Îro 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê ye. Di rojeke wisa de em pêdizanin ku ew nebin em jî nîn in. Em her yek parçeyeke jiyanê ne. Em dixwazin hev temam bikin, em diwazin li welatê me ev wekhevî pêk bê.
Ew dixwazin ew neyên kuştin, tehde li wan neyê kirin.
Ew dixwazin ew azad bin.
Ew dixwazin zarokên wan bi zimanê wan bixwînin, binivîsin û biaxivin.
Ew dixwazin ew bi zorê nedin zewicandin.
Ew dixwazin mafê wan ê xebatê hebe.
Ew dixwazin dixwazin mafê wan hebe ku nasnameya xwe ya cinsî û nijadî bi rehetî vebêjin.
Ew dixwazin zarokên wan nemirin.
Ew dixwazin li ser rûyê dinê di cihê bêhna barûtê de bêhna kulîlkan serdest be.
Ew dixwazin li welatê xwe bijîn, li wir mezin bibin, li wir zarokên xwe mezin bikin, li wir bimirin û li wir bêne definkirin.
Mafê wan hene, li cihê ku mafê wan nîn be, mafê mêran jî nîn e.
Em wekî Diyarname jî dixwazin her tişt bi dilê wan be.
Di serî de Roja Jinên Kedkar ên kurd, roja hemû jinên dinyayê pîroz be.
Diyarname
Foto ji fîlmê Behmen Qubadî, 'Stranên Welatê Dayika Min' hatiye girtin


