…Na, hatiye mêvandariyê. Na, na ne li Batmanê ye. Li Mêrdînê ye û li hemberî binxetê rûniştiye. Ez ji ku pê dizanim? Ma ne bîska din telefona wê bi muzîka ‘Lê Dînê’ lêxistibû û bi ‘Elo’yeke nedîtî peyivîbû.
Belê. Waye dîsa telefona wê dengê strana ‘Lê Dînê’ jê hat. Bi dîn û îman Seyranê li tenişta wî ye, li serê pozê Mêrdînê rûniştine û li binxetê dinêrin.
Û ha ji te re! Seyranê doh şevder li Qoserê maye û wê îro vegere. Wê vegere, na na ewê vegere û yê bi telefonê pê re dipeyive, heta ku ew dev ji wê timabûna xwe bernede, wê tim halê wî yê wilo be.
Seyranê hat, tenêtî û bêdengiya ku ez lê digeriyam û ez hê nuh gihaştibûmê ji hev zîval zîvalî kir. Qebqeba wê ye, ew dipeyive û min jî xwe li ber dengê wê xweş kiriye û ez dinivîsim.
Seyranê gû dixe devê bavê hinekan. Ji xezeba wê ez vediciniqim. Xuya ye zahf hêrs bûye. Kî ew mêra ye ku hevza xwe jê neke! Dengê xwe hebekî danî. Xuyaye min bala wan kişand ser xwe. Seyranê niqurçikekê li Zerzelîkê kêleka xwe dixe. Dîsa bi wî dengê xwe yê ewreng dibêje, “ Eloooo. Tu sax bî. Belê. Tu çawa yî? Ez li dervî Batmanê me. Meseleyek hebû diviyabû min hel bikira, ji ber vê ez niha ne li Batmanê me. Ezê dû re ji te re qal bikim. Em saeteke din vedigerin tên. Na. Na na. De baş e, oxir be ji te re.” Piştî ku xeberdana wê diqede telefonê datîne ser masê. Seyranê nikare li ber bê cixarê bikşîne. Tu tahmê jê nagire. Ma dibe? Û xwedêgiravî dengê xwe datîne ji bo ku neçe derdora wê, niqurçikekê li Zerzelîko dixe û dibêje, “ Cixare kişandina li ber bê û nîhandina li ser kaya kadînê gû tê de be!” Wey lolo! Xuyaye fanteziyê Seyranê hê gelek in û emê bi saya wî dengê wê yê xweş û şêrîn pê bihesin.
Dîsa telefon û dîsa bi Xwedê ew niha li hinda keleha Mêrdînê ne û dewam dike, “Tuyê dilê bavê xwe biêşînî ha… Diya te- Seyranê- Ji te re keçikeke wilo xweşik dîtiye tew nebêje. Kuro biaqil be, tu hê xam î law… Erê erê berxê diya xwe, tu dibêjî yeka nola wê tuneye. Binêre bê diya te ji te re dibêje çi: Jin hene; hinek jê jin in, hinek jê jan in, hinek jê derdê bê derman in û hinek jî muhbeta dilan in… Diya te zane bê çi jinê ji delaliyê ber dilê xwe re dineqîne… Tîq tîq tîq… tew pîqute jî ha…” Çayger tê çayekê datîne ser masa min û diçe. “…Erê kurê min erê, emê vêga bên malê. Bi telefonê ev tişt nayê peyivandin.” De Seyranê ye ha! Gû di cixarê de be Seyranê vî çendî zahf dikişîne.
Pûrta sînga Zerzelîko di nav qumçokên gomlegê wî re daye der, porê wî boyaxkirî ye û riha wî spî ye.
Seyranê ji kûr ve çend caran dike ‘ihii ihiii’ hinekên ku nizanibin ewê bibêjin wextî destê xwe bide ber guhê xwe û mîna dengbêjekî herî zîrek bilorîne, loma jî qirika xwe paqij dike. Ji çentekê xwe kolanya derdixîne, bera kefa destê xwe dide û destê xwe li ser rûyê xwe dibe û tîne. Wê gavê bazinên ku hetanî ber enîşkê rêz bûne çigîniya wan li derdorê belav dibe. “Ma tu çayek din jî venaxwi?” Xweziya min ne bi dilê zerzelîko. Na, Seyranê birçî ye. Bang li çayger dikin. Piştî ku Zerzelîko ewê çi ji Seyranê re bixwaze ji lawik re got jî dîsa Seyranê dibêje, “Kûşbaşî ha, tu mirîşkan neynî. Jahr di wan de be nayên xwarin.” Seyranê ji bo rê li ber tevlîhevkirina çayger bibire dubare, sêbare dike û hey dibêje, “Kûşbaşî ha ne mirîşk!”
Kenekî daye ser min nayê gotin. Nizam ji hêrsa ye yan ji tiştekî din e. Lê ji ber çi be, ji bo ku ew nebînin ez dikenim, ez rûyê xwe ji hêla wan didim alî.
Zerzelîko radibe li jêr dinêre û dibêje, “Ka hela were li jêr meyzê, tevdek lat in ha! Bi ker mêran diçûn û dihatin yan na nikaribûn çûbûna û hatibana.” Seyranê dibêje, “Waaaaa” Nizam bi ber aqilê wê ve nediçû yan henekên xwe bi Zerzelîko dikir gava ku digot, “waaaa.” Zerzelîko tiştekî din jî dibêje lê mixabin ez fêm nakim. Lê ji bergî Seyranê dibêje, “Binêr tu hilma min teng dikî haaa!” Ez pê derdixim ku ne li gorî mahdê wê ye. Cixareya li ber wê Winston light e, ya Zerzelîko jî samsuna kin e. Heryek jê ji pakêta xwe cixareyekê derdixin û vêdixin, çeqmaqa wê jî îbelo ye. Deng ji hoparlora mizgeftê hiltê dibêje, “Bismillah” û li minarê dinêre Seyranê. Terkên ku li minarê ketine ji çavên wê narevin.
Seyranê li parkê rûniştiye, çay vedixwe, cixarê dikşîne, her çi qasî gazina wê ji bê hebe jî dîsa cixarê dikşîne, qebqeba wê ye bi telefonê dipeyive û xwarinê ji derve dixwaze. Ku deng ji hoparlora mizgeftê jî tê tirsa xwe bi bismîlahê derdibe.
Dengê ku ji hoparlorê hiltê dibêje, “Keçikek e du salî winda bûye, yê dîtine bila bi xêra xwe werînin mizgefta mezin.”
Yekî mina gamêşekî ji wê de tê nêzikiyê li maseya Seyranê dike û dibêje, “Ev saeteke ku ez li we digerim. Ma hûn hilfiriyan, hûn çawa wilo bi derbekê re winda bûn?”
Seyranê ye ev, ma di bin peyvê de dimîne? Dibêje, “Teyê telefon bikira Hecî, ma ne ew telefon e di ber te de ye, ya te digot qey tevşo ye?”
Konturên Hecî qediyane û pereyên wî qîm nekirine. Seyranê dibêje, “Wîîîîîî,” û nizam çima jê û şûnde dibêje, “merheba ji te re Hecî.”
Ma qey Seyranê tenê dikare cixarê bikşîne, ma çiyê min ji yê wê kêmtir e? Cixareya min jî Winston e û tew bi ser de jî ya min sor e! Ma qeda bi min neketiye, ezê jî yekê vêxim.
Di vê navberê de Seyranê kenekî belekî bi Hecî dike. Xwarina wê jî hatiye. Ma ku ew nekene ewê kî bikene. Seyranê dixwe. Dilê min jî diçê. Gelo ez birçî bûm? Na looo, ji mirçe mirça devê wê ye ku dilê min jî bijiyayê.
Dibêje, “Bêhna xwe fireh bikin. Malê dinyê li dinyê dimîne.” Niza çima van tiştana dibêje. Xwarina xwe dixwe û tîqetîqa wê ye dikene.
Êdî ez jî nema dikarim bi xwe û ez jî eşkere dikenim. Wey tu her bijî Seyranê, ma wekî din ez bibêjim çi?
Wey gidî li orta çavên min dinêre!
Niza çima Seyranê xwarinê dixwe, jixwe mîna qedenakê ye.
Seyranê rabû çû. Oxira wê ya xêrê be. Wê gaveke din here Batmanê.
Îro jî çû û ez rojeke din jî xesirîm! Êvar bi ser min de hat. Êdî dinya tarî dibe û sura bê jî hindik dilive. Ez hê jî li cihê xwe rûniştime.
Seyranê niha gihaştiye Batmanê, ez hê negihaştime tu derê...


