logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Rêwîtiya peyvan:  Reqabet
  2. Bandora 'Odysses' li ser zimanê yewnanî û pirtûka wê
  3. Zimanxane ji bo dersên kurdî li benda serîlêdanan e
  4. Kodên Naziyan şikandibûn, bingehên Hişên Çêkirî danîbûn; Alan Turing çîrok jî nivîsiye
  5. Amadekariyên pîrozbahiya sedsaliya Qamişloyê tên kirin

Kazim Polat

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Kazim Polat

Kazim Polat

Ji Seheyatnamêya E.Celebi Komkujîya Kurdên Êzîdî

  • Dîrok: 26/02/2021
Di gera xwe ya Kurdistanê de Evliya Celebî di berhema xwe ya bi navê Sehayatnameyê de ji serî heta dawî li her heremê rastî kurdên êzdî tê, qala wan bi awayekî dijminatî dike. Di nav rûpelên vê berhemê de bûyerek, komkujiyek heye ku dema min ev rûpel dixwendin mû û pircên canê min gijgijîn û bûn wekî şûjin.
Hê dîmênên komkujiya kurdên êzdî ya dawî bi destê DAIŞ'ê di mêjiyên me de jîndar in û gava ev komkujiya ku Evliya Celebî vedibêje em dixwînin dîmênên her duyan di mêjiyê me de yeke yek hev digirin. Heta îro qala heftê û çar komkujiyên kurdên êzdî tê kirin. Gava em li wan komkujiyên tên zanîn ên ku ketine qeyda dîrokê binêrin, em ê bibînin ku hemû yeke yek wekî hev çêbûne. Binyata fermanên komkujiyên kurdên êzdî misilmannebûna wan e. Yên ku dibêjin kurdan bi xwestina xwe ji dil misilmantî pejirandin, bila vegotina Evliya Celebî ya ku min ji Seyatnameya wî wergerand bixwînin. Ev serbendên jêr ên min ji xwe re wergerandibûn, dixwazim bêyî ku binirxînim bi xwendevanên kurdî re parve bikim.
Evliya Celebî bi vegotina xwe ya li ser bûyarê bi pênaseke biçûkxistina kurdên êzdî dest pê dike û dibêje: "Hêleka Çiyayê Sincanê re Çiyayê Bipor te gotin: Di nav vî çiyayî de 44-45 hezar êzdî û bapirî yên se-perestî ji kefer û fecerê bedtir komek vehşî, kovî, serhildêr ên serçav bi pirç wekî Gulyabanî kurdên êzdî yên bêol hene…" Evliya Celebî di vebêjiya xwe de alîgirî û dijminiya xwe veneşêre û berdevam dike.
"Dema efendiyê me Melek Ahmed Paşa weliyê Diyarbekirê bû, ev êzdiyên Çiyayê Sincanê gundên Mêrdînê talan dikirin, ji çiya dadiketin, rêya bazirganan dibirîn. Li dawiyê gelê heremê hatin ji paşayê dilfireh re hal û derdên xwe vegotin…" Bi vî awayî dest bi binyata erîşa komkujî û destdirêjiyê ava dike. "Paşayê dûrbîn ê ku ev gilîker li dîwana Diyarbekirê li ber çavên gel qewirandin. Tevda gilîker bi nifir û dilşikestî vegeriyan gunden xwe, li gund û warên xwe bila bûn. Ji hêla din Paşa biryar dabû ku ji wan kurdên çiyayê Bipor tolê hilîne…"
"Ji bo tolhilînê planên xwe çêkir; rojekê ji Xanê Bedlîsê re nameyeke bêedeb nivîsand. Xanê Bedlîsê bi vê nameyê pir êşiya û got, “Melek Paşa bila ji ya ku dizane namîne..."
"Dema ji Paşa re ev besiva hat, Paşa bû bizotê agir û got, "Bilez, ser Xanê Bedlîsê sefera me heye." Li Eyaleta Diyarberkirê û Wanê re ferman şand di demek qut de roj bi roj qasî derya leşker hatin Amîda Reş."
"Ji hêla Xanê Bedlîsê Abdal Xan 70 kesên bi nav û deng û xatir hatin erkdarkirin ku navberiyê bikin. Di dawiyê de: ji Paşa re 80 kese harcirah, 10 hestir bar kumaş, 6 hespên muteber û gelek tiştên din hatin şandin û xelatên hatibûn dayîn axayên di Artêşa Melek Ahmed Paşa ew dewlemed kiribûn. Tevde şad bûyî bûn, bi Xwedê hamd dikirin, bêşer ew qas xelat sitandibûn."
"Wê şevê xeber şandin ku ji sefera ser Xanê Bedlîsê dest kişandine… Di vê navberê de bi dizî Paşa di guhên Mehmed Emîn Paşa de got: 'Here, Xwedê alîkar û destekdanê te be.' Bi 10 hezar leşker ve ber bi Diyarbekirê ve şand. Bi nameyên navberan Xanê Bedlîsê mijûl kirin."
"Boriyên koçê lê xistin, Paşa bi 70 hezar leşkerên xwe ve derbasî hêla Diyarbekirê bû. Wê şevê di Geliyê Zirziran re derdas bûn, seharê li bin Kelaya Mêrdînê di konan de bi cih bûn. 40 hezar leşker dora çiyayê Bipor pêçandibû,  çiyayekî bêaman e ku tê de kurdên êzdiyên bêîman niştecih in." 
"Di sê rojan de leşkerên îslamê ref bi ref deşta Sincanê bi konan û sîvanan xêmiladin. Roj bi roj arteşek wekî deryayekê bi ser kafirande miselet dibû."
"Hemû egidên abaz, çerkez û gurcî bûn…tev de bi samîmiyet û bi can û dil înşalah ji van êzdiyên  melun xûn û tola şehîdên deşta Kerbelayê û ya Hezretî Huseyîn hilgirin û înşalah serên bi pirç ên êzdiyan bi şûrên xwe yên bira qir bikin û malên wan  ên xenîmet, keçên wan ên wekî sitêrkan dibiriqin û koleyên bijartî bisitînin…"**
"Sibê ji 70-80 nuqteyî re ev çiyayê bêaman dê hilkiştin û dest bi ser kirin. Tam 7 saet bi vî qewmê şeytanî û leşkerên Melek Ahmed Paşa cengek wiha kirin ku melekên ezman bi cengê Melek Paşa yê ser erdê levên xwe gez kirin. Di vî şerî de 700 egîd ên şerbeta mirinê vexwarine ketin axê. 3060 heb êzdî telef bûn û tunebûn û çûn." 
"Şer û lêdan heta şev berdewam kir, bi dolên agirbest, her kes di ciyê xwe de ketin metirsên xwe…"
Gava sibê bû leşkerên misilman di nav baxên çiyayê Sincanê de belav bûn; 300 gund  talan kirin, lê derziyek, bendek, çûkek, mirîşkek ji cinsî kelepûr û xwarinê tu tiştek nedîtin. Bi fermana Paşa hemû xanî şewitandin û hilweşandin; dûyê reş ber bi ezman ve bilin dibû."
"Lê tiriyên cur bi cur ên di rezên wan de, Xwedê zane di van seyehatên xwe yên 41 salan de vî qûlê Xwedê yê hor û feqîr Evliya neditîbû. Ew qas berhemên bax û bexçeyê û hûbûbatên deştê li ciyên xwe hiştîbûn, ji ber canê xwe bifilitînin tev de ketin şikeftên bin erdê û ew sitareyan… Di van şikeftên li vir de di her yekê de hezar êzdî bi cih dibin. Bi hemû zar û zêçên malbatên xwe ve, bi tiştên xwe yên bi nirx bi hemû xwarin û verxwerinên xwe ketin bin erdê û di van şikeftan de xwe veşartin."
"Hemû arteşa îslamê hat erkdarkirin ku deste deste pûş û pelax bînin li ber şikeftan deynin ser hev; ev yek hat kirin. Bi hezaran desteyên pûşên garis li ber şikeftan dan ser hev û agir pêxistin. Sirkeyên tûj bi meşkan li ser kirin, parçe parçe zirnar xişkirin…Li gelek ciyan de kun vekirin, di van kunan re bi hezaran desteyên pûşê garis her ku avêtin hundirê şikeftan, melûnên di nav şikeftan de mezin biçûk zarok û zêç bi feryad dest bi qîrînê kirin..."
"Û ji Keleya Mêrdînê bi hêştiran şeş topên bi seyare anîn devên şikeftên girtî li ciyên mimkûn topbaran kirin. Di kunên hatî vekirin re bombeyên şûşe avêtin û her bombê ku li ser êzdiyên melûn îsabet dikir, ew melûn parçe parçe dibûn. Şikeftên bi topan hilneveşiyan, ji jor de di kunan re av berdidan hundirê şikeftan ku şikeft bi avê tiji dibû yên ku di hundirê şikeftan de bi hewla can xwe diavetin der..."
"…Û di devê şikeftên hatin vekirin de komên pûşê garisan didan ber agir, wekî agirê Nemrûdê êzdiyên di şikeftan de kebab dibûn, bobeyên şûş ew parçe parçe dikirin, guleyên topan li serê wan de diteqiyan û di avê de difetisiyan."
"Roja heftan leşkerên misilman ketin van şikeftan; êzdiyên sax man bi por digirtin, radikişandin seriyê wan î bi por bi şûrên xwe yên birra wek şagirtên Selman-î Pak jê dikirin. Gelek êzdiyan gava dîtin zar û zêçên wan dîl ketine, çavên xwe derxistin; gelekan xwe ji zinaran ber bi jêr diavêtin, parçe parçe dibûn;  gelekan jî jin keç û zarokên xwe kuştin û pişt re xwe bi xenceran kuştin. Bi hezaran bi şûrên xwe li ber xwe dan an dikuştin an jî dihatin kuştin… Leşkerên îslamê gava ev rewş dîtin bi hemû hêza xwe li wan wisa şûr lê dan ku xwîna wan êzdiyan  ji ser zinaran re diherikî…"
"Dawiya dawî deh roj deh şev bi vî awayî şer bû. Tam 9000 serî hatin jêkirin; 13600 jin, keç û kur hatin dîlgirtin…"
"Û ji zêr û zîv halhal, gerdan, kulleh, îskan û firaq û gelek xanîmetên din hatin bi destxistin ku bi ziman nayê gotin, bi pênûs nayê nivîsandin…"
"Heft bapirên wan hatin girtin; bapîr ji sax û hakimên xwe re digotin…ji van bapîran yên hatin dîlgirtin û zîncirkirin ji wan yekî gava serleşkerek di xew de bû ji pişta wî xencer kişand, di heft ciyên wî de birîndar kir… Bi vî awayî kurdên êzdiyên camêr, egîd û dilpola bûn…"
"Di gundên wan de qet mescîd tune ne;  ji peyvên rojî, nimêj, hec, zekat û şehadet bê xeber in; bo ku di rezên wan de tiriyên bi av hene hemû mey vedixwin…"
*Di navbera  salên 1640-1641 de Paşayê Osmaniyan Melîk Ahmed Paşa bi 70 hezar leskerên di bin fermana xwe de êrîşê Şengalê kir.
**Di vê serbenda jor de Evliya Celebî ji ber navê wan kurdên êzdî bi bûyera Kerbelayê re tekildar dike û ditewîne. Divê Evliya Celebî jî bizanibe tu tekiliyên kurdên êzdî bi kujerê Huseyîn Xelîfeyê Emewî Yêzîd bin Muaviye re tune û kujerê hz Huseyîn ereb û misilman bûn û ji hêla Yêzîd bin Muaviye ve hat kuştin; kurd û kurdên êzdî bi vê bûyarê re tu tekiliya xwe tune ye. Îro piranîyên êzdî ji ber ku bi navkirina van bi Yêzîd bin Muaviye tevlihev nebe, xwe wekî "êzdî" nav dikin.

Hin Nivîsen Nivîskar

Ez Nexweş im, Lê Dem Dema Min e

  • 27 Rêbendan 2021

Ez heta îro kêm caran nexweş bûm, an jî kêm caran ketim destên bijîjkan û nexweşxaneyan. Min xweşnebûna xwe wekî efsaneyekê ji xwe û doralîya xwe re...

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • 06 Sibat 2026

Ji bo guhdarîkirinê: Demek berê di nav pirtûkên min ên di refan de, pirtûka "’Tarih" (Dîrok) a Herodotes a bi wergera tirkî ber çavên min ket. Bi salan e di nav pirtûkên min de, di quncikekî de, bi...

Dîroka zimanê kurdî zêdetirî deh hezar sal e

  • 15 Rezber 2020

Pir sal berê di nivîsekê de min xwendibû ku peyvek bi hemwetayî di gelek zimanan de hebe ya herî kurt ya orjînal e, yan jî kok e. We demê peyvên “bira”...

Hemû Nivîsen Kazim Polat

Kazim Polat kî ye?

Nivîskar Kazim Polat ji kurdên Mereşê ye. Ew heta sala 1992'yan di nav çapemeniya tirkî de bi salan xebitiye. Lê di sala 1992'yan de dev jê berdaye. Tam wê demê gotiye: "Heta ku ez bi zimanî kurdî, an jî bi zimanê kal û pîrên xwe nikaribim binivîsînim ez dê tirkî nenivîsînim."
Piştî vê yekê bi temamî dest ji tirkî ber dide û bi kurdî dide distîne, dinivîse.
Ji destpêka salên 90'î ve li Swîsreyê dijî. Van salên dawî hem li wir, hem li Elbistanê ye.
Heta niha pirtûkek wî derketiye:
"Êşa Zimanê Min" (Ceribandin, Weşanên Şemal, 2015)

Youtube Me

diyarname podcast#H.KovanBaqî# #diyarname #3deqe#nivîskar#

news

diyarname podcast# #diyarname #3deqe#diyarnamenûçe#nivîs#nivîskar

news

Bandora vî fîlmî li ser pirtûkan û li ser ziman

news

diyarname podcast #diyarname #football #3deqe #deng #recitimlmrekullueshemlkuranit #nivîs #futbol

news

Tifaqî = Hezkirin

news

Video Project 2 4

news

diyarname podcast #diyarname #3deqe #recitimlmrekullueshemlkuranit #deng#sinema #konferans

news

diyarname podcast #diyarname #football #recitimlmrekullueshemlkuranit #deng #3deqe#diyarname21salîye

news

"Mazgal"

news

Binyata mîtolojiya Kawayê Hesinkar di 'Dîrok' a Herodotes

news

Li pey Heyatê: Here ku tu naçî

news

ELETEWŞÎ

news

'Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê'

news

Hogir Berbir: Qadek malwêranî ya nivîskar, rewşenbîr û

news

diyarname podcast#nûçe #çand#wêje#pirtûk#xwendin

news

Keçikek û xapandina civakê

news

Dîroka Edebiyata Kurdî (Serdema Berî Îslamê, Serdema Xanedanan)

news

Ji bo kêfa dide me, 3 deqe bo wî

news

Dema ku dinya kêfê dike

news

Jinên kurd ên navdar

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
news

Zerban

  • Omer Dilsoz
news

Binyata mîtolojiya Kawayê Hesinkar di 'Dîrok' a Herodotes 

  • Kazim Polat
news

Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê

  • H. Kovan Baqî
news

Li pey Heyatê: Here ku tu naçî

  • Dilşêr Bêwar
news

Qadek malwêranî ya nivîskar, rewşenbîr û hunermendên kurd

  • Hogir Berbir
news

Qirdiktî

  • yeqîn h.
news

Tifaqî = Hezkirin

  • Çorê ARDA
news

Şîrket çawa tê birêve birin, DEM Partî çawa?

  • Cemil Oguz
news

Ev resim ji ku nizilîn?

  • Dilşêr Bêwar
news

Konferansa Diyasporaya Kurdan

  • Zekî OZMEN
news

Însan hê nebûne însan li taxên paragrafên qetiyayî

  • H. Kovan Baqî
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
Ev jî hene
ad

PEN'a Kurd: 'Em êrîşên li dijî jinê û nirxên gelê kurd qebûl nakin'

ad

Hinguvê 'Kewar'a Serwet Ornek

ad

"Medûsa", Şahmaran û helbestvaneke kurd

ad

Bi her zimanî, ji bo zarok û dê û bavan

ad

Şahiya piştgiriyê ya ji bo rojnameya Evrenselê

ad

Tundkariya li hemberî jinan, “Yekîtiya Mêrên Kurdistanê” û medyaya kurdî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Rêwîtiya peyvan:  Reqabet

  • 29 07 2026
news

Bandora 'Odysses' li ser zimanê yewnanî û pirtûka wê

  • 29 07 2026
news

Zimanxane ji bo dersên kurdî li benda serîlêdanan e

  • 29 07 2026
news

Kodên Naziyan şikandibûn, bingehên Hişên Çêkirî danîbûn; Alan Turing çîrok jî nivîsiye

  • 30 07 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname