logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Nameya min e ji bo Pitik Deran

Pitik Deran, Dema tu bigihîjî wê temenê ku vê nameyê bixwînî dibe ku min ji vê dinyayê koç kiribe. Ji ber vê yekê leza m

  • Dîrok: 22/04/2018
  • Beş: Serbest

Aydin Engîn

Pitik Deran,
Dema tu bigihîjî wê temenê ku vê nameyê bixwînî dibe ku min ji vê dinyayê koç kiribe. Ji ber vê yekê leza min heye. Ji ber vê ez niha, hê ji îro de vê nameyê ji bo te dinivîsim.

Tu keça Mamoste Ayşe Çelîk î. Ew jina çav reş ku bi telefonê xwe gihandibû wê bernameya showê ku dinyaya wan reytîng e û gotibû "Bila zarok nemirin". Tu keça wê dayikê yî.

Vê sibê li wê cihê biçûk ku tu lê şiyar bûyî ne mala we ye, hucreyeke girtîgehê ye. Ji ber ku diya te gotiye "Bila zarok nemirin" tu vê sibê li wê hucreyê hişyar bûyû Pitik Dêran.

Binêre guh bide, duh êvarê ji Belçîkayê hevalekî min ê rojnameger bi telefonê li min geriya, pirsek zelal pirsî:
- Engîn, Mamoste Ayşe çima ket hepsê? Wê propagandaya PKK'ê kiriye?
Bi heman zelalî û kurtî min bersiv da:
- Na, ji ber ku got bila zarok nemirin ket hepsê.
Piştî bêdengiyek kurt dîsa pirsî:
- Tu henekan dikî.
Bêyî biseknim min bersiv da:
- Na, ez gelek cidî me. Hem jî pir cidî me.
Paşê bêdengiyeke dirêj çêbû Pitik Deran. Paşê bêyî em xatir ji hev bixwazin me telefon girt.
***
Di van rojên giran ku edalet têk çûye, hiqûqa wijdanê xirabûye de ger hê jî şîrê diya te qut nebûbe dev biavêje pêsîra diya xwe. Na, ger şîrê Mamoste Ayşe qut bûbe rojên dijwar li benda te ne. Ji dêvla şîrê dayikê dîtina mamayê ne zor e. Lê gihandina wê mameyê heta hucreya diya te gelek zor e.

Li ser betonê tuyê hînê meşa çarlingkî bibî Pitik Deran. Paşê tuyê diranan derxî û dema derketina diranan tuyê xew li diya xwe heram bikî. Bila be, ka te bizanibiya Ayşe Çelîk çi dîtiye çi nedîtiye. Serbilind sekinî, ser bi ser ket ku siya wê nekeve ber wê. Dîsa dê bi ser bikeve. Netirse, tu di ewlehiyê de yî. Germa dayê, bêihn û lorikên wê her dê ligel te bin.

(Pitik Deran, niha ez ji bo te kevanek mezin vedikim:

Ey Fazil Say, ey Sezen Aksu, ey Şanar Yurdatapan, ey bestekarên vî welatî ku min navên wan nekarîn li vir bi cih bikim, hosteyên muzîkê!..

Gotina min ji bo we ye:
Zend û bendan ba din û ji bo Pitik Deran lorikan çêbikin. Bila lorikek wisa narîn be, li hucreyên girtîgehê belkî dayikên bê perwerde bikaribin vê bibêjin, bila lorikek germ be ji bo Pitik Deran... Ez kevanê digirim.)
***
Pitik Deran ev name gelek dirêj bû û bi qasî ku yek dest bide min ezê bigirim wisa bi keder im û bi vî awayî jî ez hêrsbûyî me.
Lê ji niha de bizane Pitik Deran, ev du roj in li vî welatî tu pitika bi mîlyonan mirovên ku hê dilê wan reş nebûye yî.
Tu pitika me jî, keçika me yî jî.
22.04.2018, Cumhuriyet

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Xelata Rûmetê ji bo Ehmed Huseynî

ad

Bajarên îtîraz kirine, cihên ji nû ve hilbijartin wê li dar bikeve (Notên îro)

ad

Şaredarê nû yê Panosê diyar bû

ad

Trussê karî 44 rojan ber xwe bide

ad

3 nûçeyên îro derketine pêş

ad

Welat dikarin navên xwe jî biguherînin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname