logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Kazim Polat

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Kazim Polat

Kazim Polat

Dîroka zimanê kurdî zêdetirî deh hezar sal e

  • Dîrok: 15/09/2020
Pir sal berê di nivîsekê de min xwendibû ku peyvek bi hemwetayî di gelek zimanan de hebe ya herî kurt ya orjînal e, yan jî kok e. We demê peyvên “bira” û “dan” min kifş kiribû. Kurdî “bira”, farisî “birader”, almanî “bruder”, îngilîzî “brader”…
Kurdî  “dan” (diran, didan), almanî “zahn”, fransî “dent”, îngilîzî “tooth” yekwetayî û yek-kokî ne. Peyvên herî kurt di kurdî de ne. Wê demê min zanîbû ku ev ziman hemû ji malbata zimanekî; Hind-Ewropayî ne. Bi vî avayî min xwe bi xwe kifş kiribû ku bira û dan peyvên herî kevn û kok-rehl in. Ev kifşa min ez kêfxweş kiribûm.
Çend sal berê rojekê min di rojnamêya Blick a almanî de nûçeyeke xwendibû ku sernivîsa wê nûçeyê “KOKA ZIMANÊ ALMANÎ LI TIRKIYÊ YE” bû. Gotina “LI TIRKIYÊ”  ne li gor dilê min bû, lê dîsa jî bi wê nûçeyê re ez bi heyecanê ketim û kêfxweş bûm. Li gor nûçeyê  li Newzelandê komeke zimanzan metodeke nû avakirine û ev metod jî bi “genetîka ziman” bi nav kirin e. Bi vê metodê koka zimanên Hind-Ewropî lêkolîne û kifşkirine ku koka zimanên Hind-Ewropî li Tirkiyeyê ye. Lê di vê nûçeyê de nehatibû eşkerekirin ka koka van zimanan kîjan ziman e. Eşkere bû ku ew ziman ne zimanê tirkî ye… Min jî xwe bi xwe got, gerek ev kokziman kurdî bibe.
Di van rojên dawî de li ser înternetê rêwitî û gera etîmolojî yan jî bêjenasî ya zimanî kurdî dikim û çi nivîs, çi vîdeo bibînim dixwînim û temeşe dikim. Tiştên ez hîn dibim min bi coş û kelacanê dixe. Bi taybetî, vîdeoyên Alî Karduxos agahî û lêkolînên hêja pêşkeş dike. Bi dîtina min qisûrek wan vîdeoyan heye ew jî bi tirkîbûna wan e; hevî dikim ev lêkolîn bi kurdî bên berhevkirin û weşandin da ku di bin destê me de wekî berhemek hebin.
Dema min lêkolînên Alî Karduxosî guhdar kir ew nûçeya ku min li jor qal kirî hat bîra min. Lêkolîn û hûrbûnên Karduxosî nîşan didin ku kurdî ew kokzimanê Hind-Ewropî  ye. Em ji mînakên ew dide dibînin ku dîroka peyvên kurdî ji deh hezar salan kevintir e. 
Berî ku ez çand mînakan ji Karduxosî bidim dixwazim  binyata zanista wî bi kurtî eşkere bikim. Alî Karduxosî li Yewnanistanê dijî û li wir di zanîngehê de bi etîmolojî, arkolojî û prehistoriyê ve mûjil bûye; lêkolînên xwe li ser van hersê binyatan ava dike. Her çiqas di medyaya dijital de rastî nivîsên wî yên siyasî têm jî, gor min kar û barê ku di etomolojiya kurdî de dike hêja ye, mayînde ye. 
Deng û peyvên “P”, “Pa”, “Pê”, “Paş” û “Pêş” ji zêdetir deh, bîst hezar salan tên (ji Dema Paleolîtîk)
Karduxosî dibêje rê û rîçikên zimanî kurdî di dema Paleolîtîk (dema nêçîr û berhevkariyê) de ye... Carekê bînin ber çavên xwe dema hê mirov bi cî û şûn nebûne û li pey nêçîrê digerin û ji xwezayê çi tiştên tê xwarin hebin berhev dikin û bi wan jiyana xwe berdewam dikin. 
Komeke ji wan mirovan bînin ber çavên xwe. Dema diçin nêçîrê pêdiviya wan mirovan ji hev sehkirinê, hev femkirinê heye. Nêçîr li ku ye? Kîjan alî de diçe? Li rêça nêçîrê digerin. Rêça nêçîrê çi ye? Ciyê pêyên ajal an, divê ji hev bipirsin û bibêjin. Mirovên dema prehistorîk bêziman in, çi bi hevokan, çi bi pêyvan nedikarîn tekîlî bi hev re çêkin. Tenê bi dengan bi hev re tekildar dibûn. Dengê yekem ê bi weta “P” ye dibêje Karduxosî. Ev “P” ya dema prehistorîk îro di kurdî de bi eynê wetayî tê bikaranîn. Di wê demê de çi pêyv bi dengê P’yê hatiye çêkirin ew deng hêl an terafan nîşan didin. Îro jî ev deng bi wateya xwe ya bi deh hezar salan dema prehistorî di zimanî kurdî de ye û bi sedan peyv jê hatine çêkirin. 
Komek mirovên wê demê di destên wan de şiv û kevir li ajalên nêçîrê digêrin û ji wan yek li erdê şopa ajaleke nêçîrê dibîne. Bi qirîn bang kesên din ên komê dike û ew şopa ku kifşkirî nîşanî wan dide carekê bi hêla pêş de bi dengê PÊ PÊ..  û carekê jî bi hêla paş de bi dengê PA PA.. wê şûnpêyê nîşanî yên din dide.  
PÊ û PA çi ne? Ew organ an lebatên ajalan ên hêla ser, hêla diçî û hêla ji ku tê ye. PA organê dijbêr PÊ ye. PAŞ, an hêla ku PA lê ye. Ev PÊ û PA pêyvên bi kok in. Ji van kokan bi sedan, bi hezaran pêyv bi wê P’ye hatine çêkirin. Mînak, pê, pa, pêş, paş, pêl, pêya…
Deng û peyvên “D”, “Da”, “Dê”, “Dan” deh hezar salî ye (ji Dema Neolîtîk) 
Ji mayindeyên arkeolojîk tê zanîn ku mirovan cara yekem giyayên mîna genim, nok û nîsk û ajalên mîna sa, mî, bizin li ser axa Kurdistanê kedî kirine û li ciyê giya û ajal lê dijîn bi cih bûne. Gor Karduxosî dengê “D” û peyvên “Da”, “Dê” û “Dan” ji dema mirovan dev ji gerê, seydvaniyê berdaye û li erdekî bi cîwar bûye, giya û ajal kedîkirî ve hene. Her çi jixwe tiştan dide, ew “D” ye. Di serî de dê dide, dê jixwe zarok dide, dê jixwe şîr dide zarokê xwe. Dema mirov dibîne jinek di nava xwe de zarokekî/e tîne dinê û şîr didê matmayî dimîne wê jinê bi dengê “Da” û “Dê” bi nav dike... Paşê dibînin ku giya jixwe tiştan dide “Dar”, “Dan” û “Dendik” û hwd. tên bi nav kirin. Bi vî awayî bi vî dengê “Da, Dê” bi sedan peyv di zimanî kurdî de di dema neolîtîk de çêbûne. Mînak, dê, da, dî, dan, dar, dayîn, dadan, dest, dên…
Ez naxwazim dirêj bikim. Bi kurtasî ev lêkolîn û hûrbûnên birêz Alî Karduxosî hêjayî temaşekirin û nirxandinê ne.

