmanciya gişa xweş e. Însên aciz nakin û nabetilînin. Hûn û berhemên xwe bi xêr hatin. Di vî nîrê teng de wê bi berhemên we hebekî din jî bêhn li zimên fireh bibe.