Hin Nivîsen Nivîskar

Binyata mîtolojiya Kawayê Hesinkar di 'Dîrok' a Herodotes de

  • 23 Tîrmeh 2026

Ji bo guhdarîkirinê:   Herodotes di pirtûka xwe di beşên çêbûna Kyros û bisertextketina wî de çîrokeke dûr û dirêj vedibêje; xuya ye, di vê vebêjê de ji alî dîrokî de her çiqas hin tiştên dîrokî...

Li Swîsreyê biryara qedexeyê dan lê betal kirin

  • 26 Avrêl 2020

Berî vîrusa koronayê jiyan ew qas bi lez diherikî ku tu kesî hîs nedikir çi dijî çi najî.. Her kesî dida lotikan, ha mezin bibim, ha dewlemend bibim, ha...

Ma tu bi kurdî biaxivî wê kurd rizgar bibin?!

  • 14 Sibat 2011

Ez kêm caran dicim komelan. Vê carê min bihîst ku ji bo zarokan dersên zimanî kurdî di komelaya bajarê ku em dimînin de dê bidin. Bi kêfxwesî ez...

Hemû Nivîsen Kazim Polat

Kazim Polat kî ye?

Nivîskar Kazim Polat ji kurdên Mereşê ye. Ew heta sala 1992'yan di nav çapemeniya tirkî de bi salan xebitiye. Lê di sala 1992'yan de dev jê berdaye. Tam wê demê gotiye: "Heta ku ez bi zimanî kurdî, an jî bi zimanê kal û pîrên xwe nikaribim binivîsînim ez dê tirkî nenivîsînim."
Piştî vê yekê bi temamî dest ji tirkî ber dide û bi kurdî dide distîne, dinivîse.
Ji destpêka salên 90'î ve li Swîsreyê dijî. Van salên dawî hem li wir, hem li Elbistanê ye.
Heta niha pirtûkek wî derketiye:
"Êşa Zimanê Min" (Ceribandin, Weşanên Şemal, 2015)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ji NÇM'ê gavek nû: Rojên Çand û Hunerê yên Kurdî

ad

Pêncî Romanên Kurdî

ad

Rewşen ne tenê bi ‘bîr‘ û bi ‘req‘ e

ad

Ajokaran êrîşê Şaredariya Amedê kirin

ad

Û şampiyon: Erd û ezman hêşîn bû

ad

Xelata Nobelê ya Kîmyayê dan Kagan û Soai

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname